Bîrewerî bi têra bîranan nake Xebatê devliken

Melevan Resûl

Ji ramanên bî biwîn diram im , xwe li nava bîreweriyê werdikim , tabloya zindî xwe ji zenga jibîrkirinê dadiweşine , sewdanê leq , bûyerên tarî varî li dû hev rêzdikin û xwe li ciwaniya 22 salî dipêçin .

Em di serngerên pêşîn de , li kozikên xweragirtinê ne , li ser xaka biyanî em berevaniya projeyên desthilatdarên bi bazarên erzan di nava kuliyên berfê de diqufilin , pişta me li çiyayê (Senîn) e û di singa mede mewziyên Israil li çiyayê (Barûk) nêçîra me dikin .
Ez fermandarê leşkerî bûm , piraniya efserên min ji kurdên Dêrik , Qamişlo û Efrînê bûn , ji bilî bêjeya libê û belê serfermandarê min pêve me ezber nekiribû , gelo çima em bûbûn berxê kêrê û qurbanên winda , me tu carî ji xwe nepirsî bû , ji 33 leşkerên di bin fermandariya min de , 17 ji wan ciwanên kurd bûn , di hêsûyên metirsînê de me zêrevaniya xaka Libnanê dikir . er roj topbarana top û firokeyên cengî yên Israil , Emerîka û Ketaîban tevlî berfanbariyê de bi ser serê mede dihilweşî . , mîna cawekî sipî çiyayên berfgirtî , ji gurmîn û teqîna çekan ew kunkunî bibû.
Leşkerên ji zîrevaniyê û sermayê di tirsiyan , berê xwe didan Mehmûd da ku li şûna wan nobetê bigre , tu carî Mehmûd ne digot na û bi kela dilê xwe mîna hîmekî bi katên demdirêj û bi tîroja awiran şev û roj bi hev ve didirûn .
Sal li dû salê me erkên berevaniya Sûrî û Libnanê qedand û her yek ji me li mala xwe zîvirî , car caran em li hev digeriya û pirsa halê hev dikir , carekî ji min re hate gotin ku Mehmûd careka dî vegeriya ye leşkeriyê , lê vê carê berê xwe daye çiyayên rûmetê û dest bi nivisandina efsaneya Cûdî û Zagrosan bi raman û hişê xwe dihûne .
29 salan em çav bi hev neketin û dawî di vê salê de em li hev civiyan, wekî carê Mehmûd devliken bû , xeber xweş bû , fedekar bû , li şûna efseriya dewletê , vê carê ew serleşker û komîtanê kurdan bû .
Mixabin vê çavpêketinê dirêj ne ajot , hinga ku qada Sûrî û Libnanê û di hoyên dijwar ji bivekên çekên giran û cengên bê rawestan ne karîbûn çavê Mehmûdê min bi tirsîne , her weha jî dagirkerên kurdistanê jî li ber navê wî di lerizîn û çiyayên kurdistanê xwe jêre kiribûn hêlîn û Xebat bibû bazê bi şerqên , siha xwe berdida çar parçên kurdistanê , lê îro kundok û reşikên şevê bi guleyek xedar dawî li destana Xebat ya ku tevna wê hînayî , ji Dêrika Hemko ber bi çiyayên bijin bilind ve rêsayî , li hev gincilandin û kesera cangoriyekî di hêviya miletê gerden azad de noq kirin . lê wekî deh hezaran ji girseyên gel bi dengê bilind qîriyayîn :

 Dêrik îro vala ye Xebat têde ne xuyaye .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…