Komkujiya Qamişlo şermezar, û piroje ye

Qado Şêrîn

Komkujiya do li Qamişlo cih girt wijdanê mirovê kurd keritand. Sê ciwanên kurd, ji çalakvanên şoreşa Sûriyê, sê birayên hev ji malbatek welatperwer bi destê ‘’ Koma Parastina Nirxên Gel’’ a bi ser Pyd(Pkk) ve ro li nîvro û li pêş çavên hêzên ewlekariya rêjîmê, hatin kuştin. Ajansa Firat ev yek piştrast kir û malpera pyd jî eynî nûçeyê weşand.

Bi gumana min wan her sê xortan(tê gotin ku pimamekî wan jî hatiye kuştin) xiyaneta mezin li gelê kurd nekiribûn û Kurdistan nefirotibûn ku bi wî şêweyê hovane bên kuştin.
Wê kiryara kirêt û şermezar deriyên xwekujî, birakujî û şerê navxweyî li rojavayê Kurdistanê vekir. Vêga bang li her kesê ku rojekê ji rojan ji wê partiyê re gotibe: ‘’Siya we xwar e bila xwe veşêre’’. Bi gumana min komkujiya do li Qamişlo dê ne ya dawî be, her wisa kî li dij wan derkeve ew ê bê tesfiyekirin.
Ne cara pêşî ye ku çeteyên wê partiyê mirovên kurd dikujin û ditirsînin, li Dêrka Hemko, Girkê Legê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kanyê, Kobanî û li Efrînê gelek kurd û çalakvanên şoreşa Sûriyê gazin ji wan kirine. Ji min û gelekên din re ev yek tê wê wateyê ku kurd di şoreşa ji bo rûxandina rêjîma Beşar de ne çalak bin.
Gel ne samanê Pyd ye ku ’ Koma Parastina Nirxên Gel’ biçe ciwanên kurd bi buhaneya parastina nirxên gel, kuştinê bike. Kuştin karê hovan e, karê rêjîma diktator e, ji ber wê pêşniyar dikim ku Pyd peyva ‘’Demuqrat’’ ji navê xwe rake, çimkî partiya demuqrat be kuştinê nake, belê giftgoyê li şûna kuştinê wek sîstem bikar tîne.
Ji kiryarên Pyd li herêmên kurdî diyar e ku dixwaze gelê kurd dibin sîwana xwe de bixeniqîne û çavtirsandî bike. Mixabin wisa tê famkirin ku bi rola rêjîmê radibe, û ev yek pêşeroj û rewatiya wê dixîne şek û gumanan de.
Ana û piştî komkujî qewimî, ji Pyd tê xwestin ku lêborînê ji gelê kurd bixwaze, vegere hembêza gelê xwe û bi aştiyane û demuqrat li gel hemû kurdan bijî.
Tirsa me ji wê tirsê ye ku biryara kuştinê ji cihekî ji Pyd mezintir derketibe.
Kurd bi destê kurd bê kuştin, tenê di berjewendiya rêjîma Beşar de ye, û Pyd qet qezenciyan ji bilî têkçûn û şikestinan jê nawergire.

11.01.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…