Belengaziya me …!!

Xelîl Kalo

Çiqasî em kurd belengaz û şerpezene di vê dinya çepel û bê mirovatî û em têde bê serûberin  .ne ku  welatê me belengaze û bê berheme û ne zengîne .anku nan nîne yan jî av û qefir û bê mewdane .. na. me jiyan û giyan têde nîne ku em diçine kû derê, em bê rêz û nirxin û xelk li me meyzedike bi çavê ne mirovatî, weke biyanîyan her wekî ku em ni xulyaqeta xwedê ne ,dema kêfa wan çawa tê me di kujin bê hesab .sedema wê jê ewe ku em kurd heta roja îro bê şexsîyetin di ra û çanda wan de , ne mirovin di çivaka xelkê de tenê ximetçiyê wane.
Berî çend rojan tirkan bi qasî /35/ mirovên kurd kuştin bi balefirên cengê weke tu mirîşkan ser jêkê bi sedema terorê yan ji şaşbûne. Sosreta mezin ew bû ku laşê wan mirovên mexdûr avêtine ser hev di ereba terktoreka belediyêde bê rêz û hurmet .ne ku ew mirovên kuştî pêşmergeyên kurdan bûn. berevajî piraniya wan zarwên qerûcîya bûn û di himbêza dewleta tirkû de bûm û haya rayadarên leşkerên herêmê ji wan û karên wan hebû, ku ew mirov qaçaxiyê dikin ,û dibe ku hin ji wan çavê wan bûn  .lê dema ku goman ji wan re çêbû dibe ev cekdarê kurda bin, ew felaket bi serê wan de anîn bê rehim û şefeqe . 

 Bi qasî wan bi hezaran qat tirkan ji me kuştine di wan salên bûrîde .dema kurdan dawa mafên xweyî mirvatî û netewî kirine .berî vê demê û bi taybet di destpîka sedsala /20/ an de û şûn ve bi sedê hezaran li ser destê siyaset û leşkerên tirkên hovane hatin kuştin û ewarekirin û bi qasî wan jî li welatê cihanê belavbûne  ji ber zilm û tundiya wan û eborê .ev hemo kiryar di bin navê biratiya misilmanî û hev welatiyê de çêdibin ..pirsa ku tê kirin eger em kurd ne misilman bane gelo niha tirkan û di ser erdoganê gawir kiryar  û erebên poz tepik û farisan bê dîn ol em qirkiribûn ji kokê .lê heme dîse me qirdikin  û texsîr nakin demdem , dema ku dibîbin em ji bin bandora wayî siyasî derdikevin .sedema herî mezin ewe ku  heta roja niha tifaqa me nîne û em ne yek hêz û bi ne yek biryarin heta em karibin xwe rizgarkirin ji vê belengaziyê. .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…