Ji bo helwestfiroş û keysebazan


Arşevê Oskan

Serok, rêber, xwedan dîrok,
padîşah û dîktator in
Xwedan serewt û mal û şûr in..

Xwedan tac in, dîk in,
şêr in û carcaran jî pisîk in

Bê zanîn û îlm û nûr in..
Welat kirine bexçeyên malbatî
Dixun vedixun, talan dikin
Ew û zarokên xwe têr in
Gel birçî, perîşan û belengaz
Ew û gel ji hev dûr in..

Xwedan kole, peye, dergevan û xulam in
Kurtêlxur û keysebaz in..
Gel û kes û mirovên zane
Li ber tirrên wan bilûr in..

Erê qaşo rewşenbîr, rojnamevan,
siyasetvan û akadîmî ne
Dolar li kû bin, ew li wir in
Nav in di nav rûpelan de ne
Ji parastina navê dîkan re
dergevan, parêzvan û natûr in..

şebîhe, belteçî ne û xwefiroş in
geh li bakur, rojhilat, rojava û ewropa
û pirê caran li başûr in..

Li şevên tarî, li rûpelên şaristaniya dîrokê
mîna pênûsên textkî ji xîmavê zuha ne
temenkurt in, li şevên tarî û reş nabin çira
agirên çira wan hûr in..

Ji dolaran têr nabin, bêrûmet in
Çemên bi mekrob in
Ew ne mîna Dicle, Firat û Xabûr in..

Ku serok diçe ew jî diçin
Li warekî nû ji xwe re digerin
Kurtêlên wan herdem hene
Pênûsên wan her tên firotin
Pîneyên wan her tên dirûtin
Ku dolar nemînin mîna guran zûrezûr in..

Çav nexel û zimanxweş in
Dilxerab û her zikreş in
Li kû bin derew ji wan diweşin
Pozbilind in, li xwe bi guman in
Tirsonek in, tim serxweş in
Ji navdariya xwe re mîna tifik û tenûr in..

Serok hat û cîgir çû
Çi got û çi firot?
Her siya wan dişopînin
Tu rastî bixwazî, ew jî zanin ew tertûr in..

Dolaran çav kor kirine
Ziman bûye paçikê paqijiyê
Di nava xwe de tiwalêt in
Ji derve rengînin mîna şarûr in..

Gel nezan û kor dibînin
Xwe rast û pak û dirust dibînin
Cilên xweşik û berçavkên tarî li xwe dikin
Lê dîsa jî ji rastgoyînê dûr in..

Kurtêlxurî diyarde ye
Mîna tora enkebûtê,
xwe li dil û mejî dipêçe
ji jiyanê re dibe armanca
ji ber ku bê çand û edeb û kultûr in..

Ew rêberan dikin dîktator
Li serê belengazan bele ne
Kula giran û matmayî
Xwedan rojname û çente ne
Di karê xwe de dixsik û xiniz û diz in
Ji ber helwestên erzan îro li başûr in..

01. 01.  2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...