BEHÎNAME

Daxuyana piştgiriyê

Di şeva 20/12/2006-an de, hinde kesên parastinî derbasî qehwexana Elnexîl ya taxa Mehetid Bexdad li Helebê bûn , û bi şêweyekî ne şaristanî mamoste Mihemed Şêxmûs Alî ( Mihyedîn Şêx Alî ) birin ciyekî nenas.
Ji ber ku , mamoste Şêx nivîskar û rewşenbîre , di damezrandina hinde kovar û weşanên Kurdî de , alîkarî kiriye , û gelek gotar û lêkolînên bi Kurdî û Erebî di wan de weşandiyê
herweha çanda niştimanî û demoqrasî bi ramanên ku , doza guftûgo , jiyana hevpişk û parastina mafên mirova û gelan û bi taybetî mafên netewî yên rewa ji gelê Kurd re, di çarçewa yekîtiya welêt de zengîn kiriye , bi ser de jî sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ye .
Ji ber wê , em kesên nivîskar û rewşenbîrên di ware ragiyandin û rojnamegeriyê de dixebitin , bi nave xwe û weşan , rojname û kovarên xwe vê girtina ne mafdar , ne şaristanî û ne zagonî ji xebatkar Mihyedîn Şêx Alî re , pirotêsto û şermezar dikin . Û parastina tenduristî û jiyana wî ji destlatên berpirsiyar dozdikin , azadiyê jî ji wî û hemî girtiyên nêrînê û ramana azad re li Sûriyê , yekser dixwazin.
– Munteda Nûredîn Zaza  .
– Kovar Dicle ya  bi zimanê Kurdî û Erebî .
– Kovara Hîwar ya bi zimanê Erebî .
– Saziya parastin û fêrkirina zimanê Kurdî li Sûriyê .
– Kovara Pirs ya bi zimanê Kurdî .
– Rojnama Newroz ya bi zimanê Kurdî .
– Weşana siba ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
– Kovara Perwan ya bi zimanê Kurdî û Erebî .
– Rojinama Wîfaq ya bi zimanê erebî.
– Kovara Berbang ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
– Rojinama Deng ya bi zimanê Kurdî û Erebî.
– Rojinama El-Wehdê (Yekîtî) ya zimanê erebî.

Têbîn:
Hêviya me ewe ku hemî kovar û Rojname û komîteyên rêvebir yên bi erebî û kurdî, ku, tevî vê piştgiriyê bibin, di riya vê posta Êliktironî:
kamprojname@yahoo.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…