AZADÎ


Mela Ehmedê Namî di bîranîna xwe ya 36 an de , helbesta xwe a bi navê AZDÎ, diyarî berdewamiya têkoşîna ciwanên azadîyê dike.

Samî Ehmed Namî

Were, ey ruhniya çav û dilê min
Tu guhdêr be bi jîrî gotinên min
Ji tiştê ko mi` dî û hatî serê min

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Kesê azad e şuxlê wî li kar e
Hemî alem ji bo wî bendewar e
Felek her dem bi wî re dost û yar e
          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Çi rengek nû şirîn e serbilindî
 Xwedî jîr e meger cahil ne xwendî
Li hember kolen e, paşa û efendî
           Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Bi azadî biçûkan bidne zanîn
Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn
”Nejîn bo mirdinê, bimrin ji bo jîn” (1)
           Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Binê, azadiya zanîn û xwendin
Li Ewropa çiko zana û merdin
Deranîn qumbila zur, wî diberdin
          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Welatê xwe bipaêzin ji dijmin
Bi serbestî ev e derdê dilê min
Dixwaz im, lê tenê nayê milê min
   Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Bi lez, hûn tovê azadî werînin
Li nêv baxê dilê xortan biçînin
Bi ava fikr û zanînê vejînin
          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Welatê me gelek şêrîn û rind e
Ji destê me kete destê ne merda
Bi sersarî me daxwaza xwe berda
          Bi azdî bijîn xortên ciwam´nmêr
Bi azadî, kesekzora we nabin
Demarabin bi hev re weybira bin
Ne paşayê li bin dest û niça bin
Biazadîbijînxortênciwanmêr
Cilêazadî û merdîbipoş in
Peyala yektiyê her dem binoş in
Siyah bext in, hemî xem firoş in
          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Ji bona te û hevalan tim dibêj im
Tubawer be, ne şêt û dîn û gêjim
Tenêderdêdilêxwe, ezdirêjim
Biazdadîbijînxortênciwanmêr
Gelîxortan, wekeNamî ne razin
Bi her awayîazadîbixwazin
Mirinjê re qelendeynin ne gazin
Biazadîbijînxortênciwanmêr
Tilşeîr. 01.03.1949
(1).Ev malik ji helbesta mamoste Brahîm Ehmed e.
Stockholm. 2011.12.10

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.