Nimûneyên helbesta hevber 1/2
Heyder Omer
Du helbestên Cegerwîn di nav destên me de ne, dikarim herduwan li gor têrmê helbesta hevber vekolim, hêmanên hevbeş di navbera wan û yên pêşiyan de bipelînim, ka ew û vî têrmî li hevdu dibanin, yan na. Lê berî pêşî dixawzim balê bikşînim ser wê yekê, ku Cegerxwîn helbsetek di dîwana xwe ya yekem de heye, sernûsa wê (Şox û şengê) ye(1), wek sernûsa helbesta Melayê Cezerî ye, û mijara wê jî evîn e, lê ji vê pê ve, ji hemî waran de ji ya Mela cuda ye. Vê lomê em dê wê ji vê babeta xwe veqetînin.
Helbesta Melayê Cezerî (Şox û şengê ) û ya Cegerxwîn (Dil ji min bir).Her kesê, ku li wan herduwan, dê bibîne, ku her du helbestvan dilber û bandora evîna wê dane ber xwe. Lê heya wê bandorê (akam) biderbirînin, pesnê ( wesf ) hin beşên gewdên dilberên xwe didin.
Bejna wê,li ba Mele serwe, û tox e, û li ba Cegerxwîn jî serwe û şaxê nû şivîn e. Gerdenê wê, li nik her duwan şemal e. Dêmê wê, li ba Mele, dur e, nedîr e, heyv e, û roj e, û li ba Cegerxwîn jî roj e, ji şana hingivîn e, sipî ye, dur e, û ji rengê tavê ye. Ebriwên wê, li cem Mele, nûn in ( tîpa nûn a erebî ), Qews in (kevan ), û hilal in ( heyva yekrojî ) , û li cem Cegerxwîn jî nûn in, xar in, zirav in, heyv in, û das in. Biskên wê, li ba Mele dal in ( tîpa dal a erebî ), sema nin, herîr in, tab in, û wek goyê nin ( gog ), û li ba Cegerxwîn jî dal in, li dor dêm çember in, li ser dêm belav in, û şêreng in. Dilbera Mele xemrîpor e, û ya Cegerxwîn reşpor e. ya Mele awirpiling e, û ya Cegerxwîn awirşûr û şêr e, ya her duwan peyvşêrîn e, û ya Cegerxwîn newqzirav û lêvşêrîn e jî.
Dilbera Mele, bi gelemperî, şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, xeram e, ciwan e, şêr e, eywan meqam e, û serfiraz e. Ya Cegerwxîn jî şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, ciwan e, gewr e, kaniya ava heyatê ye, û borcewaz e.
Ev in, rengdêrên her du yaran, li nik her du helbestvanan; ew bi xwe jî nîşanên evîneke pêjindar e (hissî ), ku bêpariya ( hirman ) evîndaran diyar dike.
Evîn, wek ku ezmûneke (tecrûbe) mirovane ye, bê hebûn û hevevîna her du aliyên wê ( jin û mêr ) naçe serî, û gava her du helbestvanên me, di evînê de, bê par xuya dibin, bê guman em dikarin bibêjin, tevî ku her yekî ji wan dilberek heye jî, lê ezmûna wan ji ber kêmasiyê dinale, ji ber ku ev rengdêrên pêjindar ( hissî ) tîbûneke evînî diyar dikin, û nebûna hevevînê teqez dikin. Lewre em bawer in, ku ewna û yarên xwe negîhane hevdu. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku
ezmûna wan, ya evînî, neçûye serî, û ewana bê par mane, çimkê evîn têkiliyeke, ku di bingeha xwe ya biyolojîk de, li ser xwaziyeke peyatî ( cinsî ) vedine, û pêk tê, têrkirina wê xwaziyê ji bo dûzana kesayetiyê ji warê derûnî de pêwîst e.
ezmûna wan, ya evînî, neçûye serî, û ewana bê par mane, çimkê evîn têkiliyeke, ku di bingeha xwe ya biyolojîk de, li ser xwaziyeke peyatî ( cinsî ) vedine, û pêk tê, têrkirina wê xwaziyê ji bo dûzana kesayetiyê ji warê derûnî de pêwîst e.
Lê gava evîndarên şeyda (muteyyem), ji ber hin sedemên civakî, û ayînî, nikarin wê xwaziyê, bi awayê biyolojîk, têr bikin, ewana di navbera pesna beşên gewdên yaran re, wek dêm, çav, lêv, gerden, û sîngan, wê xwaziyê têr dikin, û kesayetiya xwe bi dûzan û lihevhatî diparêzin. Lê ev têrkirina manewî, ku dûzana kesayetiyê diparêze, derbirîna hunerî ku asta wê bilind e, jê re divê. Ma gelo derbirîna her du helbestvanên me gîhabû vî astayê bilind, an na?!.
Helbesta Mela kilasîk e, ji 30î malikên, ku li pêlewaza remel a(urûda erebî ) siwar bûne, pêkhatiye. Pêlikên wê jî ev in (فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن – faîlatun, faîlatun, faîlatun ), di her birekî malikê de sê caran dubare dibe, ango bi tevayî şeş caran di her malikekê de dubare dibe, lê helbestvan dikare ji dêvla şeş caran, çar caran dubare bike.Mela jî weha çûye, û ya çarê jî di birê duwem de bi kurtahî haniye, û (faîlun فـاعِـلـُنْ) hêştiye. Ev yeka ne şermeke hunerî ye,lê lerzîna hêrsê helbestvan, di vê penavê de, dide xuyakirin, û bêtebatiya, ku ji dest germa evînê tê de dijî, eşkere dike. Lê bêtebatiyeke nerm e, ti caran derbas astayê xewrevînê nabe, ji ber ku wêneyên helbestî li nik wî bi dûzan û lihevhatîn in, û tebata wî teqez dikin:
Şox û şengê, zuhre rengê.
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê şepalê, miskî xalê,
dêm durê, gerden şemalê,
cebheta biskan sema lê.
Dil ji min bir, dil ji min.
Şox û şengê, zuhre rengê.
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê şepalê, miskî xalê,
dêm durê, gerden şemalê,
cebheta biskan sema lê.
Dil ji min bir, dil ji min.
Bi rastî jî, derûna mirov ji komek hestan peyda dibe, û qeşengî û ciwanî jî wan hestan dikşêne û dilerizîne. Lewre em li hember lerizîna ku, wê keçika şepal, dilrevîn û bisksema berdaye hestên Mela, bi carekê mat nabin, çimkê tiştê, ku dilan dihejîne, hêjaye, ku ciwan be. Bi vî awayî girêdanên, ku di navbera destpêkan û encaman de hene, zelal û rava li ba Mela xuya dibin.
Çarînên helbesta Mela, tev bi vî awayî rêz dibin, û serkeftina wî di penava şêweyê kilasîk de berçav dikin. Di afirînên hunerî de, divê durvên wan berdestiya naverokan bikin, eger ne wusa bin, ew afirînan birîndar dibin, û bandora wan li xwendevanan sivik dibe, ji ber ku hîngê nerastiya hunerî, ya hunermend, berz xuya dibe. Lewre gava helbesta Mela bi kêş, rêzbend, wêne, û peyvên xwe ve lihevhatî û bi dûzan tê, rastiya hestên wî yên evînî, tevî ku belkî yarê lê ne guhdar bû jî, berbiçav û teqez dike.
Cegerxwîn jî ev babet daye ber xwe, lê şêwe û ramanên Mela tev li nik wî diyar in. Reh (kok) û damarên wateyên wî ji yên Mela dipişkivin. Xwendevan dikarin li her du helbestan vegerin, da bi xwe bibînin. Ten ê em dixwazin li nik hin rengdêrên, ku Cegerxwîn xwastibû wan biguhêre, rawestin, da bibînin ka helbesta wî hevber e, an lasey e (teqlîd).
Dilbera Mela dêm nedîr e, ango bi ronahî ye. Cegerxwîn ev wate birî û gotiye “ Dêmên ji rengê tavê “ . tenê peyv guhertiye û wate jî wek ya Mela hêştiye, ji ber ku her du peyvên nedîr û rengê tavê wateyekê didin. Dîsan gotiye “ Dêm ji şana hingivînê “. Ev wêne ji her du aliyên wateyê û zimên ve ne lihev e, ji ber ku ciwaniya hingiv çêjtî ye (zewqî) û ya dêm çavkî ye ( nerînî, dîtinî ). Ango rewşeke hevbeş di navbera her du aliyên wekhevbûnê (teşbîh) de nîne. Ev yeka rewanbêjiya vê wekhevbûnê lawaz dike. Ji warê zimên de jî, ya rast ew bû, ku bigota ( Dêm ji şana hingiv e ) an ( Dêm şana hingivîn e) an jî ( Dêm şana hingivînê ). Ji ber ku ( ê ) di hevoka Cegerxwîn ne kirar e, belê wê (ê )yê rengdêra dilberê xistiye şûna navê wê ,û bang wê dike, (wek çawa mirov dibêje : Bejinbilindê, û mebesta wî :” lêêê bejinbilindê” ye ), pêre jî divyabû, ku hevoka Cegerxwîn bê daçek ( ji ) ba, û bigota : ( Dêm şana hingivînê ), ne (Dên ji şana hingivînê).
Em bawer in, ku kêşê û rêzbendê (qafiye) Cegerxwîn neçareyî vê çewtiyê kirine, lewre ev wêne li ba wî qels û sist bûye, ji ber vê yekê jî ev wêne negîhaye rewaniya, ku bi perê Mela sazbûye.
Ebriwên dilberên her du helbestvanan heyv û kevan in, ango xwar û zirav in, lê yên ya Cegerxwîn wek (das) ê ne jî “ Ebriwên wek heyv û dasê “. Hebûna (Das)ê di vê hevokê de nazikiya vî wêneyê hunerî birîn dike, ji ber ku xweristiya wê ya hesinî sitemeke dijwar li ebriwan dibarîne, û Cegerxwîn der heqê wê keçika ( ciwan û newq zirav ) de tawanbar dike.
Biskên wan dilberan mîna tîpa (dal) in, ango lihevgerîn in. Li ba Mela heya dawiya helbestê lihevgerî dimînin, lê biskên yara Cegerxwîn wusa namînin; hin caran (dal)in, û “ bûne çember bisk li dor “ dêm, û hin caran jî “ bisk li ser dêm bela “ nin.
Tiştê aşkere ew e, ku biskên wek ( dal û çember ) lihevgerîn in, lê yên ( bela ) bi ber jêr de dadigerin û diherikin, ango yên lihevgerîn û yên belabûne ne wek hevdu ne. Bi ser de jî Cegerxwîn me li hember rengê wan biskan mat dihêle, gava dibêje: “ Şê gulî berdan bi mestî “, û di dû re jî yekser dibêje: “ Por şevê, rû rengê tavê “. Em nizanin çawa biskên şê ( çîl/ber bi zer ) û porê reş dê li ser yek serî bêne xuyakirin?!.Lê tevî vê jî, ev wêneyê hunerî, ku şevê (tariyê) û tavê (ronahiyê) li gel hevdu girêdide, hem lerzîneke ciwan berdide dil û hestên xwendevanan, û hem jî berztirîn rengdêrên wêneyê nûjen; ango matmayîn û havîbûnê, diyar dike, û hemdemiya Cegerxwîn dide xuyakirin.
Cegerxwîn, di pehnava rengan de, careke dîtir dikeve vê çewtiyê, ji ber ku hin caran yara xwe sipî bêşkêş dike “ Dêm sipî, xal gewr û sorê “ , “ Rengê berfê sîng û zendê “, û hin caran wê bi rengê gewr li me dimîne “ Borcewazê, gewr û nazê “.
Tevî ku em dizanin her du rengên ( sipî û gewr ) ji hevdu ve nêzîk in, lê ji hevdu cudan in jî, bi carekê çênabe, ku tiştek bi her duwan bête pesinandin. Weha mirov pê hay dibe, ku Cegerxwîn pesna du jinan, an du keçan dide.
Cegerxwîn, di vê helbestê de, pirîcar xwe bi ser Mela de pal dide, û wateyên wî bi kar tîne û dubare dike. Gava pesna gotûbêja yara xwe dide, dibêje: „ Peyve qendê „, Lê Mela berê gotibû „ Şêrîn kelamê „, û gava qala pergala wê ya civakî dike, dibêje: „Ketme tora borcewazê „ û „ Ez birim birca serayê „ lê ev wate jî ji ba Mela biriye, çimkê Mela berê gotibû: „ Totiya eywan meqamê „.
Ev têbînên, ku me li jor diyar kirine, didine xuyakirin, ku Cegerxwîn di bin bandora Mela de milxwar e, û di gelek wêne û wateyên xwe de deyndarê wî ye, bi ser de jî hin caran wate, wêne û zîmbolên hunerî yên Mela di destên wî de lerizîne. Gelo çi yê nehênî di paş vê yekê de heye?!.
Gava em bibêjin, ku raman zimanekî bê deng e, û ziman jî ramaneke bi deng e, em hîngê ti tiştê nehênî aşkere nakin, ji ber ku civaknasan ji zû de tiliyên xwe dane ser vê rastiya, ku lihevhatina raman û zimên pêwîst û diva dibîne. Lewre gava raman di hişan de ne sayî û ne zelal be, an di bin mij û dûmên de mexelî be, hîngê ziman û şêweyê, ku wê ramanê diderbirîne, lerzandî û bê dûzan tên. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin, ku wêneyê dilberê di hişê Cegerxwîn de ne numa ye, çimkê hin caran pesna wê bi rengdêrên, ku berevajî hev in, dide, wek ( sipî , gewr, porşev, şêgulî ). Ev yeka dide xuyakirin, ku ne evîn û derbirîna ciwanî, belê bîranîna şêweyê avakirina helbestê û reseniya zimên xem û qisaweta Cegerxwîn bû.
Belê… Me gotibû, ku Mela jî ji hevevînê bê par e, lê bê guman wî dilberek daye ber xwe, û jê hez dike, û kela evînê û ya bêpariyê di vê helbestê de dirêje. Gîhaye dilberê yan na, ev nabe mijara pirsê. Lihevhatina naverok û durvê helbestê û awayê derbirînê nîşanên vê baweriya me ne. Lê mixabin ne tenê wêne û zîmbolên hunerî li ba Cegerxwîn cih negirtine, belê peyv û wateyên wî jî pirîcar bê hevgirêdan hatine. Li vê çarîna jêrîn binêre, û bide ber a ku di dû re tê:
Ketme tora keyxwedayê.
Min dema awir vedayê.
Dane dil lerzîn û tayê.
Dil ji min bir, ahî dil.
Ketme tora keyxwedayê.
Min dema awir vedayê.
Dane dil lerzîn û tayê.
Dil ji min bir, ahî dil.
Wate û peyvên vê çarînê mîna cûbareke biharê, hêdî û nerm li gel hevdu diherikin, xêza dawî bersiva her sêyên berê ye, û encameke xweristî ye, ku ji wan zayî ye. Lê gava em li vê çarîna ku yekser di dû ya jorîn re tê, binêrin, bê guman em hinekan ji hevokên wê bê hevgirêdan û bê hevtêkilî dibînin:
Lê dema dilber vewesta.
Mesrefa qehwê di desta.
Sed xwezî min jê bixwasta.
Dil ji min bir, ahî dil.
Xêza dawî ji bo ya yekem ancameke xweristî ye, lê her duwên dîtir bê hevgirêdan, ne li gel hevdu, û ne jî li gel yên din, ketine wê navberê. Evê kêmasiyê di du – sê çarînên dîtir de jî cih girtiye.
Lê dema dilber vewesta.
Mesrefa qehwê di desta.
Sed xwezî min jê bixwasta.
Dil ji min bir, ahî dil.
Xêza dawî ji bo ya yekem ancameke xweristî ye, lê her duwên dîtir bê hevgirêdan, ne li gel hevdu, û ne jî li gel yên din, ketine wê navberê. Evê kêmasiyê di du – sê çarînên dîtir de jî cih girtiye.
Helbesta Cegerwîn jî wek ya Mela li kêşa pêlewaza ( remel ) siwar bûye. Lê hin caran peyvên wê li kêşê nehatine, lewre jî helbestvan ji neçare peyvên welê guhertine, û wate kiriye qurbana kêşê, wek peyva ( xwînvexwar ), ku kirasê kêşê lê teng bûye, hema Cegerxwîn kiriya (xwînxwar) û gotiye: “ xûnxwarê, Teymûrî – Dame ber top û tivingê “.Li gor wateya hevokê, û di vê pehnavê de, peyva ( xwînvexwar ) rastir e, ji ber ku gava ravakirina zor û sitemê mebesta gotinê be, Kurd dibêjin ( xwînvexwar ) lê nabêjin ( xwînxwar ).
Weha diyar e, ku helbestvanê me gelek caran dibe dîlê kêşê. Ev yeka di rêzbendê de gelekî sayî xuya ye. Cegerxwîn pirîcar peyvan li gor dûzana kêşê bi kar tîne, û diguhêre,wek (hingivînê ), ku me berê nîşan kiribû, û peyva ( dasê ), ku em bawer in, eger ne ji bo dûzankirina rêzbendê ba, wê bi kar nanîba, her weha peyva ( zendê ), di vê xêzê de “ rengê berfê, sîng û zendê “ ku divyabû bêyî vê ( ê ) yê bihata, ji ber ku ew bangê li dîlberê nake, belê mebesta wî ew e, ku sîng û zendên wê wek berfê sipî ne, pêre jî divê (ê) ji dawiya peyva (zend) bihata avêtin.
Wek me di xeleka pêşîn de diyar kiribû, ku gelek miletên din, di demên raperînên rêzanî û çandî û wêjeyî de, berên xwe bi ber pêşiyan de dane, ew û berhemên wan rêzdaran anîn bîriya xwe, û aferînên xwe li gor yên wan pêşiyan afirandin, wek çawa helbestvanên Ereban ew gav avêjtin, û beriya wan jî helbestvanên Girîkan û Latînan, di çerxa raperîna şiyarbûna Ewropa de, bûbûne qublegaha helbestvanên Ewropayê.
Weha diyar e, ku mebesta Cegerxwîn jî ew bû ku, bala rewşenbîr û helbestvanên serdema xwe bi ber awa û şêweyê pêşiyan de bikşêne, da li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin, ji ber ku ziman û wêje yekemîn parêzerên milata ne, dikarin wan ji ber davên pişaftinê biparêzin.
Ev hewildana Cegerxwîn, tevî hebûna hin kêmasiyan,li hember ya Melayê Cezîrî, dide xuyakirin, ku wî nirxê helbestvsaniya pêşiyan û hukariya kelepûrê baş nas kiribû, û karîbû vê riyê li pêş helbestvanên serdema xwe, wek Tîrêj, Keleş û hinên din veke, lê hewildana wî, di vê helbestê de, ji hêla ramanî de,di qunaxa (tomarkirina kelepûrê) de dimîne, û negîhaye qunaxa (derbirîna bi kelepûrê), û ji hêla şêwe û huner û avakirina helbestê de, eger xwe ji derbirinên laseyî (teqlîdî) rizgar kiriba, dê ji bo helbesta hevber ya hemdem, mînaka peyebilind ba.
Hannover 27. 11. 2011
* Ji bo helbesta Cezîrî biner: El-Eqdilcewherî fî Şerhî dîwanî Eşşeyx El-Cezerî. Bi zimanê erebî. E. Zivingî. Çapa duwem. Sala 1987. Çapxana Essebah, Qamişlo. Rûpel 481- 486.
* Ji bo helbesta Cegerxwîn biner: Kîme ez. Çapa yekem,sala 1973, Libnan. Rûpel 229- 234.