Dr.Ebdilmecît Şêxo
Eger mirov rexnan nepejrîne , dê şaşiyên xwe pirtir bibin ,paşê ew nikane xwe ji wan şaşiyan rizgar bike …. rexne karekî hişmendî ye û pêdariya rasteqînî ji hiş re , ew e ; ku ew hiş nêrînên cuda bibhîse ,wan nêrînan bixûne û sûdan ji wan bibîne.
Zênefon
Wek em dizanin ku tevgera azadîxwaza Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi awakî fermî di 14 .06.1957 an de destpêkirî ye,lê mixabin di sala 1965 an de dabeşbûna yekê di partî dêmokrata Kurd de çê bû û ew bi van navan ( Rast û Çep ) di nav gelê me de hatin naskirin .
Li dawiya dawiyê hejmara partiyên me pirtir û pirtir bûn , ango niha ewanan ji 14, 15 partiyan pirtir in . Bê guman perçebûna tevgera me ya dadmend dilsariyek û reşbîniyek di nav gelê me de çê kir,gelek rexne ji aliyê miletê me de arastî rêber û pêşengên partiyan bûn,lewra hin partiyan yekbûn di nav xwe de ava kirin û di pişt re jî hin çarçewên Kurdî ji hin partiyên tevgera me ava bûn(Hevbendî , Enî, Hevrêz, Encûmena siyasî ) .
Lê divê em bêjin jî; gelek partiyên tevgera me ji zû de daxwaza bestandina kongira niştimanî ya gelê Kurd dikirin,bê guman ew daxwaza; hêviya gelê Kurd jî bû.
Piştî destpêka şoreşa aştiyane li Sûriyê, partiyên tevgera me gavên xwe berve girêdana kongira niştimanî lezandin . Di 26-27.10.2011ê de kongira niştimanî bi beşdarbûna 150 kesayetiyên serbixwe ,yên ku ji hemû qatên civaka kurdî haitibûn hilbijartin û ji sed nûnerên partiyan û di bin sîbera van parolên jêrîn de li Qamoşlê li darket. 1- Ji bo pêkanîna armanca raperîna aştiyane,( azadî û rûmetî ) ji gelê Sûriyê re .2- ji bo dewleteke dêmokrat ,perlemanî , geljimar ku di wir de mafê netewî yê gelê Kurd were dupatkirin û parastin .3- Bila di destura dewletê de gelê kurd mîna pêkhatiyeke netewî û serke were pejrandin û nasîn . 3-Bila cudabûna netewî , olî , ta-îfî tune be!,4- Bila dewleteke welatparêz ,zanistiyane û dêmokart ji hemû hemweltiyên Sûriyê re hebe !5-Bila zor ,lêxistin û zivrûzengî tune be ! Azadî ji hemû girtiyên siyasî re li Sûriyê .
Kongire ji aliyên hin rîberên partiyan û çend kesayetiyên serbixwe bi bêhneke sincî ,siyasî berferh bi rêve hate birin û serpereştkirin .
Piştî ku ji aliyê komîta birêvebir de sê pirojeyên belgeyên rêzanî ji beşdaran re hatin xwendin, endamên kongirê di heyameke siyasî û dêmokrat de nêrîn û baweriyên xwe bê perwa li ser hin xalên siyasî derbirîn , serok û berpirsiyarên partiyan bi sîngên berferh têbînî û rexneyên beşdaran guhdar dikirin , piştî gufteguyên şarastanî û rexneyên bajarvanî , ewan kanîbûn guhertin di hin xal û biryarên siyasî de yên pêşkeşkirî de çêkirana.
Ji giringtirîn biryarên siyasî di kongira me de bi van wateyan bûn:1- Di warê niştimanî de weha hate çespandin ; ev buhrandina (kirîza) welatperwerî û hewşvedayî ku li Sûriyê çê dibe;destlata Sûriyê ji ber wê de berpirsiyar e . ji sala 1963 an de partiya Bes zorê li miletê Sûriyê dike , ewa li dijî baweriyên azad e,ta niha ewê nikanî bû serastkirnên dêmokrat li welêt bi pêkbihaniya ,ewa rêzdariyê li mafên mirovan nagre . Di encama vê zordestiyê de, di 15 .03 2011 ê de pirîska şoreşê li piraniya parêzgeh û bajarên welêt vêket , ev şoreşa daxwaza azadiyê û parastina rûmeta gelê Sûriyê dike . Herweha jî ,kongirê dupat kir; kutakirina vê kirêzê, tenê bi guhertina destlata zordar bi hemû bingehên xwe ve ; rêxistinî ,siyasî , ramanî û ji hevşelandina dewlata asayêşî çê dibe û li dewsa wê(destlata zordar) avakirina dewletek zanistî , dêmokratî , perlemanî bi baweriyên cihda û li ser bingheke ne navendiya siyasî , ne riçperest ava dibe û herweha jî divê li şûna vê dewleta setemkar , dewleta dezgehan û yasa pêkwere .Herdîsan kongirê ji dewleta Sûriyê daxwaz kir ku pêwîste ewa hemû hêzên leşgerî û asayêş ji bajaran vekşîne . 2 –Di sebaret gelê Kurd de; kongira niştimanî weha dupat kir : Gelê Kurd li Sûriyê resen e , ew li ser axa xwe ya dîrokî dijî û ew beşek e ji pêkhatiyên civakî , niştimanî li Sûriyê, lewra pêdivê hebûna miletê Kurd wek pêkahatiyek sereke ji pêkhatiyên gelê Sûriyê û ewa mîna netewa duhem di desturê de were pejrandin .Herweha divê çareseriyek dêmokrat û dadmend ji doza netewayetiya gelê Kurd re were dîtin ,herwisa pêwîste di vê çareçewê de, mafê çarenûsî ji gelê Kurd re di hundir yekitiya welêt de were dupat û tekuz kirin. 3-Kongirê got: ji ber ku liv û bizavên xortên Kurd beşeke ji şoreşa aştiyane li Sûriyê, divê em piştvaniya bizav û livên wan bikin. 3- kongirê dupat kir ku divê serbestiya baweriyên olî , rêzgirtin û parstina wan di desturê de hebin, herweha jî divê mafên netewî ji gelê Suryan -Keldo – Aşurî û kêmnetewên din re werin parastin.
Dîsan jî, kongirê biryarek rêxistinî pir giring istand ; ango ewê got:Bila hemû çarçewên rêxstinên Kurdî ji holê rabin û nemînin 1-(Enî),2-( Hevbendî), 3-(Hevsazî ),4- (Encûmena siyasî).
Di dawiyê de, kongirê hevdîtin û hevpeyvîn bi çarçewên rêxistinî –niştimanî yên rikbir re spart (Komîta pêkanînê),( ya ku di kongirê de hatiye hilbijartin )û eger kî ji rêxistin û çarçewên niştimanî yên rikbir, pirtir biryarên kongira me bipejrîne , divê hevkarî û hevsazî bi wan re çê bibe .
xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx
Di 11.11.- 12.11.2011(komîta pêkanînê ji (45) endaman ) civîna xwe dîsan li Qamoşlê li darxist,
di vir de danûsatandinên berferh li ser rewşên rêxistinî û siyasî çê bûn;di encamê de ,biryarên giring hatin istandin. 1- Divê hin heval bi navê kongira niştimanî têkeliyan bi hemû partiyên din û hevsaziyên xortan re (yên ku di kongir de beşdar ne bû ne ) bikin û pêdivê ew deriya kongira niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji wan re bê perwa vekin .2-( Komîta pêkanînê) ji biryarên komkarên welatên Erebî dilxweş bûn ,lewra jî di vir de biryar hate istandin ku pêwîste nûnerên kongira niştimanî li komcivîna (Komkarên welatên Erebî )beşdar bibin .
Lê ,ji ber ku komcivîna welatên Ereban pir nêzîk bû, tu kesî ji endamên (Komîta pêkanînê )nikanî bû xwe ji bo beşdarbûnê pêşkeş bikira , lewra jî ,( komîta pêkanînê)( 6 ) kes ji Ewropa û endamê (komîta Pêkanînê) rêzdar Ebdil Hemîd Derwîş ( niha li Kurdistana Başur e ) pêşniyar kir ku ewanan li komcivîna welatên Erebî beşdar bibin, deng û daxwazên gelê Kurd bi serdar û berpirsiyarên welatên Ereban û bi hemû hêzên Erebî -Sûrî yên rikbir bidin bihîstin.
Di dawiya civînê de, komîtek çûktir ji (23) endaman; (11) endam ji partiyên kurdî,( 12)endam ji kesayetiyên serbixwe bi navê (Nivîsgeha parêzrwerî (Amandarî ,pişterast) ya giştî) ji (Komîta pêkanînê )hate hilbijartin.
Di dawiyê de pir pêwîst e û cihê balkêşiyê ye ku em bêjin ; kongira me ya niştimanî û civîna (Komîta pêkanînê) pir di heyameke dêmokrat de derbaz bûn, rexne û sirincekêşî bi şêweyên vekirî û zelal dihatin holê,rêberên partyên me û kesayetiyên serbixwe bi bêhna fereh danûstandin dikirin û rexneyên hevdû bi hilmên xweş û bê awirdan dipejirandin û sûden rêxistinî û siyasî ji hev didîtin,lewra jî li dawiya dawiyê kongira me biryarên hişmendî , ramyarî li gor gengazî û taybetmendiya rewşa gelê Kurd ji pir aliyan ve li Sûriyê istandin.
Di paşgotinê de, divê em ji gelê Kurd li Sûriyê re bi kêfxweşî bêjin ; KONGIRA NIŞTIMANÎ LI WE PÎROZ BE !