Xebata Rezo wek Sernivîser di Rojnamegeriya Kurdî de

Berzo Mehmûd

Ev bû nêzîkî hijde sala ye ku ez Rezo ji nêzîk ve nas dikim, û pêwendiyên min pêre di coka rojnamegeriya Kurdî de  drust bûn, û di coka rewşenbîriyê de berdewam kir ta ku canê xwe siparte Xudayê Mezin. Me gelek dem pevre bûrand çi di karê govara Pirsê de, û çi jî di civatên dervî Pirsê de, ku piraniya van civatan peyv û axaftinên me, yan di buwara ziman de bûn, yan jî derbarî wêje û rewşenbîriya Kurdî de bûn.
Rezo yek ji çend rewşenbîrên Kurd yên pêşeng in di tevgera xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî de, ku govara Stêr wek em hemî dizanin li ser destê Rezo û Zagrosê Haco hate damezrandin û bîst jimar belav kirin. Ji ber parçebûna partiya Hevgirtina Gel ya ku li pê Stêrê bû, Rezo dev jê berda û kete nav karwanekî  nû de ku ew jî du Gelawêj û Stêr û Rê û hemiya pevre govareke nû derxistin, ku navê wê jî kirin (Pirs). Rezo xebata xwe di Pirsê berdewam kir ta ku nexweşîyê, mixabin, ew ji nav me revand.     
Rezo yek ji wan nivîser û zimanzanên Kurd yên ku roleke girinig û hêja di nivîsîna zimanê Kurdî de leyist, û berhemekî gelek xweş ji têkistên Kurdî belav kirin û pênûsa xwe ya zêrîn di gelek nivîsîn û berheman de bikartanî:  kurteçîrok û helbest û gotar û wergêran û pêşgotin ji bilî serrastkirina nivîsarên derve yên ku ji govarê re dihatin bo belavkirinê. Rezo ticarî şavê wî ji kar nedişkest, herdem jêre amade bû, vê yekê giyanê hevalan dilivand û ew geş dikirin. Helbet hevalên dîtir jî hemî bi wê cansivkahiyê karê xwe dibirin serî. Ya dîtir eger em govara Pirsê bidin ber govarên Kurdî yên dîtir, Pirs  yekemîn govar e di astê nivîsînê de di nav Kurdên Sûriyê de. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku rastiyeke berçav e, lê ne ku kêmasî û şaşîyên wê nînin. Karekî dîtir jî heye ku ew jî xebata Rezo di derxistina govara Ronakbîr de her ev jî govara partiya Hevgirtina Gel bû, ya ku sikirtêrê wê Selah Bedredîn bû. Govara Ronakbîr li ser pelên mezin dihate çapkirin û belav kirin, jimarên wê wek ji min re hate gotin hindik bûn. Vê govarê nêzîkîsalekê berdewam kir û çend jimar jê derketin. Piştî salekê, govara Ronakbîr rawestiye û Rezo berê xwe da avakirina govareke nû ku ew jî govara (Stêr) bû, ya ku bi kar û xebata sê rewşenbîrên Kurd: Rezo, Zagros, Evdisemed pêkhat, herweha bi alîkariya çend peyamnêr  û nivîserên dîtir jî ku navê wan di nivîsarên wan de hatiye.  Inca em dikarin bêjin ku du qûnaxên serekî û temendirêj di jiyana Rezo de diyar dibin ku ew jî:
1.       Qûnaxa govara Stêr e
2.      Qûnaxa govara Pirs e
Berhemên Rezo di govara Stêr de
Rezo piraniya berhemên xwe di govaran de (Ronakbîr, Stêr, Pirs) bi navê Rezo, Rezoyê Osê, Aro belav kirin.
Berhemên Rezo di govara Stêr de ev in:
n. = nivîsîna
b. = berhevdana

Jimar
Navê babet û navê nivîser
Nifşê babet
1/1983 Kêça kezîkur, Berhevdana Aro folkilor
  Em evin    Parçe helbestek
  Newroza gundê me Helbest
  Çûka ser hêlînê parçepexşan
  Zanîna Kalan (I) Pêkanîna Rezo buwara folkilor
  Kemalê Tirik      n. Aro helbest
     
2/1983 Kêzê,           b.  Aro folkilor
  Zanîna kalan(II), pêkanîna Rezo buwara folkilor
  Kevir, çîoka zarokan ji wjeya Bulgarî wergêran
  Kî ye Diz?  n. Bavê Nazê lêvegeran
3/1983 Bersivdan   n. Aro çîrok
  Zanîna kalan(III), pêkanîna Rezo buwara folkilor
  Behwer neke, pêkanîna Aro serpêhatî
  Rovî Beranê Kovî,  b. Aro folkilor
4/1984 Zarokên me   n. Aro helbest
  Şengê û Pengê  b. Aro folkilor
  Zanîna kalan(IV), pêkanîna Rezo buwara folkilor
5/1985 Destbiratiya rovî û mele, Ji çîrokên Helîmê dengbêj, b. Aro folkilor
  Bavê Hepûnê Ji çîrokên Helîmê dengbêj,  b. Aro folkilor
6/1985 Bavê Hepûnê ji çîrokên Helîmê dengbêj, berhevkirina Aro folkilor
7/1986 ………………………………………….  
8/1987 1- Mencê (leyistikeke tyatroî ye,
ji sê parça ye), nivîskar Aro
şano
  2- Pîra bê dinan Daneheva Aro folkilor
9/1988 Xoşewîst (leyistikeke tyatroî ye,
ji sê parça ye), parçê yekê, nivîskar Aro
şano
  Metelokên Kurdî, (6 metelok in). Berhevkirina Rezo folkilor
10/1988 Xoşewîst, parçê diduwa û parçêsisiya tîpguhastin
  Roşinbîrî Kurdî le Yekîtî Sovyêt da, ji govara Pêşeng 4/1983, tîpguhêz Aro, (ji tîpên Erbî kire Latînî).  
11/1988 Finda Çemal, berhevkirina Aro Çîroka folkilorî
12/1988 Bîrûbawerî Nîştimanperwerî le folkilor û Edebî Kurdî da. Ji govara Pêşeng, jimare 4, 1983, nivîsîna Qenatê Kurdo, tîpguhêz Aro tîpguhastin
13/1989 Bîrûbawerî Nîştimanperwerî le folkilor û Edebî Kurdî da. Berdewam dikê tîpguhastin
  Çîroka Hevaltiya Beqê û Tûpişk, daneheva Azad folkilor
14/1989 Bîrûbawerî Nîştimanperwerî le folkilor û Edebî Kurdî da. Berdewam dikê tîpguhastin
15/1989 Bûyerek ji dîroka winda, Aro gotar
16/1990 Şêx Nûreddîn Birîvkanî: Muhemed çûye Mihracê yeqîn her ez eew im ya Reb  
17/1990 …………………………………  
18/1990 Tizbihên Kehreman (çîrok), Aro  
  Bîblografiya ferhenge Kurdîyekan, ji govara Pêşeng, jimare 5, tîpguhêz: Aro tîpguhastin
19/1991 Dara Miradan, (li ber kelepor), nivîsîna Rezo  
  Xwedîkirina Zarokan, nivîsîna Rezo gotar
  Çî be ser hat? Ji govara Rêgay Aştî û Sosiyalîzim, jimare 20, 1989, Tîpguhêz: Aro tîpguhastin
20/1991 Çî be ser hat? Ji govara Rêgay Aştî û Sosiyalîzim, jimare 20, 1989, Tîpguhêz: Aro tîpguhastin
  1. Berhemên Rezo di govara Pirsê de

Piştî ku partiya Hevgirtina Gel bû du parçe, parçeyê Hesen Salih û Fûad Elîko li gel partiya serkirdayetiya yekbûyî yan hevbeş bûn yek û partiyeke nû ava kirin ku navê wê bû Partiya Yekîtî. Vê piroseyê li ser astê xebata rewşenbîrî jî ber firt û govareke nû derçû ku ji çend govarên serekî wek: Gelawêj, stêr, Rê.
  

Jimare û sal   KURTEÇÎROK
  kurteçîrok (Rotika yadê pîrê), çêrokeke civakî ye, di hejmara yekem de hatiye weşandin
  kurteçîrok (Hêlîna talankirî), çêrokeke civakî ye, di hejmara duyem de hatiye weşandin.
  kurteçîrok (Newala xencerê), ew jî çêrokeke civakî ye, di hejmara çarem de hatiye weşandin
    ÇÎROKÊN FOLKILORÎ
12, S: 3
1997
çîrokên folkilorî 1. (Kerkurmî û Çoxsoro), di hejmara 12an de, bi navê Rezo hatiye weşandin
11
1997
çîrokên folkilorî 2. (Fatika Gavan), çêrokeke folklorî ye, ji bo zarokan. Di hejmara 11an de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
14/6
1998
çîrokên folkilorî 4.   (Finda şamal), bi navê Aro di hejmar 14an de hatiye weşandin.

40 çîrokên folkilorî 5.   (Keçên pîrê)
    LÊKOLÎN
  lêkolîn (Firazyolociya Kurdî), lêkolîneke rêzmanî e zor hêja ye, di hejmar pêncan de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
7/8 lêkolîn (Xwedîkirin û guhadana zarokan di civaka Kurdî ya kevin de). Di vê lêkolînê de Rezo roniyê tavêjê ser awayên xwedîkirin û perwerdekirina zarokan li nik Kuda çilo ye.  Çilo pîreka Kurd zarokên xwe xwedî dikê. rê û rêbazên Ehmedê Xanî wek ku di (Nûbuhara Biçûkan) de hatiye didê xuyakirin.
31/32 lêkolîn Lêkolîneke bi navê (xwendinek di berhemên Cegerxwîn de).
    wergerandin
4 wergerandina kurteçîrokê ( Vê carê), kurteçêrok e, ji Erebî hatiye wergerandin.
13 wergerandina kurteçîrokê ( Hollê Xanim ), çîrokeke zaroka ye, ji zimanê Almanî hatiye wergerandin.
10 wergerandina şano Mirina kew), şano ye, tirecîdiyek ji sê perda ye, ji Erebî hatiye wergerandin, û bi navê Aro.
    Gotar
14
1998, 6
gotar (Nêzî nimêjê nebin, pirseke kovadar) têbîniyên xwe li ser çîrokeke Kurdî nivîsiye.
15
1998, 6
gotar (Kî berpirsyar e?) li ser nivîskar û xwendevan û çapemeniya Kurdî ye 
16
1999, 7
gotar (Rojnamegeriya Kurdî, nimûne ya Sûriyê),  li ser rewşa rojnamegeriya Kurdî li Sûryê nivîsiye. Ev gotar ji bo şeva sedsaliya rojnamegeriya Kurdî, ya ku 22.04.1998 li bajarê Qamişloyê hatî lidarxistin, hatibû nivîsandin
17
1999
gotar ((Hilweşandin)), gotareke rexneyî ye, mijara wê li ser têkiliya di navbera nivîskar û siyastvan de ye, dibêjê: “gelek nivîser ji war û pîvanên rewşenbîrî dûr in” “Ya baş û asan ew e, ku nivîser xwe, di warê nivîsandinên xwe de, siqa bike, da ji kelevajiyên wêranker bê şûştin û ji ezîtiya xapandî dûr bikeve.”
18
1999
gotar ( Malî ava ), têkisteke wêjeyî ye li ser nirxên dostaniya rast û jidil.
22/23
2001
gotar – Bîranîna koçkirina Mîr C. A. Bedirxan, R. Osê
– Bandora Mîr Celadet Alî Bedirxan li Kurdên Binxetê.
26 gotar Pêşgotineke dirêj bi navê (rola xwêner)
27 gotar Gotareke bîrî û felsefî bi navê (Kerşeytan)
33/34 gotar Pêşgotina hejmara 33/34an, wek gotarekê di bin navê Aro de nivîsiyê, û li ser sincên mirovê Kurd bi tevahî, û rewşenbîrên Kurd bi taybetî nivîsiye.
35 têkisteke wêjeyî têkisteke wêjeyî, bi navê (Palo rabe), ew bi xwe helbesteke nûjen e. naveroka wê: bangek e li helbestvanê Kurd, Mele Ehmedê Palo, û di riya vê helbestê de nivîser mizginiya azadîyê didê Palo.
    Rîportac: sê rêportacên Kek Rezo di kovarê de hatine belavkirin
21 rîportac 1 1. Rûportacek bi navê (Yobîla zîvîn a bîst û pênc saliya goçkirina Mele Ehmedê Namî)
33/34 rîportac  2 2. Rêportacek têrkirî li ser (Rojên wêjeyî li Diyarbekrê) ku li sala 2004an hati bûn li dar xistin, nivîsandibû, û di hijmara 33/34an de hatiye weşandin, Kek Rezo bi xwe jî lê amade bûbû.
41 rîportac 3 3.   Di sala 2008an de festivalek jibo Seydayê Cegerxwîn li Hewlêrê li dar ket, Kak Rezo hem têde beşdar bû, hem jî rêportacek bi navê (Cegerxwîn -festivala Hewlêrê) nivîsî û di Pirsê de belav kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…