Îro çilroj

Luqman Silêman

Îro çilroj di ser emîdê pakrewanên şoreşa Surî re derbasdibê û hîn şoreş berdewam e. Û şoreşvana bi xwîna pakrewanê xwe sûndxwarine ku şoreşê bighîni n dawî û rijîmê birûxîni n. Nemir Mişhel Temo xwediyê dengê bilind û aza bû. Hîn ew dengê wiyê bilind û aza di guhê şoreşvanade ye. Em tev dizani n ku ev rijîma Surî dengê bilin û aza naxwazin û çidengê bilind û aza li meydana şoreşê xuyabikê gerek ew deng winda bibê.
Roja ku nemirê meye pêşeng ji zindanê derket û li binê konê pêşwaziya xwe û bi wî dengê xwe yê bilind û aza ji pêşwaziyên xwere got ez yek ji xorta û ji şoreşa Surî me û ez xwe ji tevgera kurdî dişûm û emê bi hevere vê rijîmê birûxênin û emê Suriyak nû avabikin ku ciyê me teva têde hebê û miletê meyê kurd têde xwedî romet bê, xwedî deng û gotin bê, xwedî biriyar bê û serbilind bê.
Mişhel Temo bi dengê xweyê bilind bankir û got emê bi hevre dest bi dest mil bi mil em û birayên xwe yên dî çi milet û nîv milet emê rijîma El behis birûxênin û emê di şûnawêde Suriya demokrasî û wekhevî bê zindan bê mixeberat bê dizî li şûna vê dewlata polîsî, vê dewlata diza avabikin.
Vî pêşengî tim digot em xwediyê Surî ne, em mafê xwe ji kesî naxwazin çimkî em xwediyê welêtin, em û Ereba û Siryana û kildûAşora hevparê hevin û emê bi hevre welatekî pir netew ku mafê herkesî têde bicîwerê avabikin. Mişhel Temo pakrewanê peyva raste. Vî lehingî xwe kire qurban ji gelê xwere.Mişhel Temo bixwîna xwe nifşê nû ji gelê xwe avdan.Beriya ku Mişhel bi wan destê qirêj û gemarî şehîd bikevê. MişhelS bi wî dengê xweyê aza ji partî û hevrêzên kurd re got wê min bikujin û ez ji kuştinê natirsim û xwe ji ber nadim alî. Lê mixabin çaxê ku Mişhel ji partiya û hevrêzan re got va kuştin hate ber deriyê min û hin ketine pêşiya min de û xwestin min bikujin. kesî ji partiyên me guh lênekirin û hina jiwan kenê xwe pêkirin û digelek ciyan de gotin Mişhel jixwere piropogenda dikê û li ber wê banga wî nesekinî n. Hevrêza bi tenê ew hewldanê kuştina wî şermezarkirin û li kêleka wî sekinîn.
Sed mixabin yekê weka Mişhel Temo divê qunaxa girinde bi destên qirêj û gemarî hate  kuştin, divê qunaxa ku hebûna wî ji şoreşê re pêwîst bû. Çimkî ew lehing bibû simbolek ji xorta re û di kuştina xwedejî bû smbolek ji şoreşêre, nexasim ji xortê şoreşa kurd re. Wê Mişhel Temo bimînê di hiş û mejiyê nifşê kurdan de wê bimînê smbolek ji smbolê lehingiyê.
Herbijî rêçika pakrewana
Herbijî miletê kurd
 Herbijî şoreşa me

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...