salvegera 51ê, ya Agirê Sînema Amûdê

Samî Ehmed Namî

Mela Ehmedê Namî, ji goristana Qudûr Beg li bajarê Qamişlo, salvegera 51ê, ya Agirê Sînema Amûdê bibîrtîne û dibêje:

 CÎGAYÊ ŞADÎ Û XWEŞIYÊ

Bustanê Mezargehê, ji îro pêve wê bibe gulistana şadî û xweşîyê ya bi nav û deng û tek û tenha  û cîgayê xemrevînê ji bo xembaran.

Bosîtana mezargehê ger çi bi pîvan û li ber çavan biçûk e, lê dîsa jî ji gilistanên cihanên ên mezin tê hijmartin.
Çiko ji tovê 280 xortên ciwan hatiye çandin. Ji lewra me gotiye gulistana tek û tenha û bosîtana xemrevîn.

Paşê wê demek bê ko rojên cejn û şahiyan û sersal û Newrozan, dema jîle, kulîlk û gul perda ciwanî ji ser riwê xwe yê sor bidin alî û pêşkêş bikin, hingî gulustana Amîdê wê bibe cîgayê geşt û seyranan.

Her şev û êvar, qîz û xort, xeml û xêza xwe wergirinû dest bi dest, berê xwe bidin bustanê xemrevînê, bustanê şadî û xweşîyê, li nav malikên gul û kulîlkên reng e reng herin û bên, bigerin.

Hin caran bi awirên çavan li mînak meyzekin û li hemberî hev,bi şadîmanî li ber tewînên naz û zerî û horî û periyan rûnin.

Saqî kas û caman li ser destan bigerîne, perîzad û zerî û mîrza û ciwan şekir ji lêvan birevînin û gulan li riwan bicivînin.

Her wekîSeydayêXanîdibêje:

Dinyahemîbûyeeyş û işret
Zala felekê ji kerb û hisret
Rabû ko vexwan ji ber xewasan
Saqî geriyan bi cam û kasan

Paşê her yekî ji destê gulfiroşan gulekê ji gulên bustanî bistîne û bide ber pozê xwe, da ko ew jî bibe hemdamê bilbil û hevrengê sorgulan.

Hejar û Goran mest û sergerdan û gift û goyên şêrîn mîna Cegerxwîn.

Bi vî awayî, naçar, leşkerê derd û xeman wê di bin piyê leşkerê şadî û xweşiyan de bê pelaxtin û bimre.

Dawiya şevê, şevbiwêrk diqediye, dîsa her kes cot e cot gul bi dest, serbest û azad û bi şadî û kamiranî mîna hatin wê vegerin malên xwe.

Naçar ev geşt û seyran û sersal û Newroz heta hetayî wê bibin adet ji bo gelê Amûdê.

Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ko peykê şadî û xweşiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Şevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayî cejn û seyran û sersal û Newroz li wan pîroz bin.

Dîsa Namî berî her kesî seyran û Newroza nû ya gelê Amûdê bi dilşadî li gulistana Xemerevîn pîroz dike û dibêje:

Her salvîçaxîcejna we pîroz
Cejna welat e şadîman Newroz
Çavkanî: Pirtûka Agirê Sînema Amûdê. Mela Ehmedê Namî. (Rûpel 80-81). Ji weşanên Jîna Nû. Çapa yekemîn: Îlon 1987. Uppsala. Swêd.
Stockholm. 2011.11.13

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…