Helbest u pexşan

Ercîşê

 
Abbas Ismaîl

Heware li  Ercîşê  qêrîn û heware
qesir û qunaxên bajêr serûbin bûne hatine xwar
xwişk û bira kur û bav
 jin û mêr gêj û mestin

 bang dikin ev çi gosirmet û bêtare
 guliyên keçan bin ax bûne
 felata wan bê çare mendalên bê xwedî û winda 
Li her kolanê girî û bare bare
 teyir û tilur raser cendekên qehremanan dirêsin
kund li ser kavilan dixwîne jêre xweş ware
xwedayo sitema dijminan giran bare
ma tu jî ji mere îro ne yare
  Ercîşê  Xwîşkê
Were patnusê bûka welêt
çiya yê sibhanê werin bi hana Ercîşê
bi xure Geliyê zîla lehiyê histiran rake
Rûçik û dêmên zerî û xortan bişo
Tu herdem ji mere alîkare
Sîpano poz bilindo ev çi temare
Keriyê pezkovî bi xwere bîne
 bike qurbana Pakrewanên vî gelê hejar
Kelekvanên derya wanê herin metran îsa bînin dera wî extîmare
Bela pertûkên pêxember îsa bixwîne
Miriyên Ercîşê vejîne  
wan derxe ji bin axa sare
Ercîşê Xwîşkê
kurdên cihanê Xunava histiran ji çavê wan dibare 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…