Me şehîd dan dibin siya Encûmenê Erebî de, lê em nikarin bibin yek dibin konekî kurdî de!!!!

Dr.Zara Salih
 

Di destpêka damezrandina (Encûmenê niştimanî Sûrî) de û tevlu nerîna wan ya seqet bo pirsa kurdî û nûneriya hindik , dîse jî kurdan li hemu deveran di îna (encûmenê niştimanî sûrî nûnertiya min dike), bi hezaran pîroz kirin û pakrewanên mezin weke Mişel Temo bûne qorban div ê encamê de (ev yek ji sedemên kuştinê bu), lê gava ew daxuaza dehê salan ji aliyê her kesê kurd ve pêk hat (Encûmena niştimanî kurdî), hin beşên kurdî ne tenê li dervey wê man, rabûn şerê yekîtiya kurdî kirin.
Helbet wê kêmasî hebin di projeya vê encûmenê de, lê îro Konekî kurdî ye jibo vê dema giring di dîroka Sûrî de, û çiqas nakokiyên kurdan hebin, pêwîste werin jibîr kirin heger em bi rastî dilxwazê mafê netewa kurdî ne li Sûrî . ma ne şerme ku em her û her biya xeynî xwe dikin, lê em dijminatiya hev dikin, jiber heger kurd tev ne yekdest bin, ti carî rikberiya erebî me na pejirîne weke ku em dixuazin, û em êdî dimînin bêpar di paşeroja welatê Sûrî de.
Iro roj her mirovê kurd berpirsiyar e bo mafê kurdan, û ev pêka mezin jibo yekhêziya kurdî wê cihê her kesî têde hebe, jiber karê rojane û beşdariya şoreşê astê rewatiya hebûna destûrî ya netewa kurd xurtir dike û wê çaxê, kurd bixwe mafê xwe bidest dixin ne ku li hêviya hêzên erebî bin, ji ber di dawiya dawî de, nerîna rikberiya erebî ne gelkî dûrî ya rêjîmê ye, tenê kurd weke hêz bi tevayiya millet ve (partî, ciwan, rewşenbîr, serbixwe, civata kurdî bi hemu texlîtê xwe ), Karin bi nûnertiyê beşdarî şoreşê bibin û têkiliyên wan bi opozîsiyonê re jî li ser bingeha pejrandina mafên kurdî weke ku em dixuazin. Di vê derbarê de, pêwîste kurd daxuazên xwe bêtir zelal bikin, jiber biriyardana (mafê çarenûsî ), hinekî ferehe û kurd Karin bêtir bidin xuyanîkirin bê çi başe( weke federalî yan jî otonomî bo Kurdistana Sûrî ).
Berî şoreşê her kesî digot, ku kurd hêza herî xurt û li ser hevin, lê ne wilo derket em li şûna teva mane û em bihev lebikî ne, jibo çi?? Çi kesê xwe dibîne ku ew tenê raste bere fermo bike derî vekir ye û cihê her kesî bo kar heye, ma qey tev wê serok û nûner bin ev li cem ti miletan nîne, lê weke ku pêşiyên me gotibûn (hin dikin û hin dixun) em pê razî ne ku kî bixuê, jiber ya giring bo kurdan ew e ku bighêjin mafê xwe û gava demokrasî pêkhat, wê çaxê dengdan heye û her kes wê cihê xwe yê normal bigre. Bere ev dijberî bimêne piştî serkeftina şoreşa guhertinê, û çi kesê ku xwe li ber eynikê, xwe dibîne tenê û gelekî mezin, dîse bere millet wî hilbijêrê, wê çaxê wê bi rastî be.
Pirsa netewî kurdî ya herî pêştir e bo hemu hêzên kurdî, pêwîte kar bibe ku em pêşî mafê xwe rewa bikin ta ku em karibin xwedî parbin di paşeroja Sûriya nû de, û ev jî yekîtiya me vê armancê bi cih tine.

Şoreş berdewame û her kes cihê xwe têde digre, em jî weke kurd beşdarin, lê çima emê ne yek bin, tevlu ku em dizanin bê çiqas pîlan hene bo tinekirina kurdan û em bi parçebûna xwe vê nerînê dûpat dikin. Êdî em aqil bigrin ji dora xwe, û karê tev hev û yekîtiyê pîroz bikin û çi karê dûrxistinê û devavêtinê gunehkar bikin û em bi xurtî beşdarî xwepêşendana bibin ji ber dem gihaye ku hemu êdî hevdu bibînin li cihê kar û xebatê li kolanan bi yek deng û yek hêz jibo welatekî Sûrî azad û federal û federalî bo Kurdistana Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…