Tevgera me kilê çavê me ye, eger..

Qado Şêrîn

Tevgera me kilê çavê me ye, ji me û ji bo me ye. Tevgera nûnertiya me bike, berjewendiyên me bêtir ji yên xwe biparêze, emê jî bi gorî wê bin, emê destê wê ramûsin. Tevgera di ber hêvî û daxwazên me de asteng û serêşiyan bikşîne, emê wê li ser serê xwe deynin û bixin çavên xwe. Her wisa tevgera ku nikaribe rêberiya miletan bike, û di dema şoreşan de ne di asta şoreşan de be, bila ji milet nexwaze ku wek koleyan li paş wê be,  çimkî ew tevger dê di asta rêjîma sitemkar de be, bila ew tevger tune be.
Di berjewendiya me kurdan deye ku em tev li şoreşê bibin. Çarşema Encûmena Niştimanî şek û guman, û helwestên gelekan guhert, ez jî ji wa gelekan im. Ma ku encûmen rûxandina rêjîmê bixwaze û ciwanên hevrêzan tev lê bibin, bêşek û guman wê wextê rewatiya nûnertiya gelê kurd ê rojava distîne.
Şoreşa miletê Sûriyê ya ji bo azadî û serfiraziyê ji 15ê adarê ve berdewam e, rojane şehîdan dide. Şehîdên li Himus, Hema û Derhayê dikevin di ber azadiya me kurdan de jî dikevin. Eger xelkên wan bajaran tenûran germ bikin emê li Efrîn û Qamişlo nan bipêjin.
Di sala 2003an de, piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên ê diktator, kurdên başûr gihan mafê xwe, bi riya fîdraliyê dan ser riya serxwebûnê, wê wextê ew ji bo pêşerojê amade bûn, ji bo dan û standina li gel ereban amade bûn, ji bo ku xwe birêve bibin amade bûn, lê em?, em kurdên rojava, gelo em ji qonaxa piştî rûxandina rêjîmê re amade ne?. bi gumana min em hemû ji wê wextê bitirsin, em ditirsin ku kurd ji axaftina bi erebên piştî şoreşê re yên ku dê ne bi gelekî ji erebên berî şoreşê re baştir bin, ne amade bin. Û di dûv re mafê kurdan neyê çesipandin, wê wextê bê şek û guman dê tevgera me ya siyasî bi hemû partiyên xwe ve berpirsyar be. Tirsa me ji wê tirsê ye ku şerê navxweyî derkeve.
Heçê rûxandina rêjîmê bixwaze nûnertiya min dike, bi gumana min nûnertiya tevaya gelê kurd dike, jixwe heçê hewl bide wê rêjîmê birûxîne kilê çavê min û xortan û pêşeroja me tevan e. Hêviyek mezin heye ku kurd piştî rûxandina rêjîmê bighên mafên xwe, wek ku çilo kurdên başûr piştî rûxandina rêjîma Sedam gihan mafên xwe, eger ku kurd li dij hev dernekevin, û li ser daxwazên gelê kurd li hev bikin.
Eger xelkên Himus, Hema û Derha rêjîmê nerûxînin û azadiyê ji me re neynin emê ji xwe re neynin, eger ew ji me re nekin, emê ji xwe re nekin, heyşt meh ji temenê şoreşê çûn hîna li kolanan bi hev dikevin.
Şek û guman di rûxandina rêjîmê de tune, pelê gelekan dê bi rûxandina rêjîmê re biweşe. Giya dê ji bin keviran serê xwe rake û gelekan şermezar bike, bi taybetî ew ên ziktilêrî ku sere kurdan diçimînin.
Em dixwazin tevgera me ya siyasî di asta me wek milet de be, di asta şoreş û xwîna şehîdan de be, emê jî destê wê ramûsin.

11.11.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…