Derbasbûyî Be Mamoste Xelefê Zêbarî (Ga dimre Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne)

  Konê Reş

   Îro, sibehî bi zinglê telefona malê re ji xew şiyar bûm, bi rahiştna bihîstokê re, dengekî melûl û bi xem gote min: Konê Reş î! Ez Xelefê Zêbarî me.. û wiha axaftina me destpêkir..

Min ji wê axaftinê naskir ku dostê min û we Xelefê Zêbarî di rewşek xerab re derbas dibe; janeke giran xwe berdaye hinavê wî, rojên pirr bi êş, xem û keser dibuhirîne.. Xwedê neyne serê kesî..

Xelefê Zêbarî! Erê Xelefê Zêbarî, kî wî nasnakî? Kê li gotinên wî guhdarî nekirye, dema Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê henûn, şêrîn û zîz dibêje:
Dema min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêd direş digrîn
Ewan çaca digote min
Careke dî tu min nabîn
Dil û canê min bîne xwîn

Bihar bihrî Nesrîn werya
Kevne Nêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn birya
Rondik weryan ser wan rûyan
Ew çavêd reş gelek giryan

Nesrîn xwezî te bibînim
Tu şîn bibî careke dî
Ne ji wê binê, ji bineke dî
Ne ji wî warî, ji warekî dî
Xwezî çi car nehête dî
Eger bêtin bi rengekî dî..
An (Kewê Xortê Serê Çiya me) ev helbesta Xelefê Zêbarî jî rehmetî Mihemed Şêxo kiriye stran.. Belê, ji bil Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurdistanî yên din jî helbestên wî kirine stran wek Mehabad Zaxoyî, Mihemed Teyib Tahir..
Xelefê Zêbarî; pêşmergek ji pêşmergên şoreşa Êlûnê bû, berî likumandina şoreşê, bêjerê Dengê Kurdistana Îraqê bû. Ew bû yê ku nav di pêşmergan de dida û digot: Pêşkevin pêşmergên qehreman.. Ta ku di gel hevalê xwe Mihemed Şêxo di Îranê re derketin.. Ev dor 20 salan e ku Xelefê Zêbarî li Washngtonê, di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de wek bêjer xebatê dike.. Ma kî ji rewşenbîrên Kurdan nemaye û wî di programê xwe de (Ferheng û Toreya Kurdî) hevpeyvîn bi wan re li dar nexistiye..
Di wê axaftina telefonî de ji min re got: Ez fexir û iitîzazê dikim ku min xizmeta miletê xwe kirye û ev 20 salin ku ez li Washngtonê me, wek bêjer di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de min xizmet bo ferheng û toreya gelê xwe kirye.. û got: Ez xweş bawerim wê Kurdistan ava bibe û wê ji pêşketîtirîn dewletên rojhilata navîn be..
Çendî di wê axaftinê de min ber dilê wî xweş dikir, lê êş û jana di hinavê wî de zor lê dikir û axîn û nalînê zoriya wî dibir û der dibû.. Nizanim çilo me telefon girt.. Û wiha xemgîniyekê konê xwe di ser min re vegirt û min jî bê hemdî xwe ev gotin bo we hezkirên Ferheng û Toreya Kurdî nivîsand, hem min xwe rehetkir, hem ez we agahdarî nesaxiya wî a giran dikim û ji Yezdanê dilovan hêvî dikim ku ev nexweşiya bilbilê Kurdistanê di zûtirîn dem de derbasbûyî be. Dawî dibêjim, wek ku bav û kalên me gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne..
Yê ku bixwaze ber dilê wî xweş bike dikare bi vê nemra telefonê pêre biaxife: 0017039135865

Qamişlo, 28.10.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...