Helbestvan Hoşeng OSÊ û hunermend Hekîmo beşdarî festîvala INTERLITRATOUR dibin

  Roja 13’ê meha mijdarê, li paytexta Beljîka Brukselê, nivîskar û helbestvanê Kurd Hoşeng OSÊ û hinermendê Kurd Hekîmo beşdarî festîvala ‘INTERLITRATOUR’ dibin, OSÊ bi helbestên xwe û Hekîmo bi awaz û dengê xwe.

Ev çalakiya kultûrî û hinerî, Enistituya Kurdî li Brukselê di nav de, ji aliyên gelek saziyan ve, ev 10 sal in, li Birukslê tê li dar xisitn. Saziyên ku vê festîvalê organîze dikin ev in:
 ‘ARTHIS, BEEFCAKE PUBLISHING, AUGUST VERMEYLENKRING, DE BEURSCHOUWBURG, CLUB CULTUREL BELGO RUSSE, DAVIDSFONDS, FAAB, FEDERATIE VAN ZELFORGANISATIES IN VLAANDEREN, FMDO, GEERT VAN BRUEANE VZW, HET BESCHRIJF, INTERNATIONALE COMITE, KOERDISCH INSTITUUT TE BRUSSEL/INSTITUTE KURDE DE BRUXELLES, MASEREELFONDS, NOZIZWE, TERRA BASIL, UGANDA & FRIENDS COMMUNUTY IN BELGIUM, VERENIGING vAN ALBANESE SCHRIJVERS IN BELGIË, VERENIGING VOOR DE ONTWIKKELLING EN EMANCIPATIE VAN MOSLIMS, WILLEMSFONDS’ û bi alîkariya Komîsyona Civaka Flaman, Wezareta Perwerdê ya Flaman, Şaredariya Brukselê.
Festîval, roja 13’ê mijdarê li dar dikeve û rojek tenê ye. Hunerên ku tê de têne pêşkêşkirin: helbest, sitran, çîrok û serpêhatî ne. Mijara sereke a festîvalê, îsal ‘DEM e’ û giringiya DEMê di huner û nivîs û helbestê de? DEM tê çi wayteyê? Û çawa hatiye bikar anîn. DEM di dîrokê, huner, jiyanê û peywendiyan de tê çi wateyê? Girîngiya DEMê di jiyanê de tê pîvan û pêşkêşkirin.
Ev çalakî, ji deh sal û vir de, tê amadekirin. Amanc jê ew e ku kultûr û wêjeyên cuda li Brukselê, li Beljîkayê, werin nasîn. û ji destpêka vê festîvalê, Kurd bi saya Enstituya Kurdî, tê de beşdar dibin. ji hunermendên ku beşdar bûne ev in: Aramê Tîgran, Firat Cewerî, Hozan Şemdîn, Dilovan, Helîm Yusif, Hesen Silêvanî, Xeyrî Bozanî, Nurî Evdal, Şahînê Bekirê Soreklî, … îsal jî Hoşeng Osê bi helbestên xwe li ber sitraên Hekîmo, dê beşdar bibe.
Netewên ku endamên wan li Brukselê hene bi pirranî beşdar dibin, weke: Rus, Gurc, Ermenî, Romanî, Bulgar, Yûnan û Ereb.

Ji ber ku Enstituya Kurdî ya Brukselê mîna yek ji mezintirîn û çalaktirîn saziyên Kurdan tê hesibandin, her sal, ji serî heta dawî, ew di nava organîzasyonê de ye. Bi saya Enstituya Kurdî heta niha, her sal, Kurd beşdarî vê çalakiyê bû ne.
Hêjay gotinêye ku roja 13/11/2011an, saet 17.30 li salona ARTHIS, Vlaamsesteenweg, 33 Rue Flandre – 1000 Brussel/Bruxelles,.. Hoşeng OSÊ û hinermend Hekîmo, helbest û awazê xwe yên Kurdî, dê pêşkêş bikin.

Hun dikarin vê çalakiyê li ser malperê jî bişopînin. http://www.interlitratour.be/nl/  bi zimanê Fransî http://www.interlitratour.be/fr/ 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…