(Dêrik – welatê me) Bi helkeftina bîranîna Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê, ya ku her sal di roja koçbarkirina nivîskar, helbestvan, zimanzan, dîroknivîs û siyasetvanê kurdê navdar seydayê nemir Cegerxwîn de tê lidarxistin û nexasim di vê sala ku herêma me bi giştî û welatê me Sûriya bi taybetî di nîr û rewşeka nazik û hestyar re derbas dibê.di nava vê rewşê de ,me jî xwest em bizanin ka îsal berhevî, kar û barên vê mehrecanê çawe ne û bi çi rengî tên birêvebirin. ka gelo mehrecana îsal wê werê kirin yan na, rewşa helbesta kurdî û helbestvanên kurd çawe ye. ka emê çi tiştên nû di vê mehrecanê de bibînin, û ka çi agehdarî û pêzanînên dî jî di vê derbarê de hene .Li berahiyê em bi navê Malpera (Welatê Me) xêrhatinê li we dikin û ji dil sipasiya heweyê hêja dikin, ku we bi dilgermî pirsên me wergirtin.
Mamostayê hêja, eve bêhtirî deh salaye Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê tê lidarxistin. gelo, hûn dikarin ji me re bidin xuyakirin ka mehrecanê di nava dirêjiya van salan de çi geşkirin û rêxweşkirin da ye helbesta kurdî û herweha ka çi hêz û piştgirî da ye helbestvanê kurd jî.
Destpêkê ez jî ji dil û can sipasiya Malpera (Welatê Me) dikim, ji ber pêşî navekî pîroze û biştre karekê hêja di xizmeta gotina rast û peyva azad de dikê, nexasim di vê demê de ,di warê ragihandin, ziman û helbesta kurdî de.
Belê, eve em ber bi Mehrecana Helbesta kurdî ya Şazdemîm ve diçin û girêdana van mehrecanan, û berdewamiya ji kar û xebata nifşekî rengîn ji sitêrên helbesta kurdî li Sûriyê di mehrecanên pêşî de. bi rastî di mehrecanên pêşîn de helbestên kevneşop gelekbûn û serdestbûn, û jimara helbestvanan hindikbûn. lê di van mehrecanên dawî de komek ji helbestên nûjen û bi taybetî di mehrecana dawiyê de hijmara helbestvanan bêhtirî (110) helbesvan amade bûn. bê guman berdewamiya mehrecanê geşkirineke ji helbesta kurdî re, ji ber dema helbestvan helbestên xwe li pêşberî cemawerekî boş ji helbestvan, xemxwar, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd dixwînin, ew roj dibê qoşma helbestvanan, her yek dixwazê bejna helbestê bilind bikê. giftûgo, axavtin û nirxandin di navbera helbestvanan de, ji bo pêşxistina helbesta kurdî çê dibê. Li aliyê dî xelata rêzgirtin û şanaziyê ya mehrecana helbestê piştgiriyeka mezine ji ked û berhemê helbestvanê kurd re û her sal çapkirina helbestan di dawiya her mehrecanekî de, pêşîn piştgiriye ji helbestvanan re û herweha zengîniye ji ziman re û ji pirtûkxana kurdî re jî, ku sal bi sal bi berhemên helbestvanan yên nûjen û kevneşop tê têrkirin.
lidarxistina mehrecana helbesta kurdî sal bi sal û bi dengekî bilind li ber pozê rijêmeka sitemkar dengekî pîroze û peyvek azade li perda guhê her rijêmek zordar û kevneperist dixê.
Sala borî dezgehên ewlekariya rijêma Ba`as nehiştin mehrecan bi dawî were, û di encaman de, cenabê we û helbestvan Ebdul Semed bavê Helbest û xwediyê malê mamosta Ehmed Isma`îl ji gundê (Mûsa Gewra) hatin girtin û hûn her sê bi sizaya çar heyvan hatin dadgehkirin.
Gelo, îsal weheye dîsanê jî dezgehên ewlekariya rijêmê û dûvelankên wê, di roja sazkirina mehrecanê de astengî û tengaviyan ji we re çê bikin.
Belê, di mehrecana pazdemîn ya borî de li sala 2010 ê, li gundê Mûsa Gewra dezgehên ewlekariya rijêmê ji nişkî ve di ser me de girtin û xwestin tirsekî peyda bikin, ku nema mehrecan li darkevin. di encama wê kiryara ku ji aliyê rijêmê ve hate kirin, ez û helbestvan Ebdul Semed û xwedanê malê Ehmed Isma`îl ketin zêndanê û em her sê bi sizaya çar heyvan hatin dadgehkirin. raste mehrecan wê rojê li gorî dilê me bi dawî nehat, lê di baweriya me de, bi girtina me re, mehrecana helbesta kurdî serket û destkeftiyeka baş bi dest xwe ve anî, ji ber me mehrecan ji nava Goveka tarî û veşartî ji çavên rijêmê derxist û li zêndanê danî. raste em hatin zêndan kirin, lê me kevokên aştî û azadiya helbesta kurdî li her derî firandin, me hişt ku mehrecan û helbesta kurdî li hemî cîhanê bela bibê, û tîrêjên wê şewqda û çilvilî. ji ber vê yekê em berdewamiya kar û xebatê dikin û em dibêjin rijêma Sûriyê çiqa zordariyê bikê , pêşberî wê bi xurtî helbestvanên azadîxwaz wê helbestên xwe bi rîsê kurdewariyê birêsin , serê xwe hildin û bi dengekî bilind helbestên xwe bixwînin, ji ber tucarî di qada kar û xebatê de me guh ne daye rijêmê. nexasim ku îro roj rewşa rijêmê ber bi koça dawî ve dicê. helbestvanê kurd berê li hespê xwe siware û jê peya nabê, û wê helbestên azadî û rizgariyê bi ser firazî di gulîstana helbesta kurdî de bihûnê.
Wek tê zanîn, niha herêma me bi giştî û welatê me Sûriya bi taybetî di nîr û mercin pir nazik û tenik re diborê.em di Karin bê dudilî bêjin,ku her du katjimêran sê kes li ser destên artîşa Sûriyê û dezgehên wê yên ewlekariyê tên kuştin û bi dehan tên girtin,binçavkirin û serwenda kirin.pirsa li vir tê kirin ewe, di bin dengê gurmîna tankan û şerqîna guleyan de .gelo,wê dengvedana helbestê li kûderê cih bigirê û kî îro vale ye guhên xwe bidê xwendina helbestan.
Wek min diyar kir îro rijêma Sûriyê weke rijêma Tunis,Misir û Lîbiyayê koçberiyê ber bi koça dawî ve diçê .em dizanin ku helbesta kurdî ji dîrokê ve şoreşeka serbixwe ye.helbestvanên kurd li Sûriyê ji Kevin ve kar û xebata siyasî di demên teng û zehmet de dikirin,wek Cegerxwîn,Osman Sebrî,Tîrêj,Keleş,Ehmedê Şêx Salih,Mela Nûriyê Hesarî,Yusiv Berazî û Emerê Lalê û gelekên din.lidarxistina mehrecana şazdemîn di vê rewşê de berdewamiya ronîkirina roja azadî û bilinkirina dengê gelê kurd de di vê şoreşa rûmetdar û azadîxwaz de û girêdana behîdariya rijêma kevneperist û sitemkar re piştî wê dema dirêj ji sitem û zordariyê.lewra em amadene ji bo serkeftina mehrecana îsal ya şazdemîn,ku finda wê pêxin ger ev rijêm careka dî min û hevalên min tevan bêxin di zêndanê de,ji ber bi girtina me re tîpên helbesta kurdî zêrîn û rengîn dibin û çirayên roja azadiyê geş diçirisînin.
Birano…ev şoreşe, di şoreşan de her tişt li dare û dimînê berdewam, dergehê jiyanê dimînê vekirî, hêviyên siwaran dimînin avis, şîn û şahî bi hev re tên lidarxistin, xweşî û reşî li tenişta hev tên borandin, mirin û zayîn bi hev re tên hûnandin, cilên reş û yên sipî bi hev re tên raxistin,ken û girî bi hev re tên ristin, xem û hêvî bi hev re tên alandin , tev bi hev re li hev tên banandin û tabloya jiyanê nû, zengîn û rengîn dikin.
Îsal weheye em tiştin nû û rengek dî, ku cuda ji cûtin û kayandina salên borî di merasîm û çalakiyên Mehrecana Helbesta kurdî de bi bînin, ku bigihê semta bilindiya armancên şoreşa gelê Sûriyê û qurbaniyên wê yên ta niha dayîn.
Hûn wek helbestvanekê kurd,ku helbestê ji demeka dirêj ve dinivîsînin.
Gelo, hûn dişin ji evîndarên helbesta kurd û xemxwarên kurdewariyê re,rewşa helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê binirxînin.
Wek em dizanin,hûn mîna helbestvan û çalakvanekê siyasî tên dîtin,ji ber wê jî emê pirseka siyasî ji we bikin.piştî heft heyvan ji şoreşa gelê Sûriyê.gelo em dikarin bêjn, ku şoreşa gelê Sûriyê pijaye û wê nêzîk gelê Sûriyê bi destkeftî û berhemê vê şoreşê şabibê.
Di roja xaksipartina termê têkoşer û çalakvanê kurdê navdar Mişel Temo de, wek hate ragihandin ku helbestvanê kurd mamosta Dildarê Mîdî bi guleyên hêzên artîşa Sûriyê û patoxwerên wê hate birîndarkirin. hûn wek komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî çi di wê rûdanê de kir û hûn çi dibêjin.
Hûn çawe dikarin mamosta Omer Isma`îl ji xwendevan re bidn naskirn û berhemên wî yên çandî berçav bikin.
Dawiya vê hevpeyvînê,eger gotin,hizir û bîrin we dî jî hebin. Hûn serbestin û emê bi singeka fereh li axavtin û helwêstên we guhdar bikin.







Şîrove (0)