Şoreşa sûriya û tevgera kurdî di trazîda

  EHMED QASIM

Em bixwazn  nexwazin , kurd perçeyekî binyade ji binyada gelê sûriyayê ku ji çend nifşên netewî pêk tê. Em nikarin wekî kurd, xwe ji kêferata li sûriyê cûda bikin, û ji kar û zirara bûyeran bê parbin. Îro roj sûriya gihîştiye çateriyake bê veger. Yanî, bi herhalî riya vegerê li pêş kesî nemaye , ne kurd, û nejî oposisyon, û nejî desthilat. Yanî her nifşek li gor berciwendiyên xwe riya xwe vedqetînê û didê ser wê riya xwe. Di encamêda kar û zirarê hilbijartinê xuya dibê.

Ji ber vê yekêjî çend nêrînên cûda-cûda derketine holê, ew nêrînên bi vacayî hevjî, li gor ecîndayên navdewletî û navçeyî xwe beloq dikin, û li gor wanjî hêzên oposisyonê li hêlekê, û ya desthilatê û yên di bin bandora wêda li hêla din cûda cûda li vê çaterêyê xaçikekê ji xwera vedqetînin.
  A niha, çi rê li ber kurdaye, eve pirsa mezin ku xelk dipirsê, bi taybet xelkê meyî kurd li bersiva dîrokî digerê, ku çi şaşî bigrê wê nirxê wê şaşiyê dibil dayînbê. Di baweriya minda ku heta îro partiyên kurdî nikanin biryara aşkere bigrin, ji ber ku baweriya wan bi pêkanîbûna xwe nayê, û dibînin pêkhatî û pêkweriyên di rojên bêda giring û bê hûdene, dibê li tola wan neyê, ji ber vê yekê bi tirsin, û herwehajî biryara li darxistina kongirê li paş dixistin , ku rewş bîtir zelal bibê û bar li ser milên wan sivik bibê.
   Lê ya PYDê tiştekî dine. Em tev zanin ku PYDê hevrêzê PKKêye û bûyerên li QENDîLê bandora xwe davêjê ser pêvajoya kar û erkên pydê li hindirê sûriyê. Bo vê rastiyê jî, tevlehevî dikevê nav sadeya bînerên kurd, û neçarin li vê tevlihevîyê bê rol bimînin, ji ber PYDê ne wek partiyên dine, ku îro roj kanê bi tenî xwe kolanan dagrê li beramberî piranî patiyên din ku nikarin şevbêrkekê bi rêxin. Ji ber vê rastiyê jê, desthilata sûriyê giringî didê PYDê û xelkên li dû  wê, di wexteke ku turkan li dijî pkkê bi germî operasyonê didomînê, li QENDîL û HEKARî. Desthilata sûriyajî çavên xwe ji çalakiyên PYDê digrê da ku navçeyên kurdî nekevin tev xwepêşanderên li navçeyên din berdewamin. Ji mafê pydê ye, ku ji vê derfetê sûdê wergirê, û rêzên xwe xurt bike di nava xelkên kurd de, di wextekê de, ku partiyên din ji zeboniya xwe nikanin li kêlek PYDê çalakiyên berçav bikin. Bi vî awayîjî mirov dibînê ku kolana kurdî careke din dikevê bin destêPYDê , û ji bo ti partî bi PYDêra nebne hevpar, yanjî PYDê xwe bi ti girêkên kurdî xwe girê nedê, xwe ji kongirê paşda dikşînê, û bi tenê lihevhatineke tektîkî bi desthilatê re didozînê bo piştgêriya PKKê di şerê bi turkan re. û partiyên din dixê rewşeke bêçare.
       A niha xek li navan nagerê, dem demê kolanane, yên hêzên xwe li nav kolanan hebê ew dikevê rêzên pîvanan di diwaroja sûriyada. Rêjîmjî heta bi sînorekî li wê teraziyê dinêrê, di wexteke ku kolana kurdî bi sê beşan bûye: beşek bi serpereştiya PYDêye, û beşek serbixweye, xwe bi xwe rêzkiriye bi navên hevrêzên şoreşê tevlî xelkên sûriyê xwepêşanderin, û beşê hindik li gel partiyên dinin, ewjî du-sê partîne. Ca partiyên hene tenê bi navin, xwe di siyê partiyên mezinde vedşêrin. Bawerim ku nakokiyên mezin ji bin serî wan partiyên bi çûk derdikevin . eger ne wabê, kîjan ujdana qebûl dike ku Pydê bi 8 nûneran herê kongirê û partîne hene ancax nûneran parsbikin , ewjî xwedî 8 nûneranin.
         Bawerim tevgera kurdî di ti traziyande tineye, ji ber bixwe di nav xweda bê traziye, lê nayê wê sayîyê ku kurd bi tevayî di terazîyêde nayê pîvanê, ji ber ku kurd hebûneke netewîye, û perçayekî bingehîne ji gelê sûriyayê, bawer nakim rewşê kurd bandora xwe bide ser diwaroja gelê kurd. Ji ber tiştên di nav kurdande hene , ji wê bîtir di nav xelkên dinên sûriyadajî hene, ev nabê sedema çaresernekirina pirsa kurdî, herweha bawerim, ku nayê rayê eger pirsa kurdî çaresernebê û sûriyake demuqrat û hêmen û hevbeş sazbibe. Yanî pirsa sûriya bi çareserkirina pirsa kurdî va girêdayî
        Lê tiştê ku ji bale me nerê, pêwîste em zanibin ku çiqwas bandora buyer û rêveçûna pirsa kurdistana turkiya di van rojande li ser rewşa kurdî li sûriya heye. Pêwiste tevgera kurdî bercewendiya herdu perçeyan bidne ber çavan. Ev şerê Turkan nayê qebûlkirin, ne tenê nayê qebûlkirin ,belê ciyê riswakirinê, û ji her kurdekî tê xwestin li rûyî vî şerî bisekinê,û piştgêriya mafê gelê kurd li kurdistana turkiya bike, û di wê pîvanêda mafê gelê kurd li sûriya bin- pê nebê.
         
  Nivîskar û siyasetmedarekî kurdê sûriyayê 
 20/10/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…