Tu bû Ardewan û ew man xwelî

  Arşevê Oskan
ar-oskan@hotmail.com

Min dixwest li ser wêrekiya te binivîsim, lê dilê min di qefesa sînga min de dilerizî.
Min dixwest ji dilopên xwîna te sorgulên qedexe bêhn bikim, lê te cîhan kir zeviyekî sorgulan.

Min dixwest dîsa zindî li dengê te guhdarî bikim, lê ji aso dengê zenglê azadiyê dihat guhên min.
Min dixwest têêr li wêneyê te yê lihevhatî binêrim û bîranînên li Dirbêsiyê lê bipelînim, lê rûyê te dibû mîna rojekê û çavên min li ber vebdibûn.
Min dixwest pirsekê wek hercar ji te bikim, lê keriyên bersivan ez himêz dikim û rê ji pirsan re nedihişt.
Min dixwest pirsa navê te yê kurdî bikim, çîroka ”Gopalê Sor” dihat bîra min, ku li bin navnîşana çîrokê ”Ardewanê Têmûr” xêz bûbû..
Te çawa zanibû ku tê bibe Ardewanekî vêketî û dîroka me ronahî bike û bi hazaran Ardewanan biafrîne?
Erê xwestin çavên te li jiyanê bigrin, lê çavên me li te û helwestan vekirin.
Erê xwestin agirê xetîreya te vemrînin, lê tu kirin Ardewan û xwe kirin xwelî.

Dixwazin li vir çîroka nemir Mişel Temo ya bi navê ”Gopalê Sor” ku sala 2003an di kovara Zevî hijmara 9an de hatibû weşandin dîsa di bîra we de bînin. Hêjayî gotinê ku nemir bi zimanê kurdî jî pirtûkeke çîrokan bi navê ”Gopalê Sor” çap kiribû û ev çîrok yek ji çîrokên wê pirtûkê ye.

http://www.efrin.net/efrin03/zevi/index/zevi09/index.html

GOPALÊ  SOR
 
Kalemêrekî piştxwar, sal û demên dirêj li ser enîya wî hatibûn kolan. Dest û ling dilerizîn, lê bi dest pelandina dîwaran hêdî hêdî bi rê ve diçû. Ji nişkêve derbasbû gulfiroşgehekê û qevdeke gulên yasemînê kirî û rêya xwe berdewam kir .
Dimeşiya… can ditewtihî, hema bi zor bejna xwe rast dikir. Dema gopalê wî hebû xwe dida ser û pê dimeşiya, lê çi bike ji vê demê re, dema bêdengîyê ye! Dema devgirtinê ye!. Dema kirîn û firotinê ye!
Hemû tiştên tê de hene bilî mirovantiyê! . Lewra gopalê wî weke lawekî wî bû, ew gopalê ko kurê wînî mezin jê re diyar kirbû, gava xwendina xwe temam kir û ji welatê biyaniyê vegeriyabû. Wê gavê kurê wî Elî  jêre gotibû:
– Fermo bavo diyarîya min ji te re gopalekî sor ji bo sipartina salan, çimkî guhertin pir in di welatê leşker û parastinê de! .
Bi vê gotinê wêneya girtina Elî dihat ber çavên wî. Berî çardeh salan, di elenda şeveke tarî de hatin wî birin. Wê demê gelekî westîyabû ku nas bike di kîjan girtîgehê de ye! Lê nikarîbû ji ber diçû kû jê re digotin:
– Here tu kes bi vî navî li cem me nîne!
Ji wê rojê û pêve rewşa wî zehmetir û dijwartir  dibû, nemaze piştî di berbanga rojekê berî heyşt salan de, hatin kurê wî Hesen birin û piştî wîna bi du salan kurê wî Husên jî di nîvrojekî de, di orta paytextê de girtin, û berî salekê kurê wî Welî ji zanîngehê ew jî girtin û birin !?.
Çar law bûn, tev de di girtîngehê de ne . Dayika reben nikarîbû, di bin van rewşan de jiyana xwe berdewam bikira, temenê xwe da û çû ser dilovaniya xwe .
Kalemêr û gopalê xwe tenê man, lê belê parçeke xak-biçûk jî hebû, ew firot bi nerxê wê, li ber qapiyan gerîya, kaxezek ji vir û muhrek ji wir, heta ku bi wan diravan gihaşt ber masa serokê parastinê. Kesekî zik û ser mezin bû, jê pirsî :
– Elî, Hesen, Husên û Welî  li cem we ne ?
– Belê li cem me ne, lê ev kes dijî şoreşê ne û dixwazin bi zor destûrê biguherin û hunavê milet, bi nivîsên xwe xira dikin, lewra em nikarin bihêlin tu wan bibînî!
Hema kalemêr bêdeng pêşde çû û gopalê xwe yê sor danî ser maseya wî û got :
– Fermo kurê min yê pêncan, wî jî bibin cem herçar birayên wî û li dû xwe vegeriya û ji hundir derket .
Kelemêr bi vî awayî dît ku li ber deriyê goristaneke mezin e. Yekser berê xwe da gora jina xwe û qevda gulên yasemînê danî ser axa gorê û got :
– Serê min ji ber te bilind e, dayika pênc lehengan.. kurên te tev de, bi mirovnî mêr bûn, di demeke ko tu nerx ji mirovan re nîne!
 
Mişel Temo
Qamişlo 1994
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…