Xebata Rezo Di nav Salên Jiyanê de Kurtenasnameya Rezo (Xelek duwa -II- )

Berzo Mehmûd

Di vê peregrafê de emê bi kurtî tevger û xebata Rezo bidin xuyakirin wekçawa wî ji min re da xuyakirin û wek nasname wî bi destê xwe nivîsandiye. Berî  ku nexweş bikevê bi demekê, min ji kak Rezo xwest ku kurte nasnameya xwe bidê min, hem ji ber pêwendiyên dostaniyê navbera me de û hem jî hevaltiya karê nivîsînê di govara Pirsê de. Ya dîtir ji ber hin goşe di jiyana kak Rezo de hene ez pê ne agadar bûm, lewre min pêwîst dît ku ez vê nasnameyê wek çawa heye ez  belav bikim:
● Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950 li gundê Dekşûrî, Cizîrê, parêzgeha Hisiça, herêma  Qamişlo hatiye jiyanê. Xwendina  xwe ya seretayî li gundê Tenûrî, sînordaşê  Dekşûrî,  kuta  kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine.
● Bi navên:  Aro, Rezo,  Stêr,  Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê  û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman  de  nivîsiye,  wilo  jî di malperan de,  ji  wan:  Stêr,  Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî, Zanîn….
● Ji havîna sala  1970-ve dest bi nivîsandinê kiriye, gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbesta kevneşop  û nûjen nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin. Bi kurtî:
●  1972 – 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara “Şoreşgêr”, ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
● Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ko sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin:
1. Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî.
2. Helperkên  Kurdî, yên  folklorî, bi zimanê Elemanî.
3. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
● Sala 1977an korsên fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd yên zanîngehê re vekiriye.
● Sala 1977 bûye endamê komcivîna damezrandina “Hevbenda Kawa  bo  wêjeya  Kurdî”. Dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr.M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin dane weşandin.    
●  Navbera sala 1978 û 1980 bûye  endamê  “komîta  amadekar” bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa,  ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
● Navber sala 1980 û 1981 berpirsiyariya belavoka “Ronakbîr” li Sûriya kiriye.
● Navbera salên 1982 – 1984  bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna  “Korsên zimanê Kurdî” li binekova Cizîrê kiriye.
● Navbera salên 1983 – 1993 berpirsiyariya kovara “Stêr”, bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paşê  bi  Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
●  Sala 1993  bûye endamê  komîta  berpirsiyar di kovara “Pirs”ê de.
● Di sala 2002 de bûye endam  û  yek  ji  damezrênerên ” Komîta xelata Cegerxwîn”.
● Sala 2003 bûye endamê komîta şêwirdarên kovara “Pêl” ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê “PENa” Kurd.
 
● Sala 2003 vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir ” Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de” pêşkêş kiriye.
● Sala 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya “rojên wêjeyê li Amedê” bûye û beşdarî kiriye.
● Sala 2005 bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
● Sala 2005 – hatiye vexwendin bo festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li  Duhokê, da lîkolînekê  li  ser  “hevoksaziya Kurdî” pêşkêş bike. Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî di navbera Sûriya û Îraqê de nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.

● Sala 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…