sersaxî

Nameyek sersaxî ji Komîta Amadekar Ya fistîvala Helbesta Kurdî Li Sûriyê

Serkird û layîngirên Şepêla Pêşeroja kurd Li Sûriyê .
Malbata xebatkar û siyasetmedarê kurd Mişel Temo.

Bi êş û janeka mezin me xebera terorkirina têkoşer û çalakvanê kurdê navdar Mişel Temo bihîst. bi rastî em pir ketin di xem û kovana vî xebatkar û ronakbîrê xwîngerim û peyvxweş de û çûna wî netenê zirare ji malbat û partiya wî re, lê belê çûna wî û nexasim di vê dema nazik û hestyar de  zirareka mezine ji şoreşa gelê Sûriyê re bi tevayî û ji xebata miletê kurd û tevgera wî ya siyasî re bi taybetî.

em di wê baweriyê de ne,ku xwîna şehîdê peyva rasteqîn Mişel Temo beyhode naçê û wê li ber tîrêjên xwîna wî ya zelal çirayên azadî û azadîxwazan bimînin geş û ronî.
Teror karekî rûreş û şermezare,û hêz û rijêmên terorkar bergehê wan di komelgeha nêvdewletî de namînê,û hizir û bîrên wan tucarî cih nagirin.
Di vê helkeftina diltevzîn de,em bi navê Komîta Amadekar Ya Helbesta Kurdî sersaxiyê li tevaya gelê kurd dikin û hêvîdarin ku xwedayê banî cihê şehîdê me di nava qencên xwe de xweş bikê,û sekin û hedarê bidê malbat,heval û hogirên wî.

 

Komîta Amadekar Ya Helbesta Kurdî Li Sûriyê.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…