Gotar

Agirê sar û vemirî

Melevan Resûl
 
Di nava çend mehên dawî de lezgîniya rûdanên rojane bi xwere gelek pirsên bê bersiv dihêle , her kesî pêwindîdar dike û pêdiviye helwest ron eşkera bin , nemaze em dikarin helwesta tevgera reşenbîrî , civakî , komelayetî û siyasî ya kurd ji xwere bikin mînak ka çawe tev digere û xwedanê çi helwestê ne beramberî cada Sûrî bi giştî û ya kurdî bi taybetî , ka dikarin bi çi şêweyî bersiva pingavan bidin û veguherînê bi xwere çêbikin , li ser hemû babetan û di hemî astan de , da bi rabûna pêlê re yan gur bibin û yan noq bibin ,
lê heger mebest ji xebata heyî siwariya li pêlê be ew me dixe metirsînek mezin , ji ber ku wê nikaribe ne bi pêş keve û ne encamên erênî bi dest xweve bîne .
Ev sist û pistiya ji layê fermî ve û bersivdanên şermok tên wateya bêhelwestîyê di wê dema tê payin ku her hêz û rêxistin û heta her mirovek bibe xwedan ked û bibizavek layqî rewşê  .
Metirsîna mezin ji bêzariya nediyar heye , ya heta niha nedîtî tê diyarkirin û yan car caran eşkere sinyalên bivekiyê dighinin , mîna gotina di cada kurdî de tê gotin ku hinek kes yan sazî bi rijêmê re li hev dibanin û çavan ji kiryarên kirêt re dikurkusînin , ev geraviya di asoyên nediyar de bi rengekî ji rengan dikeve bandora alîkariya rizgarkirina rijêmê ji teqna çiravê û bînvedanê dide wî , mîna dibêjin ev bînvedana şervana ye , her wisa jî desthilat hêza xwe li ser hev kom dike û kar û bara pingava tunekirina dengê azad ji hemû rexî ve bike  .

Em hemî dizanin çawa çemper mîna bazin li dor gewriya wî hatiye pêçan û îskê mirinê dide , di vê dema kirîtîk de cih ji xemsarî û bazarên kesayetî re nema ye , îro agirê xinzirî ji binê erdê dipijiqe , hêviya sarbûna vî agirî bêhêvîtiye û bêbaweriye ji doza milet û netewê re , kîbe bila bibe , rewş bi pêş de diçe û bi şûn de nema vegere , kesên pêkhatî dikarin cihê xwe di neqşeya nû de bigrin , bazarên nehênî û qizincên biçûk xwekuştine di vê demê de , ji destberdana derfeta zêrîn ya niha li rû dayî bi kêmanî di nava çerxekî de anceq carekî xwe dubare dike , ev baweriya her kesî ye lê mixabin hîna tu kesî ev mijar nekirye barê xwe û xwe ji vê kêşê re berpirsiyar nedîtiye , heger çav li bajarên Sûrî yên din be heta veguherînê bi rijêmê re çêke û ji nû wêrekiya me were me , hingî agirê me sar dibe û tîna mê namîne .  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…