Sê nimûne ji jiyana koçberiyê

Arşevê Oskan

Ez nû hatibûm Elmanya û çavên min li herderê digeriyan, xweza, ziman, çand, mirov… hemû warên jiyanê bi awayekî cûda li ber çavên min dihatin raxistin.  Mirovên ku ne bi reng û ne jî bi deng mîna min bûn.

Xweza:

Di havînê de, rengê kesk desthilatar e. Mîna cawekî mezin, kesk qadê dimemilîne. Di zivistanê de jî, rengê sipî li şûna rengê kesk tê raxistin. Asoyekî bê toz, sade, baraneke bêwext kengî dixwaze hêsirên xwe bi ser mirovan û qadê dibarîne.
 Çem û cobarên avê her şil in, ziwa nabin. Li herderê diherikin û avên golan rawestiyayî bin jî, genî nabin û bêhna nexweş nade pozê mirovan. Qaz û ordek û newresên li wan çeman nayên nêçîrkirin û kes birçiyên goştê wan tune ne. Di zivistanê de, kuliyên berfê bi lepan ji aso têne xwar. Di nava çend katjimêran de, herder sipî dike û dunyayê dike sarinc. Serbanên xaniyan, şaxên daran, daristan û zeviyên li derdora bajêr.. lê rê û autobanên wan ranawestin, wek her roj di liv û tevgerê de ne. Kesek ji karên xwe namînin, ne mîna welatê me, ku berf bibare jiyan dibe mîna festivalê… hundirê xaniyan ne zivistanê mirovan diqefilînin û ne jî havînan mirovan dibrijînin. Li vir xweza herdem li gor dilê mirovên wan tê ristin.

Ziman:

Ji mirovên ku bi temenên xwe mezin re, ziman tîr û giran diherike, lê ji bo zarokan di nava çend heyvan de zimanê dayikê li dûv xwe dihêle. Mirovên ku temenê wan bi ser sihî ketibin, bi salan fêrî ziman nabin. Ne xwezî bi dilê wî yê ku porê serê wî sipî bûbe û hatibe van welatan. Ew û kul û derdên biyaniyê dibin destbirakên hev. Mîna çûkan her neteweyek zimanekî wê heye û ew ziman roleke giring di avakirina jiyana wî de dilîze. Mirovên penaber ku tên van welatan yekser diramin ku jiyana wan ma li vir, heta hebin jî dibe ku nema welatê xwe bibîne, bi gotineke din rêya vegera welatê xwe wenda dike. Gelek poşman dibin û li serê xwe dixin, bi taybetî ew kesên ku di xwedîkirina zarok û malbatê de têk diçin û hinek jî tenê li jiyana diravî û aborî diramin û xwe pê aşt û aram dikin. Lê nizaniya ziman herdem mîna çakuçekî hesinî gurminiyê ji serê wan tîne.

Çand:

Kultura ku mirov li ser mezin dibe, awayê pêdiviya mirov û rengê jiyanê destnîşan dike û mîna çermekî li hiş û giyanê wî tê pêçan. Stran, mûzîk, pêwendiyên civakê, şevbuhêrk, ol û diyarde.. mîna axa koka darekê, hêx û enerciyê dide mirov û tu were di vanbera şev û rojekê de, wê darê ji wê axê hilkişîne û bibe li axake din biçîne. Her çiqas temenê wê darê pîr bûbe, dê zû bi zû neyê şitilandin û dê pel û şaxên wê darê zer û ziwa bibin ”zanist jî vê nerînê piştrast dike”.  Di wî temenî de, dê kesê kurd neyê li ”Hip Hop, Beatbox” guhdarî nekin. Dê li M. A. Cezîrî, Şakiro, Meryekxan û Kawîs axa gudarî bikin û derdên xwe li ser rista wan raxînin û li ber tîna dengê wan birînên xwe ziwa bikin. Dê nepejirînin ku jinên wan azad û serbest bijîn. Lê mêr çawa dijî serbest in. Dê xwarina wan ne (Pîzza û Hamburger) bin, belê wê dîsa tirşik û savar û şorba nîzkê bixun. Em ê her cilî li bejna xwe nekin û nehêlin jinên me servekirî di kolanan re bimeşin. Dê şevbuhêrkên me bi hev re derbas bibin û heta nîvê şevê em ê bi dizî cixareyan li malê li nav koma zarokên xwe yên biçûk bikşînin. Em ê herin dawetên xwe û bi dehan kes herin serdana nexweşên li nexweşxaneyan û bi dengê bilind bipeyivin û bang li hev bikin, kî çi dibêje bila bibêje ev adetên me ne û em dest ji wan bernadin. Em ê herin gulîstan û parkên seyranê û goşt bibrêjin û gemara xwe li wan deran li şûna xwe bihêlin. Ma karê hevdana çopê, karê me ye qurban!? Ew karê çopçiyên belediyê ne. Em ê li zarokên xwe bidin, ji bo edeba wan. Em ê nehêlin jinên me bi mêvanên mêr re, xwarinê bixun. Em ê li xwe daneynin li xwaringehê alîkariya jinên xwe bikin, ma bila mirovên welêt bibihîzin û bibêjin ev ji jinên xwe ditirsin!? ” ah ev ji me kêm e” bi xwedê em li ser vê çanda xwe jidayik bûne û em ê li ser jî bimrin. Kî çi dibêje bila bibêje. Lê ku me hat û jinek elman zewicand, ew rewşeke din e. Em wê çaxê mecbûrin wan adet û diyardeyan di ser guhên xwe re bavêjin.

Li van welatan, tu bi kû ve diçe hemû bi te re devliken in. Doktor, xwaringeh, fabrîke, mamosteyên dibistanan… hed. Bi şaşî û lawziya te ya zimanî nakenin. Normal dibînin û alîkariya mirovan jî dikin. Jin û keçên wan porzer, çavşîn û nazik û dijwar in. Bi dirûvên xwe nazik û bi dilê xwe dijwar in. Qet şaşiyan napejirînin û gunehan efû nakin û di mafên xwe de nabihûrin… mîna berazan in. Lê em goştê berazan naxun û firoşgehên ku goştê berazan lê hebe jî, em goştê golik û mirîşkan jî jê nakirin. Em ji elmanan dipirsin; gelo dikanên ereb û tirkan li vî bajarî hene, em qet rê bi ser navê kurdan naxin. Ew wek me bêhna xwe teng nakin û rûyê wan naqermiçe. Rê jî şanî me dikin, lê nexweziya min bi dilê te, tu li mirovekî nijatperest (Nazîst) rast bê û vê pirsê jê bikî. Wê bi ibrî bi dîn û xwedanê ereb û tirkan re kufir bibe û pirsa te di nav çavên te de lêxîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…