Bangewazî ji komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê

  gelî helbestvanên hêja û bi rêz, hûn tev dizanin ku dema lidarxistina mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê pirr nêzîk bû ye, di dema ku ev mihrecan bû ye şemala ronahiyê û parçeyek ji rewanê her helbestvanê kurd di dîroka helbesta kurdî de ji salên nodî ta nuha.

Îro ji me tevan tê xwestin – dest bi dest dil bi dil can bi can – ku dîsa, em agirê vê şemalê bi heblbestên xwe geş bikin, û her yek ji me ji aliyê xwe, bi çoşa hindirê, bi nîgaş û hestên xwe, em vê mihrecanê ya ku di rewşeke taybet de dê lidarkeve bixemilînin, nemaze ku ev mihrecan dê di bin diruşma – mihrecana azadiya zimanê kurdî – de  lidarkeve.
îca gelî helbestvanên hêja û delal, ji me tevan têxwestin ku em piştgiriya vê mihrecanê bikin, û em tev kar bikin, her yek ji hêla xwe ve ku em bejna helbesta kurdî bilind bikin û ala azadiya zimanê xwe li asîmanê hebûnê hildin, ji me teva tê xwestin ku em bibin alîkar da ku ev mihrecan biserkeve, serkeftineke bi cî û war, dema em (komîta amadekar ) bi vî rengê ha bangewazî we dikin, em xwe weke we dibînin, ya dîtir barê me barê we ye jî, de ka em bi hev re vê berpirsyariyê bi dil û can hilgirin.
daxwaza me ji we yek bi yek, ku hûn tev beşdar bibin, her çiqasî ev mihrecan berfireh be, serkeftina wê jî dê gewre û ber bi çav be.
dawiyê hêviya me ewe, ku hûn helbestên xwe ji me re li ser Emaila mihrecanê bişînin, yan dest bi dest, ji ber ku dê mihrecan di wexta xwe de lidarkeve.
Email: mehrecanahelbeste@gmail.com

Bi hev re Ji bo serkeftina Mehrecana Azadiya Zimanê Kurdî
            
             Komîta Amadekar
 ya Mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê        
        18/9/2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…