Serhildana hevrêzên xortên kurda di bin çi diruşmê de dilivin

Melevan Resûl

Goman nîne ku hêza guherîn a civakê bi hîm û palpiştiya hêza ciwan û xortan di her civakê de bi encamek erênî dibe , ew beşê civakê ya herî bi çalake û dawiya dawî ew nifşê paşerojê ne û beryara di destê wan de çarenûsekî ji wan re wêne dike .

Şoreşa miletê sûrî wekî ya hemû raperînên rewa ji çalakiyên xortan destpêkir ,
 roj biroj gavan li pêş dixin û mora xwe li guherînê didin , ciwanên kurd jî bi lezgînî banga guherînê di wê rêbazê de tekoşînek bi rûmet nîşan dan , eva jî cihê serfiraziyê ye û omîda gel geş dike , ev serhildan di seran serî welatê me de bi bandor dibe û hîkariya xwe berda ser tevgera siyasî jî û di qoziyekî de asteng kiri da ku bibe xwedan helwest û bi germî bikeve şepola guherînê û yan wê di şûnde bimîne , ji lew hewldanên yek alî ji bal çend partiyên kurdî ve û beşek berfereh ji rewşenbîr û beşên civakê , ketin liv û dewranê da mora xwe li vê rûdana ne dihizran de bidin , hinek li pêlê siwar hatin û hinan xwe ragirtin û heta roja îro helwestên wan di tevlîhevîyê de ye , heme em dikarin bêjin ku tevgera siyasî , civakî û rewşenbîrî heta niha nekariye xwe li gor lezgîniya veguherînê  tekûz bike yan dûzan bibe , ew ji qelsiya bêbawerî û bê helwestiya berpirsiyar der tê .
Em bêjin yan nebêjin lê îro ezmûn hatiye ku veqetandin were kirin û cihê vehesînê û siwariya li pêlê nemaye , ev mijar di kolana kurdî de bi giranî tê guftûgo kirin û lêgirtin bi dijwarî têne kirin , lê ya ku heta niha ji ber kirîtîkiya mijarê hîn ti kesî berê xwe nedaye hevrêzên ciwanên kurd ka çi dikin û dibin çi banî û pirojeyê de dixebitin , helbete bi qasî lêgirtin li tevgera kurdî ya rêxistinkirî tê kirin , du qatê wê li hevrêzan jî dive were kirin , gelo berê van xortan bi kude ye û dibin çi forman de liv û serhildanê dikin , ka pirojeya di destê wan de çiye û her weha ………..
Ev pirs hemî hîna zelal nebûne û mane bê bersiv , tirsa min ji wê tirsê ye ku bi rengekî ji rengan û bêhişyarî ew bikevin bandora ajinde û komployan de , nemaze nexuyakirina rê û projeya guherînê û destkeftên miletê kurd wê çi bin di encamê de , bila em newin xapandin bi gotgotê opzisyona tert û balav , ya ku heta îro ne diyare wê çi bi xwere ji vî miletî û welatî re bîne .
Eve jî tê wateyê ku ciwanên kurd carek dî li xwe vegerin û ji nûve xwe rêz bikin û omîda miletê xwe neşikînin , gelo ma dibe ku ciwanên kurd di şeqamên bajarên kurdî de doza rûxandina rijîmê bikin û ji bajarên Sûrî re siloganên piştgiriyê bêjin ya ku heta roja îro di wê aloziya xwede hîn hebûna miletê kurd napejirandin e !
Diruşmên ciwanên kurd dihêle ku cada kurdî mando bibe û pûte bi wan nede , nemaze diruşmên mîna ( kesên tevlî me nebin bênamûsin ) !
Hûn ji kîre van sixêfan dikin xortê kurda , qey miletê we namûsa xwe bi destê rijêmê ve berda ye ? .

Hêviya min ewe ku ciwanên kurd bi qasî navê xwe derkevin û rola guherîna hevdem bi dest xweve bînin  da ku em bi hevre bighin roja azadiyê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…