Mûsa Zaxuranî, Birako!

Konê Reş

   Birako! Te ji min re digot; mala Xwedê ava be, va ez bûm welatiyê Sûriyê.. Vêca ez ê bi serbestî ji Sûriyê derkevim, herim keça xwe Şoreşê, Mîdya û Helbestê bibînim û vegerim.. Qet te bîr nedibir ku li vegerê, wê dergehê zindanên Qamişlo, Hesekê û Şamê li hêviya te vekirî bin.. Girtiyên wan çavên xwe li yekî wek te digerînin ku nûçeyên xwepêşandanan ji wan re bibêjî, wan serwextî nûçeyên Beriya Mêrdînê bikî, hejarî û tengezariya welatiyan şanî wan bidî..
*          *          *

   Belê birako! Te digot ez ê herim Kurdistanê heca xwe li Lalişê Nûranî nû bikim, Hewlêra paytex tewaf bikim, heval û hogiran ji nivîskarên Badînan ziyaret bikim û eger derfet hebe ez ê semînerekê di Yekîtiya Nivîskarên kurd- tayê Duhokê de li ser rewşa rewşenbîriya Rojava pêk bînim.. Di pey re ez ê herim şûna Diyar Doskî, Selman Kovelî û Hafizê Qazî.. ber dilê xizmên wan xweş bikim û di ber Mûzexaneya Qadir Qaçax re derbas bibim..

*          *          *

   Erê birako, qey te bîr nedibir, baskên kevokê li welatê me şikestî ne, şaxikên darzeytûnê ji pelan perpitî ne.. Dara ter bi gunehê dara hişk tê şewitandin.. Tenahî û aramiyê xwe dane alî.. Bêrîbûn bi nalenal e.. Erê birako! Êdî nema pirsa te ji Ebû Xelîl, Eliyê Cizîrî û pismamê te Îssayeê Mîranî dikim, bi tenê ez ê doza azadî û serbestiya te li ber dergehê zindanê bikim, erê li ber dergehê zindanê.

Qamişlo, 21.09.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…