Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e

 Yasîn Hisên

Pirtûka (Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e) ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî li Silêmaniyê derket, ji berhevkirin û Komkirina nivîskar Xeyrî Şingalî.

Ev pirtûk ji dû bergan pêkhatiye û mijara wan li ser têkist û sitran û dastanên taybet bi Kurdên Êzdî ye.

Bergê yekem ji vê pirtûkê ji sê beşan pêkhatiye, beşê têkistên dastanî û efsanewî: Berhevkar di vî beşî de her têkistek bi perawêz û jêderên van têkistan zangîn kiriye.

 Beşê Duyem: li ser Efsane û dastanên Kurdî ên dirêj wekî Mem û Zîn, Kela Dimdim, Siyamend û Xecê pêkhatiye, tevî zêdetirî deh dastanên din digel têkistên wan ê sitrana de.
Beşê Sêyem: piraniya vî beşî li ser çêroka (Derwêşê Evdî) û lehengiya wî ye, digel beşekî biçûk li ser jiyana hunermendên Kurd ên Êzîdî.
Bergê Diwem ji vê pirtûkê, ji stranên Kurdî ên Floklorî pêkhatiye, û di dawiya vî bergî de Berhevkar li ser rola Kurdên Êzdî di parastina Floklor û Kelepûrê Kurd de disekine, û dide xuyakirin ku Kurdên Êzdî di dîroka miletê Kurd de bi sitran û dastanana beşekî baş ji vî Kelepûrî parastine.
Hêjayî gotinê ye ko bergê Yekem bi hevkariya Dezgeha Serdem hatiye Çapkirin, û bergê diwem jî bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê hatiye çapkirin.

Herweha weku hate zanîn ko ev pirtûk ji nava projeyên ko Enstîtuya Kelepûrê Kurdî li bajarê Silêmaniyê pê radibe hatiye amadekirin, û ji bilî vê pirtûkê, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hindek projeyên din jî kiribûn li ser Kurdên Êzdî û di pêşerojê de jî projeyên wê hene ko bêtir li ser Kelepûr û Folklora Kurdên Êzdî berheman çap bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...