Rijêm dirûxe yan bi ser xweve tê (beşê yekem)

Melevan Resûl

Di dirêjahiya vê qûnaxa rûdayî de û bûyerên xemgîn li ber cavê gerdûnê pêkve li dar dikevin  , gelo ma wê rijêm birûxe yan wê xwe ji kansêra vê janê bi awakî derxîne ?

Bersiva vê pirsê di himêza siyasetvanên Sûrî (bi giştî) de dimîne û li benda helwesta tevgera netewa kurdî dimîne .
1-    Heger na be (na rûxe) gelo wê opzisyona Erebî çi sûdê wergire û li ser hesabê kê , fatoreya lehya xwîna bêgunehan û bi çi encamê ji herdu layan ve were dayin ? rexê din ji pirsê gelo ma wê bazar dîse wekî carikê caran kurd tepeser bibin û di qoziyên jibîrkirinê de bimînin ? 
2-    Heger erê be (birûxe) dîse heman pirs xwe dubare dike lê bi şêweykî dî , wê desthilat kî be û xwedanê çi projeyê ji boyî welatê Sûrî xwedan beryar û helwest be , nemaze derbarê mafê netewên pêkhatîna civaka Sûrî dixemilînin û bi taybet netewa kurd , gelo ma projeya di destê bizava kurdî de qey xwedê daye yan hîna di zikê makê de hîna sîsike û nemeyî ye .
Di baweriya min de ev herdu pirs rewa ne û bersivên xwe bê westan digrin , (kerê kor jî bîr dibe) , lê ya ku ji me kurdan ve bi giştî nediyar ew projeyên nehênî û paşdîwar di navbera hêzên xwedî neqşe û sînaryo di wênekirina diruşmên nîgarkiya formên hevdadan a berjewend û hevspartin a pêgihana civakek bê helwest û qurmiçî ji rah û kokê xwe ve birrî , her çendî ku gelên rojhilat hîna bihna azadiyê li difna wan nexistiye û her demî di bin çewsandin û merçiqandinê de bê kesayet mane , dibe ku azadiyek seqet helmişte û ji rewşa derûnî baştir bibe  , lê guherîn ti carî bi çend ampolên vehesîna can çareser nabin , belkî ew ji azara kuştin û pişaftinê heta qûnaxekî rizgar dibe , lê ti carî nikare  yan rê jêre venabe ku xwe bi asta gelên pêşverû ve bighîne , her daxwaz ewe ku pirsên giran bê çareserî bimînin da ku dûvikî û peyetî li dar û dest berdewam bike ,
Insiyatîfa çareseriyê nakeve destê hemwelatiyan , nimûne ji desthilatên li derdorê welatê Sûrî balkêşin , ji layekî Tirk çawa ketine rêzê û xewnên xwe şiyar dikin , bi erêkirina hêzên bênavkirî di paş deryan de û xwedanê  insiyatîfê di beryara guherînê de , da ku pêşengiyê bike û rê ji xewn û xeyalên wê re vebin heme heger xwest û carek din bi şêweyekî ji şêweyan li Imperatoriya Osmanî vegere ew nabe alozî bi taybet ji Emerîka re .
Rolek dewleta Tirk (tevî dewletên Sinî) di vehûnana nîgara Sûrî de tê pejirandin , di nava pirojeya dewleta Tirk de gelo wê çi mafê kurdan hebe ? .
Heta bi qûnaxekî dewleta Tirk karî xwe bi alema islamî bide pejrandin , evê yekê hêla ku Iran mando bibe û gotinên xwe zirz bike , ji lew rejîma Tirk bi hevpeymanekî karî rejîma Iranê bi xapîne û li hevkirina bi desthilata Iraqê re bikeve diyalogê û bi hevre û bi erêkirina Emrîka  beryara li darxistina şer li hember bizava rizgarîxwaz a netewa kurd li bakur û li rojhilat dest bi tunekirinê kirin , bê ku civaka navnetewî û heta gerdûna gardenazad li gor sincê mirovan tev bigere  , mebest ji van kiryarên kirêt û dijmirovan li tu welatî nebûye û nabe , gelo ma qey eve buhara azadiya miletan ya ku Ewropa û Emrîka propagendiyê jêre bi şev û roj dikin .
Pirsa giringtir ewe : gelo ma me kurdan heta çi redeyê xwe li gor pîlanan amade kiriye û çiqasî em dikarin bersinga wê bigrin ?
Metirsîn ne tenê li ser beşekî welatê kurda ye , ji lew hêja Mas””””ûd Barzanî di kongireya vê dawî yê de bang li hêzên Emrîka kir ku hêzên xwe û  Iraqê bihêle heta demek dî , bi rastî jî hemû parçên kurdistanê di metirsînê de ne , derdor hemî li benda nêçîrê û hereşekirinê ne , tu carî rijîmên heremê û heta cîgirên payinkirî ji opzisyonê naxwazin çirîska ronahiyê li kurdan bide .

Ev di astê netewa kurdistanî de heye , miletê kurd li Sûrî ji vê pîlanê ne bêpare , ji lew Ardogan dibêje : kêşeya Sûrî gengeşeyek min ya navxweyî  ye , her weha rijêma Iranê naskiriye çiqas bi rijêmê me hevbendin û tevlî Hizbulah û Malikî û heta tevgera Hamas bi destekdana Rosiya çîn û …. , yaku ji hemuyan giringtir helwesta Israîl ya ku hîn cîgirek baştir nedîtiye û bi rengekî ji rengan  rijêma Sûrî diparêzê dike û naxwaze birûxe .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…