Konê Reş
Erê; bi min xweş e ku ez wî pîroz bikim, wek ku çawa berî çend rojan jî, min Dr. Eskerê Boyîk pîroz kir û berî wî jî bi çend salan min Dr. Celîlê Celîl pîroz kir.. Evên ku hatibûn Qamişlo, ez çav bi wan ketibûm û min sûde ji wan wergirtiye..
Di salên Prostroyka de û piştî ku Sovyêt di sala 1989 an de ji hev ket û herifî, zext û zora ku li ser ronakbîrên me yên Ermenistanê hebû, hinekî sivik bû û piço piço rê li ber wan vebû ku dinayê bibînin û bi ziyaretî ji Sovyêtê an ermenistanê dertevin.. Hingî gelek ji wan ronakbîran, nexasim yên ku bi ola xwe Êzdî bûn, xwe berdan nav Kurdên sûriyê da ku kela dilê xwe û tîbûna xwe, bi dîtina birayên xwe, kurdên Kurdistanê bişkînin û çavê xwe bi dîtina wan kil bikin..

Abdulbaqi Huseyni Tosine reshid u Kone Resh Qamishlo 1989
Di havîna 1989 an de Dr. Tosinê Reşîd li bajarê Qamişlo bû mêvan û bi şahiyeke mezin ji rex xelkên Qamişlo ve hat pêşwazîkirin. Hingî min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, bi navê kovara xwe (Gurzek Gul), me hevpeyvînek pêre li darxist û me ew hevpeyvîn di hejmara 7 an, adara 1990î de belavkir. Di gel ku em pêre bûn wek rêberan di Qamişlo de..
Xwedê heye; xelkên Qamişlo jî bi germî pêşwaziya wî dikirin, wî li wî yê ku nivîskarê Kurd yê ku ji Ermenistanê hatiye Qamişlo bibîne û biezimîne mala xwe..
Çima di saxiyê de emê dilê hev xweş nekin, çima ez ê 70 saliya yekî wek Tosinê Reşîd pîroz nekim, ku wî bi salan xebat di ber ziman û rewşenbîriya Kurdî de kiriye..?! Wek ku ji mafê darê av e, ji mafê Tosinê Reşîd jî pîrozkirine.. Wey sed carî salên mayî, di xweşî û geşiyê de li te pîroz bin.







Şîrove (0)