Çi di bin zimanê Tirkiyê ye?

  Heyder Omer
Tiştê heya îro xuya, ew e ku ne Emerîka û Ewrupa dixwazin bi awayê leşkerî li gel şoreşa gelên Sûriyê têkildar bibin, û ne jî gelên Sûriyê vê cûreyê têkiliyê dixwazin. Lê ev daxwaza rê li pêş evê têkiliya, ku heye (belkî) ne bi awayê yekser be, nagire.

Emerîka û Ewrupa haydar in, ku têkildariya wan li Efganistanê, Îraqê û Lîbiya rûmeta wan li ba hinek dewletên îslamî û hinkên Ereban jî, birîn kiriye, vê lomê naxwazin vê ezmûnê li Sûriyê dubare bikin, lê li gor berjewendiyên xwe naxwazin, bi paş guhên xwe de jî bavêjin.
Tirkiyê endama Nato ya herî hêzdar û girin e, di herêma rojhilata navîn de, her wusa di nav dewletên îslamî û yên erebî de xwedî rêza paye bilid e, têkildariya wê li gel Sûriyê û şoreşa gelê Sûriyê bi awayê leşkerî û bi erêkirina Emerîka û Ewrupa wê li ba dewletên îslamî û yên ereban were pejirandin. Vê lomê gava ewana hêviyê ji mana rijîma Sûriyê bibirin, dê deriyê têkildariya leşkerî li ser piştê vekin, da Sûriye ya nû li gor kêfê xwe organîze bikin..

Lê Tirkiyê ji bo vê yekê, ji destpêka şoreşa Sûriyê de, dudilî xuya dibe. Ji hêlekê de dest ji umûda mana rijîma Sûriyê nabire, û şêwran lê dike, ku bi pînekirina rewşên polîtîkî, civakî û aborî, xwe ji vê lehiyê biparêrze, û ji hêlekê de jî gilêz bi devê wê dikeve, ku rê li pêş sergêr û piroblemên xwe li gel Kurdan bi awayê ku dixwaze, çareser bike.

Her kesê bala xwe bide helwest û tevgera Tirkiyê, wê bibîne ku çawa tê guhertin. Pêşî rijîma Tirkiyê bi dengê bilind qîriya û weha got, ku tiştê li Sûriyê dibe ne tenê yê Sûriyê ye, belê em jî pêre yekser têkildar in. Ji vê bêtir serokê Tirkiyê Ebdella Gul karîna têkildariya leşkerî jî nîşan kir, û şandeyên sûrî û tirkî di vavbera her du dewltan de çû û hatin, û Dawud Oxlo; şalyarê kar û barê derve yê Tirkiyê got dê di seredana xwe ya dawî de nameyeke tund û giran bighîne rijîma Esed. Lê ji dêvla wê nameyê, keysa du heftiyan da wî, da piroblemên xwe li gel gelên sûrî çareser û pîne bike. Dawud Oxlo û hukometa Tirkan dizanin ku ev helwesta nû dê rûmeta Tirkiyê li ba xwepêşandarên Sûrî birîn bike, lê xuya ye mebedsta wan ne parastina rûmetê ye, ne jî parastina sifîlên sûrî ye, belê tiştine din in.

Evê keysa du hetiyan bi awayê aşkere da xuyakirin,ku rewşa herêmî û ya navnetewî ji bo têkildariya leşkerî hîna ne amade ye, û qirkirin, kuştin û xwîna Sûriyan ne xem û qisaweta rijîma Tirkiye ye, belê wê armancine din hene, nahilin Tirkiyê  kuştin û xwîna sûriyan bîbine, belê çavên wê tenê li Kurda ne, ku heya jê were wê hewl bide da rijîma sûrî li ser piyan bimîne, û hevpeymanên wan li gel Sûriyê girêdane bi ber bahozan nekevin.

Rastiyên li meydanê hene vê boçûnê dadigerînin; dostaniya her du dewletên Sûrî û Tirkî di van panzdeh salên dawî de aşkere ye, û qzencê Tirkiyê ji vê dostaniyê kirine jî aşkere ne, her dewletek nikare û naxwaze ji dest xwe berde; ji hêlekê de Tirkiyê ji warê aborî de pir qezenc kirine, û bazirganiya wê li gel Sûriyê du-sê qat bûye, gelek fabrîkeyên wê li Sîriyê, nemaze li bajarê Helebê dixebitin, û ji hêla din de jî hevpeymanên polîtîkî, nemaze ya Adenê sala 1998ê di navbera wan de hene, Tiriyê qezencên polîtîkî ji wan hevpeymanan wergirtiye; ewê hevpeymanê hem serokê PKK ji Sûriyê bi derxist, û da  destên Tirtkan, û hem jî nema Sûriyê çela Iskenderonê (Hetayê) dike, û nema serdema Osmaniyan weke dagîrkerî bi nav dike.

Dêmek Tirkiyê ne amade ye, ku zû zû hilweşîna rijîma Sûriyê bipejirîne, lê di heman demê nikare çavên xwe li hember bizava gelên Sûrî jî bigire, vê lomê ew bi çavekî li rijîma Esed dinêre, û hêviya wê ew e, ku ev rijîm xwe bi pînekirina rewşa welatê xwe biparêze û careke din li ser piyan bimîne, û bi çavê din jî hem li tevgera şoreşa Sûriyan dinêre, ka wê bi kû derê gihîne, û hem jî li helwesta herêmî û navnetewî dinêre, ka dê bi çi awayî li gel wê bizavê bide û bstîne, vê lomê ji hêlekê de şêwrên xwe li rijîma Sûrî dike, keysa du hetiyan dide, û ji hêlekê de jî di bin sih û baskên xwe de kongirên rikberiya (opposition) Sûrî girêdide, û her tim jî hewldide, ku hêla Birayên misilman (Îxwan El-Muslîmîn), ku ew û hukometa Erdoxan li hevdu dibanin, di wan kongiran de dagerî be.

Xuya ye helwestên, ku li vê dawiyê hatine xuyakirin, rê li pêş Tirkiyê dûz dikin, ku ne tenê birîna rûmeta xwe li ba xwepêşandarên Sûrî bikewîne, belê xwe ji bo têkildariya leşkerî jî amade bike.

Di vê dema dawî de helwestên herêmî û yên navnetewî, nemaze di pey diyarbûna helwesta qiralê Erebistanê Ebdella Bin Eddil-Zîz re, hatin guhertin. Emerîka û Ewrupa aşkere gotin divê Esed dagere û dest ji destlatê bikşîne, hinek dewletên kendavê balyozên xwe ji Sûriyê kişandin, şalyarên kar û barê derve yên Ereban civînek li dar xistin, biryar girtin, ku divê xwînrijîn li Sûriyê raweste,      û helwesta xwe hildan milên Nebîl El-Elerebî, û berê wî dane Şamê. Lê guhertina herî diramatîkî di helwestên hêzên herêmî de ew e, ku her du hevalbendên rijîma Sûriyê, Îran û Patriya Xweda (hizbulla) ya Lubnanî gîhan wê baweriyê, ku gelên Sûriyê nema ji riya xwe vedigerin.

Îranê ji neçare ji Esed xwast, ku daxwazên Sûriyan yê polîtîkî bi cih bike. Ev yeka jî tê wê wateyê, ku Îran haydar e, ku çareserkirina leşkerî û ewlekarî ne dikare rijîma Sûriyê biparêze, û ne jî dikare xweragirtina, ku rijîmê li ser piyan rawestîne, peyda bike. Her weha Hesen Nesrella; serokê Hizbulla jî bang li hemî terefdarên Sûriyê kir, ku vêkra bixebitin, da çareseriyeke aştiyane peyda bikin.

Dêmek Tirkiyê dibîne, ku hin bi hin çember li derdora rijîma Esed teng dibe, ji hêlekê de kuştin û xwînrijîn nikare bizav û tevgera gelên Sûrî rawestîne, belê hîna gur dibe, û ji hêlekê de jî rijîma Sûrî dikeve qoziya herî teng, û rê li pêş avakirina dewleta Sûrî ya sifîl û demukrat, ku hemî pêkhatên Sûriyê di bin sîwana wê de wekhev dibin, li ser piştê vedibe.

Bi baweriya min helwesta Tirkiyê, ya vê dawiyê, ku balyozê Îsraîl qewitand, û yê xwe jî vekşand, bi behaneya hêrişa Îsraîl ser geştiya Mermere, ku sala 2010 bi ber Gezê de diçû, û alîkariya mirovane ji bo Gazawîyan hilgirtibû, mebest jê ne ew e, ku Îsraîl bêşîne, yan jî riswa bike, belê mebest jê ew e, ku raya giştî ya dewletên misilman û yên Ereban jî di navde, amade bike, da têkildariya wê ya leskerî li gel Sûriyê bipejirînin, û jê re alîkar bin, eger bûyer gîhan wê radeyê.

Tirkiyê dizane, ew û Îsraîl her du jî vevalbendên Emerîka yên herî dilsoj in di devera rojhilata navîn de, pêre jî dizane, ku Emerîka li hember sarbûna têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl bê deng û desbest namîne, wê çareser bike. Egere ne wusa ye; ma çima Tirkiyê balyozxana Îsraîl nagire, belê hin karmedan lê dihêle, û ya xwe li Îsraîl nagire?

Tirkiyê heya îro jî hêvî heye, ku rijîma Sûriyê bimîne, eger wê hêviyê wenda bike, wê destên xwe têwerde, da ji hêlekê de qezencên xwe yên baziganî û aborî desteftî biparêze, û ji hêla din de jî destên xwe di doza kurdî werde, ji ber ku avakirina dewleta Sûrî ya sifîl û demukrat rê  li pȇş çareserkirina doza Kurdan jî vedike, bê ku bandora Tirkiyê li ser wê çareserkirinê hebe. Ev jî bi baweriya min yekemîn sedema çavsoriya Tirkiyê ye li hember rerwşa Sûriyê, çimkê çareserkirina doza kurdî li Sûriyê wê eniya rijîma Tirkiyê bide rastiya pelandina çareseriya doza kurdî li Bakurê Kurdistanê, wek  çawa Erdoxan ji neçare çû Hewlêrê, wê ji neçare jî biçe Qamîşlo û Kobanê û Efrînê, û ew jî dizane ku riya Qamîşlo di Amedê re derbas dibe.

Da ku Tirkikyê neçareyî vê yekê nebe, ew destan ji Sûriyê bernade, heya jê tê wê rola xwe bilîze, ji bo rijîma Sûriye li ser piyan bimîne, lê eger ev umûd hate birîn, wê zorê bide ser rikberiya sûrî, da destlata sûrî bixe destên Birayên misilman, ger qe nebe jî hêla wan di deslata sûrî na nû de dagerîne, vê lomê jî kongiran li pey kongiran girêdide.

Bi baweriya min ev helwesta Tirkiyê, ji rikberiya Sûriyê ya demukrat û lîberal ve ne veşartiye, lê tiştê aşkere jî ew e, ku vê rikberiyê, nemaze tevgera kurdî, heya îro nikariye xwe bide ser hev; ango liv û tevgera wê ne bi qaserî vê tevger û helwesta Tirkiyê ye.

Dem gelekî nazik e, û ji bo gelê Kurd li Sûriyê roj bi roj naziktir dibe, eger ji destên Kurdan bişimite, bi deh salan bi dest wan nakeve. Gelo ev yeka dê partiyên tevgera kurdî li Sûriyê li dora yekhelwestê bicivîne, û wan li gel hêzên xortan bibestîne, bê ku pişta xwe di wê yekhelwestê yal nekin, wek çawa nexşeriya xwe bi paş pişta xwe de avêtin? Bersiva vê pirsê li ba kongirê niştimanî kurdî, yê çavên Kurdan lê ne, dimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…