Şerê Libnanê, Ajansa REUTER, Kurdustan Airweyis

 Y. Sabri Qamişloki

Em  bi xwe  ji mîna Kurd mana cemidi, gelo şa bin ya xemgin bin, diyare weki dibêjin ev ji qedera xwedeya, xwiya ya Arami , Azadi,  li  bejna kurda nayê, hem demê barê giran, Hêsirên Çavan û kişandina derdan behra meya.
Bêguman kû, em balê bikşînin ser vî Weneyên li ber çav, meriv dikarê bi dû şêweya Şîrove bike, Yek ; di nav rihên pir kesan de heya, kû xwe Navdar bike bi çi rengi bê û li ser pişta kî bê, ; her wiha ji gotin tê li  ser Welata û Dazgehên Navnetewî, kû hem carê ji bo bercewendiyên xwe yê teyibet, her tiştî bi her kesi re, li kûdê bê ji û bi çi awyi bê awê belav bikin.

Ev Weneyê vê Fîroka (Balfir) me bi navê KURDISTAN AIRWEYS , kû di bin dû û dûmanên, êrîşên di navbera Dewleta Israil û Rêxistina Hizbûlahê de pêkdihat, ji aliyê Wênekêşê Ajansa REUTERÊ Muhemed Zakir ve di 24.07.2006 hatibû kişandin.

Vê Nûçgihana navnetewî, isal ev Dîmenê xemgin  ji xwere weki  ciwantirin Wêneyên di rêza Hevtan de ji xwe re hilbijart.

Reuter, ev navê wê li her qûncikê Cîhanê hatiya belav kirin, bi sedan Milionan wê dişopînin, ev Ajans, di  Sala 1951 ji aliyê hemwelatiyê Eleman ve Paul Jolios Reuter ve li Brêtaniyayê hatiya diyarkirin.

Nûçeyan didê  zêdeyi 120 Welatên û nêzîki 5000 girêdayê û 163 Bîro yê wê hene, yek ji Ajansên heri navdar û papûlyare.

Ez behwerim, kû em kurd bêtiri Gel di cîhanê de kû navê AJANSA  di zanê û wan dişopînin ji  ber kû em tenê bi vê hijmara 50 milionî bê welateki Azad û Serbixwe ne, her demê Çavên me li benda Nûçeyên nû mîna van Ajansan; REUTER, ASOŞISTID PRESS, INTERFAKS û yên cûde ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…