Nimêja înê û terawîha û şoreşa guhertinê li Sûrî!!

Dr. Zara Salih
 
Yek ji diyardeyên erênî ku bû faktorekî giring di serhildan û şoreşa gelê Sûrî de ta roja îro, piştî pênc heyvan ji pêketina wê, ew guhertina bingehîn di têgeya ( pîroziya roja înê ), ev roj bixwe taybetiye di hiş û çanda mirovên misilman de. Her û her roleke nerênî di leyist di civaka miletan de û rewşa wê ya siyasî de, wilo jî rêjîmên dictator dest avêtibûn ser vê dezgeha olî bo xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê
yê mella û rapora xudba înê dibin kontrola hêzên ewlekarî de bû, û ew wateya ayinî ku her mirovê misilman dijî zilm û zordariyê raweste, hatibû guhertin bi raporek ( siyasî ), ku millet her gav di tirsê de bijî û ticarî serî ranekê dijî desthiladaran û her û her bi serê wî ( xwedayê ) li erdê sûnd bête kirin û ji xeynî duaa û şabeşa jêre newê dan û gotin.
Bi rastî jî ew mala olî bû asîmanekî şoreşî, konekî hevgirtina millet di wateya wê ya derûnî de ku karîbû her kesî li dora armancê gel kom bike û berê wan bide xelasiyê û azadiyê, tevlû ku pir kes û civat ji wan ne diçûn nimêjê jî, lê vê şoreşa ciwanan serkeftî bû ku ew hestên pîroz div ê roja înê de, ew kêlîka ku her mirov bêtir nêzîkî xwedayê xwe ye û xwe jibîr dike û amade ye ta bi cane xwe ku ev xweda jê razî be, ev kurte dema han ya giring xweşik hate bikaranîn di bin xizmeta şoreşa azadî û rûmeta gel de.
Loma me dît çawa soza hemû ciwanan di roja înê de , ji cem Camiya destpêdikir û bi nav û deng bûn ( weke Camiya Qasimo, Camiya Al ûmerî, Camiya Xalid bi alwalîd û geleke din xeynî wan li seranserî welatê Sûrî ), û di tv û mediya de hatin naskirin, ku bûne cihê yekîtiya niştimanî û hêzên democrat û azadîxwaz û slogan û armancên wekhev li tev bajar û gundan. Û ev yekîtiya han bêtir rêjîm xiste astengiya de, loma wan jî bi şêwek hovane bersiva xwepêşendana dida, lê ta niha bi wan re neçû serî û nikarîbûn vê yekîtiyê ji hev bixin, tevlû ku bi hezaran kuştî, birîdar û girtî û penaber hebûn.
Di vê derbarê de rêjîmê xwest berî heyva rojiyê millet bi tirsênê jib o karê celda û çalakiya rawestînin û şoreş bi şûnde vegerê, û êdî roj bi roj hejmara kuştiyan zêdetir dibû jiber ku rêjîmê şerekî berfireh û eniyek leşkerî lidar xist li gelek deveran weke ( Hema, Der-eazor, Homis, dora Şamê ), lê me dît ku xwepêşendan ferehtir bûn û bûne rojane bi şev û roj, nexasim piştî nimêja Terawîha, ku êdî tev roj bûne weke roja xudba înê û hêzên ewlekarî û leşkerî nikarin vê şoreşê vemrînin.
Li deverên kurda, xwepêşendan xurtir dibin, û her rojin jibilî roja înê ku her ew der dikevin bo piştgiriya deverên din weke Dêrê û Hemayê, û di ber wê re jî navnîşana netewî kurdî tê nasîn bi sloganên xortan ku doza kurdî ne cuda ye ji doza guhertina demokrasî di hundirê Sûrî de, û pêwîste ev derfet ji dest kurdan neçe ku mafê xwe bidest xînin û hevpar bin bi netewa ereb re bi şêwek yasayî û destûrî, û gereke ev zelalbûna doza kurdî ji her kesî ve xuya be. Jiber ta niha hêzên dijberiya erebî bi hemû rengê xwe bêtirî mafê ziman û hemwelatiyê jib o millet kurd nabînin, loma gereke doza me kurda xuya û heşkere be li pêş wan, û heger em doza otomomî li rêjîmê dikin gereke ku em daxwazên xwe hember rikberiya Sûrî, bilindtir bikin û ti carî hevpeymana bi wan re girê nedin heger pirsa me weke netewe nepejirînin.
Yekîtiya kurdan gelekî giringe div ê demê de, zû pêwîste ku kongirê kurdî here serî û nûneriya kurdî yekbe, û bere her kes kesayetiya xwe û ezîtiyê bide alîkî din ji ber ne dema wê ye, jibo ev derfet ji dest kurdan neçê, û bêpar nemênin div ê bûyera dîrokî de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…