KURDÊN SÛRÎ RÊ WİNDAKİRİN

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Parçebûna KURDA li nav çar dewleta ew kirine netewa duyemîn di wî welatîde ,em bêjin em nebêjin.ji vê yekê KURD nikarin bi tena xwe yek biryarê bistênin bê netewa yekemîn di her welatekî KURD têde.

Ev rastiyeke kesek nikarê wê mandelekê,û dîrok li ber çavaye,ji sedê salave heta roja îro,va ezmûna parçê KURDISTANÊ yê bi dev ÎRAQÊ ve daxwiyakirineke mezine di vê derbarê de.
Lê mijara me li ser rewşa KURDÊ SÛRIYE.ji dema serxwebûna welatê SÛRÎ kû navê wê komaraSÛRÎ bû lê guhertin û kirin komara EREBÎ SÛRÎ heta roja îro KURD têde hatin ji bîrkirin,û mafên wan hatin xwarin, û dijminatiyeke zor li hember wan hate kirin,û gelek pirojê nijadperist û şûfînî li ser wan bi cî bûn,wek guhertina navê bajar û gundê KURDA,xeta diha,anîna EREBÊ hundir û bi cîkirna wan li nav KURDA bi XAK û av kirin ,li ser tî û birçîbûna KURDA.lê li hemberî van kara teva KURDÊ SÛRÎ nikarîbûn tiştekî bikin,ji ber delêvekî levhatî nebû ,ne yê navdewletî û ne yê herêmî û ne yê hindurû.
Lê dibêjin geya dibin kevirade namînê.va îro ew nîrê zêrîn yê me di xwest û ev pêtirî pêncî saliye em li hêvya wîbûn hat.îro şoreşek li SÛRÎ li dare ,gelê SÛRÎ tev rabiwe dixwazê rijîmê bi guherê, şoreşekê destpêkiriye bi kuştin ,bi girtin, bi talankirin ,berê welatê SÛRÎ li guhertineke mezin û bingihîne,em bêjin em nebêjin.
Lê KURD îro li hêvya çi mane??!!!!
Gêlo mane li hêvya rijîma baesê ya kû çil salî hebûna KURDA li SÛRÎ mandelekiriye. yan jî li hêvya hemberiya SÛRî ne heta kû rijîmê daxê ERDÊ û biryara welatê SÛRÎ têxê destê xwe, wî çaxî ji nûve KURDÊ karibin çibikin gelo??
Çima heta niha kurdê SÛRÎ nikarin biryare xwe bi rengekî zelal ji vê rewşa SÛRÎ bidin?
Tê xwiyakirin kurdê SÛRÎ rê widakirin mixabin,ji ber nikarin dîdar û rewşa îro SÛRÎ têde bi rengekî rast û dirist bixwînin.

 Lazgin60@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…