KA Û KÎ..?

Abbas Abbas

Du peyevên, ku bi zimanî kurdî ne, lê hûn li wan binêrin, hûn ê bibêjin qey bi zimanê çînî ne!..

Ka û kî, ev her du pirsên han, hewqas di nav axeftinê re melûl derbas dibin, ku dibîra tu kesî nayên, lê wilo jî mirov dikarê romanekê li ser derdên ku bi wan tê derbas kirin, bidê hûnandin .
Mamosta Helîm Yusif, ez êdî wî wek mînak bidim nîşan, ku bi rastî nivîskarekî kurd î herî naskiriye, û li hemî pirtûkxaneyan li kurdistanê û li derî kurdistanê pirtûkên wî peyda dibin, lê wilo jî û mixabin, dema ku em pêre biaxifin li ser xwendina van berhemên wî, em ji bersiveke melûl pêve jê nabihîzin, ku derdî wî û êşa wî wek nivîskar, bi gotina – ka- tê derbas kirin!…
Yanî,  ka ,  mirovên kurd, ku van pirtûkan bixwînê?..
Xwendina zimanê kurdî û berhemên bi zimanê kurdî, berî demekê, hêviya her kesên kurd bû, û hîn jî hêviye, lê mixabin, ev hêviya han û piştî ku hewqas berhem bi zimanê kurdî hatine çabkirin û hewaqas nivîskarên kurd yên serkeftî peyda bûne, ev daxwaz maye di kirasê hêviyeke tengzar de, ku êdî bi viyna mirovan ve hatiye girêdan!…
Dema mirovekî niviskar wek Mamosta Helîm Yusiv yan Mamosta Medenî Ferho, li pey peyva – ka – gotina – kî- bi dilekî şikestî dibêjê, hingî mirov digihê wê biryarê, ku ev hêviya han, wê hîn çend qurnên dî di vî kirasî de bimîn e.
Kî…  Berhemên me wê bixwînê?..
Ev pirs ji gelê kurd tê kirin, lê ku gotina – ka – li pey tê, hingî derbas dibê nav serbazên kurd, nav wan gergerekên ku li pişt maseyan rûniştîne û biryara bersiva vê peyvê di destê wan de ye .
Ka …. Ew mirovê welatparêz û niştîman, ku li halê van nivîskaran bibê xwedî?…
Ka..Ew rêxstinên kurdistanî, ku li zimanê kurdî bipisrin, da bibê yek xet û yek rêz?…
Pirseke ku heya wek îro bersiva wê nehatiye danîn, û ji ber ku heya aniha, maye di kirasê hêvyeke xav de, mixabin ku bû sedem ji hin nivîskarên kurd re , da ji nivîsandina bi zimanê kurdî dûr bikivin, mixabin ku ez yek ji wan nivîskara me .
Êdî em bibêjin, serên serbazên komara kurdistana azad sax be!..Bi taybetî, serê Mam Celal û Kak Masûd, ku rêzmanê kurdî kirin yek û zeravên kurdan dan hev û zimanekî zelal û hesan ji wan anîn der!..
Ev tinazok, belkî ne di cihê xwe de be, û hin bibêjin ku ev karê rewşenbîr û nivîskar û zangoyên zimanê kurdî ne, lê dawî jî, dibê ku ev peyv rast be, jiber ku bêyî biryara siyasî, tiştek di kurdistana azad de nayê qedandin, loma ez wan serbazan gunihkar dibînim .   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...