Qamişlo Û Camiya Qasimo

Konê Reş

   Erê Qamişlo bajarê min e, bajarê te ye, bajarê we ye, bajarê Kurd, kildoaşûrî, ereb, ermen û tev xelkên ku têde dijîn.. Qamişlo bûka beriya Mêrdînê ye.. Nisêbîna nû ye, paytexta Kurdewariyê ye.. Navenda êl û eşîrên herêmê ye.. Bajarê olên Xwedê ye; misilman, xiristiyan û Êzêdî.. Bajarê Cegerxwîn, Namî, Mele Nûrî, Rezo û Palo ye.. Bajarê Karebêtê Xaço, Mîlkonê Nadir, Aramê Dîkran, Ûsivkê Çelebî, Hizniyê Selîm, Mihemed Şêxo û Seîd Yûsiv e.. Hêlîna hejar û mişextiyên zor û kotekiyê ye..
   Qamişlo bajereke mîna her bajarek din, taybetiyek xwe heye, taybetiya wê jî ku welatiyên wê bi heyecan hez jê dikin.. Erê li gor vê taybetiyê ev bajar ji rex Kurdistaniyan ve jî hatiye hezkirin û dîtina vî bajarî ji wan re bûye hêvî û daxwazek şêrîn.
   Berê jî min gotiye; Qamişlo bi veşartokan dagirtiye. Gelek veşartokên wê bi kesayetiyên wê, bi cih û şûnewarên wê, ta bi dînên wê ve girêdayî ne.. Ta niha kesî – wek ku pêdiviye- ew veşartok ne xepartine û li dor wan ne nivîsandiye û wiha di tariyê de mane.. Belê nivîsandin jî ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye.. Nivîsandin name ye.. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor veşartokek ji veşartokên Qamişlo be wek Camiya Qasimo..
 Camiya Qasimo; di sala 1958 an de xwedênas Bedreddîn Şelah ev Mizgeft(Camî), dûrî bajêr, ser rêka ku diçe Amûdê, di rex xanîk û dikana Hecî Muradê Îssa de avakiriye, bi demê re mal li dor wan kombûne û taxa Elî Fero jî di navbera wan û taxa Hilêliyê de hatiye avakirin û wiha derdorî camiyê bûne avanî û di encam de taxek bi navê taxa Xerbî hatiye bi nav kirin..
Xweş tê bîra min dema ku em ji gund dihatin Qamişlo, li vegerê em li ber camiya Qasimo û dikana Hecî Murad komdibûn, bi hêviya hatina otomobîlan û vegera gund (Doda). Di wan salan de melayê camiyê geh mele Izzedîn bû û geh mele Ehmedê Bizgûrî bû û bangdanvanê camiyê Qasimo bû. (Qasimo yekî gewde hûrik û kin bû, xwedî denkekî qube û zelal bû, bi eslê xwe ji mehcirên Serhedê bû). Rehmetiyê Qasimo rojê pênc caran di wê camiyê de bang dida..
Ji ber ku akinciyên li derdora camiyê bi piranî xelkên Omerî bûn, ku imamê camiyê ne bi dilê wan ba, protesto dikirin û ew imamê ku mala Şêxê Xiznewî ji wan re şamdibû diguhertin.. Yê ku bêtir ev yek gur dikir Evdikê Gijomijo bû.. Ez bawerim ku Selîm Berekat jî ev yek di pirtûkek xwe de aniye ziman.. Wek ku tê bîra min, mele Ehmedê Bizgûrî melayê camiyê bû, ji ber ku Bizgûrî bû, Omerî li pişt disekinîn.. Cegerxwîn jî ji civat û berberiya ku di camiyê de dibû ne dûr bû.. Xelkên diçûn camiyê tev nas, cîran û dostên wî bûn.. Ez nebawerim ku rojek bê miçorge di nav Cegerxwîn û wan kesan de derbas bûbe.. Piştî ku Cegerxwîn di sala 1979 an de çû Swêdê, xweşbûn û geşbûna wî welatî dît, nameyek ji wan dost û hevalên xwe yên camiya Qasimo re şand û têde ji wan re got: Ew buhişta we qal dikir va ez têde me.. Navê camiyê yê fermî Yekîtî ye (Elwehde), lê bi demê re, ji ber dengê azana Qasimo ya xweş û hezkirî bi navê camiya Qasimo di nav gel de hatiye naskirin.
Ji bûyerên kurdewariyê yên bi vê camiyê ve hatine girêdan:
– Di roja 05.11.1984 an de, dema ku termê Cegerxwîn ji Swêd hat Qamişlo, berî wê bi rojekê hat belav kirin ku wê termê Cegerxwîn bînin camiya Qasimo û wiha camiya Qasimo bû navend ji pêşwaziya termê Cegerxwîn re..
– Di roja 09.adara 1989 an de, termê hunermendê netewî Mihemed Şêxo ji camiya Qasimo ber bi goristana Hilêliyê ve hat meşandin..
– Di roja 04.11.1997 an de, ji camiya Qasimo rahiştin termê avokat Kemal Ehmed Derwêş serokê Partiya demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) û termê mamoste Şêxmûs Yûsiv endamê mekteba siyasî a Partiya Demokrat a Çep a Kurdî li Sûriyê û di sikak û kolanên Qamişlo re ber bi goristana Qidûr Beg re me meşiyan..
– Di roja 12 adara 2004 an de, roja kuştin û raperîna Qamişlo a navdar, careke din guhestina termê şehîdan ji camiya Qasimo destpêkir..
– Di roja 20ê adara 2008 an de, rahiştina termê herdû şehîdên bi navê Mihemed ji camiya Qasimo ber bi goristana Hilêliyê ve liviya..
– Di roja 15 adara 2011an de yekemîn xwepêşandana guhertinê di Sûriyê de li bajarê Qamişlo, ji camiya Qasimo destpêkir û wiha ta roja îro ew xwepêşandan berdewam in.
Erê, roja îro camiya Qasimo bûye navend ji bûyerên Kurdewariyê re û navê wê û navê Qamişlo bi hev ve hatine girêdan û hunandin û di mejiyê xebata kurdewariyê de hatine tomarkirin. Em bi hêvî ne ku camiya Qasimo bibe sembola hevgirtinê ji gelê Kurd re û ji tev xelkên bajarê Qamişlo re.

Qamişlo, 25.07.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…