Ketme derdê evîna te

 
Şêrzad zeynelabidin

Ketme derdê evîna te
Şev û roja me xew nîne
Ketim ser rêka jîna te
Were bîmarê xwe bîne
Were bîne bîmarê xo
Yê te sotî binarê xo
Rakêşe ber dîwarê xo
Nebê xelkî evê dîne

Wekî hiş çû xem peyda bû
Ku tîra xo li cergî dabû
Ne roh girt û ne berdabû
Lewa çav me pirrî xwîne

Bihar çû havîna bi rêve
Çi rû gul hirmî û sêve
Devê xirte nekir xêve
Bes carekê li vir rûne

Bes carekê mi gazîke
Dilê jar bes tu tazîke
Ji rehma xwe m razîke
Çi bişkoje çi solîne

Çi solîn nêrgiza meste
Riha min wê li jêr deste
Lewa herdem dibim xeste
Mi bi sojîtin qed xem nîne

Bi xemza çava nê kuştim
Dil pirt pirt bû hem bihiştim
Birîndar mam û rûniştim
Ku çavên wê her dibirsîne

Şeva bêdeng û mit maye
Tijî leşî sir û taye
Li vê deştê hirr û baye
Rû ji rondika nimandîne

Bes rojekê were vêrê
Sto bo te kefte ber kêrê
Bibim qurban bo wê xêrê
Nebê mêhvan bê wextîne

Çi sultane li ser dilê min
Dem û gava li ser milê min
Xew nahêt çavê zilê min
Şev û roj li me têkpeşîne

Bi şev û roja bê halim ez
Bûme ebdal dinalim ez
Ne dujmin nê hevalim ez
Wî perrê reş ka bidirrîne

Neke axiftina ji qesta
Nê dil pîr bû gelek westa
Ha dê kevîte ber besta
Carek negot destî bîne

Carek negot ka destê xo
Negot da sehkem mestê xo
Bigehim bîmar û xestê xo
Ku lêvên wê ditêhnîne

Ji çava min esrîn dibarin
Bihar çûn û xema xarin
Dil bê mal mesken û warin
Kesek dî wek te qed nîne

Kesek wek te min nevêtin
Cerg û dil me tijî pêtin
Kaniya hişk bûy ji nû dê zêtin
Axînkên min pawîzîne

Bimînim ez li benda te
Heyranê naz û xenda te
Ketim nav derya menda te
Ka carekê serhelîne

Pawîz bo min çi xoş ware
Neya germ û neya sare
Li derdê me bike çare
Nê rojên me dihijmartîne .

Şerzad zeynelabidin

02_ 07_ 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…