Hêmin Mendanî
Welatê min çi buheştî
di pirsim çawe tu hiştî
di pirsim ji Dil û Ceger
we çawe biriye Ceng û rik
we çawe ew Zevî hêlan
wê çi xewnê hûn hildêran
wê çi Sozê bin barxistin
di Deriya Kerban rewiştin
hemî ew Dildarên dilsoz
Gul û Rihan û Belîloz
Civatên xweş peyvên şêrîn
Sefan û Berwarên zêrîn
wek Kovî jî nekir çen Roj
hin Berxwedan, hin Tirr û Toz
we ew hêlan tev Evîndar
çav bi Hêsir , Dil brîndar
Belê Welatê her çeleng
Hêlîna germ û pir qeşeng
tu Vîn û jîn û Pal û Bar
di Hembêza te pir Dildar
min hiştin ez bûme Rêwî
li Dengê Dil kir Guhdêwî
Xewin hûnan bê Tevin û Dez
di çandin pir bustan û Rez
bo vê Dinê hem Dina din
di pîvandin drêj û kin
di hijmartin Kun û Kiwar
di hilgirtin Peya , Siwar
ne hemî Xewnên êvaran
di kevin kunên Dîwaran
lê hestên naz û têr Evîn
her War nabin bo wan Hêlîn
Xwidanên Evîn û Soza
Dil nadin her Koz û Hoza
Rehên kûr bin Lat û Hêtan
Qirnabin bi Dînamêtan
Welatê pir ciwan û xweş
Sefa, Merwa ne Berê Reş
çen Cih berz û pirfazin ew
Nagrin Cihê Warê Bedew
Sed ax Welat û hem Dilber
di Bîr û çavin , tim Keser
bi Yezdan Sûnd sed hezarcar
ne çav û Gav , ne Dil û Zar
çendî dûrbin ji te Cîwar
tev devtene di Gerim û Sar