Gotara Serokê Sûryê cawa tê fêm kirin

  Mehmûd Biro
 
Piştî ku zedetir ji 1300 kesî ji hemwelatîyên sûrî hatin terorkirin liser destê recîma Besa dikator û regezperist û havaldoşkên wê ji hêzên terorist yê Partiya Xwedê ya Libnanî û sofîkên melayên Îranê yên rih bi qirêj û gemar. Herweha kuştina bi dihan ji xortên kurda yên ku di erkê leşkerî
niştimanî de, xebat diber parastina welat û miletê Sûrî de dikirin. Zêdetrir ji 10000 hemwelatî îro dibin konikan de dijîn li Turkyê, bihezaran liser sînoran mane birçî û bê kes.Piştî vêqasê carek din serokê Sûryê hat beramberî xelkê û liser ekranên telvizyonan gotara xwe da.
Di gotara wî de gelek tişt tên fêmkirin di behwerîya min de:
 
1- Tirs û lerzek bê sînor ketîye nava dilê kurê rovî de, lewma jî kenê wî kenekî derewan bû û ne kenekî jidil bû.
2- Diyarbû ku Beshar ne kesayetîyek siyasî ye, herweha ti zanîna wî liser revebirya welatan tuneye, nexasim di dema qeyranên siyasî de wek roja îro li Sûryê.
3- Gotinên xwe baş ezber kiribûn û herweha wisa jê hatibû xwestin ku bêjê û bixwenê.
4-Berazît û zirtên wî nişanek zalalbûn liser hovîtîya wî û kêjbûna wî ya siyasî û hizrî.
5-Naveroka wê gotarê diyar bû ku ewî riya leşkerî û agir û hasin beramberî gel hilbijartîye hetanî dawî.
6-Signalek da ku ew amadeye hovîtiya xwe berdewam bikê hetanî ku rewşa Sûrî bibê wek ya Lîbya jî, jêre nexeme, ew dibêjê yan jimn û yan ji wane, wata yan ew wê biserkevê û serokatîya welat û milet bikê û yan jî wê werê avêtin nav zibilxana dîrokê.
7-Hate diyarkirin ku qet bernameyek nishtimanî rastî nîne linav destên kurê rovî de, û hemû sozên wî derewin.
8-Dûrbûn ji rastteqînîya rewşa Sûrî, em dibînin ku fitne û pîlanên gemar û desttêwerdanên herêmî û internasyonal, zelal bûn ku kurê rovî dikê bi arîkarîya hevaldoşkên xwe wek Iran, Rusya, û partiya xwedê ya libnanî. Di wextekî de ku hemû ev tiştên me lijor gotin hatine red kirin ji alîyê şoreşa Sûrî û hemû xortên serhildanê, ku ew tenê berdewamin liser xwenişandanên aştîyane û qebûl nakin kes destên xwe berdin nava Sûrî û têwerdanan bikin.
 
Ya ku ji milet tê xwestin jî eve:
 
Hevgirtin û yekbûna hêzên şoreşgêr liser erdê, û berdewamîya kar û xebatê û xwenîşandanan. Herweha cihbichkirina encamên wan kongirên ku hatin lidarxistin , wek Antalia biteybetî, û nêzîkbûn û rêkeftin ligel hêz û qewtên derveyî vê kongirê jibo berferehkirin û bihêzkirina wê. Herweha hemû hêzên derveyî welat divê bikevine pêşbirka xizmet û xebatê bo gel li hundirê welat.
Nekevine milmilanîya ku her yek bêjê ez û ez, tenê ez nûnerê miletim, yanjî tenê rastî liba mine. Rastî liba hemîyan peyda dibê û divê em karibin wê rastiyê li hevdû kombikin diriya dialog û gengeşeyên biratî û çarenûsî dinav gelê kurd û Ereb de, hevparên çarenûs û welat.
 
 
Nerwîc 22.06.11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…