Nîv helwest ..!!

Xelîl kalo

Nîv helwest dîse jî ji bê helwestiyê baştire di domana bûwêr , rodan , xwepêşandan , xirûcira cada giştiya sûrî û bizava xortên gelê bo azadiyê û dijî rêbaza kuştin û inkarkirina mafê mirovan , li beramberî helwest û terora dam dezgehên ewlekariya rêjîma basiyan ya dihê salan hîna helwesta me kudan  ya siyasî bi şêweyê fermî ne diyare û ne zelale ji bilî bizava xortan li cada kurdî  li hin bajarên kurdan ,
 erê çarçaran dengin bilind dibin bi navê xweyî kesayetî û paşî vê dawîyê sê partiyan biryara xwe işkerekirin ku wê bi şêweyekî fermî xwe nîzîkî xwepêşandana bikin û beşdarbibin di rojên werin de û bi rastî di herdû înên dawîde beşdarî çalakiyên sikaka xortên kurd dibin lê mixabin bi fihtî û lawazî ,  bi texmîna me dibe ku ewe hêz û hijmara wan  .lewma jî mirov nikare loman ji wan bike
 
Heta roja îro kurd şerpezene, mala xwe serrast ne kirine û bê karûbarin , bê qurm û jêdera siyasî ne  , ne li ser hevin û bê biryarin di derbarê maf û paşeroja xwe de    ,rewşa bijartî û yên ku dibêjin em berpirsyarin di ber nafê gelê kurd de dengê wan li meydana xebatê melûle û bê hêrse , ew û gel  heta radeyekê ji hev û dû dûrin ,anku ew pêwendî di navbera wan de sistin û ne bi nişaye  û haya wan ji hev nîne, ji ber gelek egeran ku di serî de berdan heye dinavbera wan de ji salên bûrî ve ,ji ber vê egerê heta roja îro ew valayiya saykolojî berdewame û hîna ne hatiya dagirtin û  ew bêbawerî ne rabûye dinav bera gel û bijartîyên wî de .li vir pirseke giring û dîrokî  serê xwe ber jordike , ka gelo wê kurd di rojên li pêşiya mede wê çi bikin û wê çawa bi livin li gorî rodanên di qewimin …?

Bi van helwestên bê kar û xebateke berçav ya li ser erdê , anku kar û xebatên dibin bê giyanin û rihin û hêvî  biwan ne xurtin , paşeroja me ne gelekî diyare û reşbeleke , eger dem û rojên me wilo derbasbibin , bê goman kurd wê rastî estengî û dijwariyan bibin û heta ku karibin xwe bi rêxistin û amedibikin li gorî rewşên nû pir wext jêre gereke eger niht hebe ,ew sawîr û goman kartîkirineke ne baş ser hest û hişmendiya komkirina netewî dike ,li pey wê jî metirsiyeke mezin li bal mirovên civakê çê dike , li vir gelo em kurd dikarin xwe isbatbikin weke hêz û netewa serbixwe , yan jî weke welat parêz û xelkên sûrî di hemen demê de , ev hizir û çand zor giringe heta ku em karibin şexsîyeta kurdewarî berzbikin bê ku civaka erebî li me mikur werê û em hev qebûlbikin weke hevwelatî dûrî netewe peristî û dilreşî anku em miletê sûrî bi hev re bijîn bi beşdarî û hezkirin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…