Yekemîn Pirtûka Sîrwan H. Berko binavê (JIYAN HELWEST E) derket

 Ji nav weşanên do li Stenbolê bi navê „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ yekemîn pirtûka rojnamevan Sîrwan H. Berko derket.
Di vê pirtûkê de 21 nivîsarên rexneyî yên bijarte hatine weşandin, ku nivîskar ew di du salên dawiyê de di Malpera Amûdê (www.amude.com) de weşandine.
Sîrwan H. Berko di pêşgotina pirtûka xwe de dinivîsîne:
“Di nav me Kurdan de rewşeke wilo peyda bûye, ku pir kêm kes diwêrin ji neheqî û xerabiyên navxweyî re bêjin na. Kesê ku vekirî nerîna xwe bêje, ew rastî hemî şêweyên êrîş û çewisandinan tê. Hêzên kurdî yên xwedî desthilat bi mebest Kurdan ji bo berjewendiyên xwe dixapînin, wan di tariyê de dihêlin.
[…]
Ev nivîsar nerînine subjektîv in û teqez ne bê kêmasî ne. Ew bersiva çanda koletî, xapandin û şelafiyê ne. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîstiya me bi çandeke eşkere heye, ku mirov bikaribe şaşitiyên di nav me Kurdan de bi nav bike, bêyî ku ev yek mîna dijminayetiyê bête dîtin û mirov li ser jiyana xwe bitirse.”
„Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ ji 88 rûpelan pêk tê.

Sîrwan H. Berko:

 – Di sala 1977ê de li bajarê Amûdê ji dayik bûye û di dawiya sala 1990î de koçberî Elmanyayê bûye;
– xwedî û berpirsê Malpera Amûdê (www.amude.com);
– endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (dju) û Federaliya Rojnamevanan a Cîhanî;
– xebatkarê serbest ê dezgeha televizyon û radyoyê ya elmanî “Westdeutscher-Rundfunk” (WDR, Funkhuas Europa);
– peyamnêrê Kurdistanê yê rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a navneteweyî
– nivîsên wî bi kurdî û elmanî û herweha wergerên wî yên ji elmanî, ingilîzî û erebî di gelek malperên internêtê û komek kovar, pirtûk û rojnameyan de derketine;

E-Mail: sirwan@amude.com

———–
Sîrwan H. Berko
Jiyan Helwest e (Nivîsarine rexneyî)
Weşanxaneya do
Stenbol, Beyoglu
Tel/Faks: 0212-2430153
E-Mail: doyayinlari@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…