(liser bend ên kurdî û rojeva başorê rojava) Civak şêlo bû


Nizar Yosif

Em şêlo bûn di dîrokê de
Bi ebayê dostaniya xêrnexwazan
Quletênên ewlekaran
Şerbikên gemarê  

Ser bexçên me de rijandin
Gul û guldank
Pel û gulav
Li ber xelkê lewitandin
Xaniyên me bûne çavdêr
Koser û sih dibin wek dêw
Bûn e reşikên xwe
Bûn e  reşên hev
Di navberê de Rûvî bûn Şêr
Çengbirî man
Lewazên war
Li pêşber hev wek şûr û kêr  
Te di hêlin !
Di civatan de
Hev di hêrin
Di dîrokê de diçin ber jêr.

Eba reşan dehol lêdan
Kûtiyan dîlan gerandin
Dilpakî,,,
Germ û çavgirtî  
Em daketin wê dîlanê
Dîlana xwe wendakiriyane
Sema ya serxweşane
Şahiya vexwerên şerbikan
Ji deholê veqetiyan
Serûbin,,,,,
Heryekî sergovendiyek kêşand
Lotik,,
Toz,,
Xuhdan,,
Dehol û zirne
Ji ritim ketin
Gunehkarî ,,,
Temaşevanên sewsî
Di nava herdû ferên aş de
Tên hêrandin
(Av vexwerên şerbikan
û dawetkeriyên dîlana ji hevketî )
Aşvanên aşdar
Bûn şêlo yên dîroka xwe.

Bahoz a nuh li war barî
Pêlên germ
Giyan ê rê
Temaşevanan hilanîn
Vê bager ê ritim lêda
Meydan ên taze vejandin
Zend alavin
Mil rêzin
Sing dîwarin
Dilêrin ketin şopê da
Hildibijêrin
Pêşeng û govendgerênan
Hêz gerêdan
Rê liber çavan dişêlin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…