Li mi qirikê… ka zilam .?!!!!!!

xelîl kalo

   Li me pepûkê ,li me por kurê , li me bê kes û kûsê , qey em bê mêrin ,  me digot me zilam kirine va xuyaye ne zilamokin jî ,ev gotin ya jineke kurd bû berî çend rojan bi tûre û acizî got, nemaze dema axaftin li mala wan çêbû ser mafê kurdan û radeya beşdarbûna me di xwepêşandanê ciwanên kurd de li qamişlo û xwe veşartina partiyên kurdan bi şêweyê fermî ,bi ser ve zêdekir û got : ma çima bi xortên xwe ve naçin , zilamtî ne bi simbêlê boş û qeytanîye yan bi serî û zikê mezine yan bi bedil û girêfataye
 heme wexta em li gundbûn  me gergûnk ji golikên şemza re çêdikir ew jî weke girêfatên we bûn , erê xweşdibûn  lê  dîse di mane  golik li ber çêlekan , wey li me bê bexta ,tenê jêhatîne ku bi dora me bikevin û xudexudê bikin weke dîkên elokan “heme kîr bi kerave jî heye” ….!!!!  .piştî axaftineke dirêj wê jina kurd ji me xwest ku gotinên wê bi rengê ku li jor hatî gotin di gotarekêde were belavkirin û me jî soz da ku naveroka axaftina wê bi kurtî were belavkirin piştî pir şor û xeberên tûj ji mere dan .derseke di welatperwerî û yekîtiya civakî û kurdewarî da me li gorî zanîna xwe .

    Paşî wê jina kurd pirsek  ji me kir û got : xitab û helwesta bijartiyên siyasî û civakî û olî  û rewşenbîrî weke ya pîrekaye  , eger siyaset wilo be heme her kes dikare siyasetê bike heta bi pîrebiyan dikarin partiyan sazbikib, eger kurd xwe îro isbatnekin wê kengî bibêjin em hene . ew gotina wê jina kurd heta radeyeke mezin raste û di cihê xwe deye , cendek ji civata me jî vê paşê kete rêza helwesta wê û me ji xwere got ,eger qûnax bi vê rewşa melûl û fedî debasbibe ,wê kurd çi nafê wergirin , wê çawa û kengî xwe bi rêxistin û xebat bikin , hingî tu wate ji me rewşenbîr û siyasetmedar re namîne ,gelo em li benda çine ,,? xelk di xirûcirê deye hîna dibêjin ka em meyzênin , yan hê dem ne hatiye , evê bibêje bere habe û yê dîtir helwest û rayeke berûvajî bide , birastî me serê hev gêjkiriye bê encam û feyde , her roj  eve karê me ,emê  hevdû bixeyidênin ser tiştên pûç û bê hûde û rojên me bê encam derbasdibin . 

    Heta roja îro pirê me hew ji hev fêmdikin “fêrdibin” ne bi zimanê rewşenbîrî û siyasetê û ne wekî dîtir .di xuyaye em hemû ketina rêza pîran de û gazinda dikin  weke pîra ku kevir li qûna wê ketî kuzkuza meye, bê kar , bê xebat û bizav di van rewşên nazik û çarenûsîde ,hîna weke berê em di fikirin û di livin . xelkên sûrî  ber bi qedera xweve bazdidin ka çi ji wan tê xwestin wê dikin , erê hîna di destpêkê dene lê biryara xwe dane ku paşerojeke baştir ji xwere bi cesipînin û bidestvebînin.em piştî /50/ salî hîna em seqet û bela wela ne  û şehtin  , bi rastî diyardeyeke seyr û sûsrete.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…