Li Sûriyê çi dibe ?

Mihyedîn Şêx Allî *

Weke tê dizanîn , rijîma ku li Sûriyê serdest û desthilatdar , rijîma tek-partiyê ye , rijîma parta Be`is e û hew ! tevî ku – xwedê giravî –çend partiyên dî jî mîna ( P.yekîtî ya ereb a sosiyalîst , du partiyên komonîst , yekîtiya sosiyalîstên ereb … ) henin , lê , xwe di siha û çerçewa siyaset û helwestên parta serdest a Be`is de dibînin , û çê nabe serbixwe bin . Kêm – zêde , mirov dikare bêje , weke ew çend partiyên li welatên rojhilatî Ewropa , di dema rista sosyalîst de ku di siha partiyên komonîst de xwedî nav bûn (mînaka Bulgariya Cîfkof , Almaniya rojhilat a Honîkir , Romaniya Çawçîsko … ).
Civaka Sûrî ji sala 1963 an de , ketiye bela vê reng rijîma tek partiyê , rijîma (parta Be`is a erebî ya sosyalîst ) , û ji bîra nebe ku desthilatiya vê partiyê ji hîngê ve , ne bi helbijartinan bû , ew bi rastî , bi darê zorê , bi hêza leşkerî bû .

Ji hîngê ve , ango eve 48 salin , li Sûriyê helbijartineke mîna helbijartinên xelkê çê ne bûne , ne yên perlemnto û belediyan , nejî yên sendîqan …hwd .

Û li dirêjahiya vê demê , helbijartinên ku dibûn, tim û tim li gor bejin , sîstem û sînorên parta Be`is û diruşmên wê bûn , lewre jî , di çavên piraniya xelkê Sûriyê de – çi kurd çi ereb – pêkenîk û sexetekarî bû .

Ji xwe , nebûna qanûnekê bona lisazxistin , kar û barê komele û partiyan , qedexekirin û bi her hawî rêgirtina li ber karê rojnamevanî û ragihandinê , bi serde jî girtin û zorkirin li çi kesê ku nerazîbûna xwe ji vê rewşê heyî re bide xuyakirin , hêştiye û dihêle ku gelek tuşt li Sûriyê bervaja bêne fêmkirin , bêne veşartin , têkilhev û bincil bibin .

Ji navîna meha Avdara borî û bi vir de , doz û daxwaza azadiyê di nav civaka Sûrî de gol vedide , liv û tevgereke xwepêşandanên aştiyane li hinde parêzgeh , bajar û bajarokan destpê kiriye , nemaze li başûrê Sûriyê , nêzî sînorê Urdinê , parêzgeha Der`ayê , lê mixwabin , karbidestên rijîmê , netenê bi tund û tûjî , lê belê , bi kuştin û xwînherikandinê , xwestin wan xwepêşandanan ji ber hev bixin û bela wela bikin , lê zû bi zû bi ser neketin û xwepêşandan berfirehtir bûn û her çû xwîn herikî , Tank û Panzêrên artêşa dewletê jî derbazî holê bûn , hejmara kuştî , birîndar û girtiyan her çû pirtir bû , û digel şêweyên ragihandina germkirin û gurkirina rewşê , û piropaganda bêserî û bêbinî , diruşmên xwepêşandaran ji doza azadiyê derbazî doza rûxandina desthilatdariyê bûn .

Gelek malbat û hemwelatiyên Der`ayê koçber bûne , sînorê navnetewî ya Sûrî – Urdinî derbas kirine û îro roj li hêla Urdinê bicî dibin , weke çawa dora 240 kes ji hemwelatiyên Sûrî yên Turkmen ji parêzgeha Latakiyê koçber bûne û derbazî Turkiyê , li wîlayeta Hatay – Îskenderonê bicîbûne , lewre jî , gelek nêrîn û helwest , semîner , daxuyan û manşêt di derbarey rewşa Sûriyê de di medya yê de cî digrin … Çavdêr , siyasetmedar û rojnamevan bûyeran dişopînin , gelo ka berê Sûriyê li kû ye ? , û wê çi biqewime ? .

Hêz û dewletên rojhilata navîn , bi taybetî Turkiye , Îran , Îsra`îl , Hemas û Hizbulla , bi çavên vekirî û guhên bel , li rewşê mêze dikin , diponijin û ne dûre tevdîran distînin .

Yekîtiya Ewropî , rêvebiriya Obama , Bankî Mon û encûmena navnetewî ya mafên mirovan li Cinêvê , hemî bi dengên aşkere û zelal doz dikin ku hikumeta Sûriyê , van kiryarên xwe yên nemirovane bide rawestan , bê erê û na , bê dudilî , xwînrijandinê li dij hemwelatiyên xwe rawestîne , guh bide daxwazên gelê xwe û di zûtirîn dem de , xal û bendên lixweveger û reformê cîbicî bike .

Gelê kurd li Sûriyê digel partiyên tevgera xwe ya siyasî ya niştimanî , ne di guhê gê de ye , duh jî , îro û sibe jî , û ji berî van hemî xwepêşandanên ku li hin deverên Sûriyê rû didin , her û her piştgir bû û her dê piştgir be , bona hemî doz û çalakiyên demokratîk û aştiyane li seranserî Sûriyê , ji ber ku bawerî li cî ye ku , kurd bi tevgera xwe ya siyasî , par û birek ji tevgera Sûrî ya niştimanperwer , demokratîk û aştiyane ye , û jê cuda nabe , lewre jî divê di biryaran de hevpar be , û çendî Sûriyê bi xêr be , kurd dê bi xêr bin , ango çendî gavên demokrasiyê cîbicî bibin , ewqas hemî dê li karê bin .

Parastina pêvajo û berjewendiyên gelê kurd û çareserkirina pirsa wî ya netewî di siha heyameke demokratîk û aştiyane de ciyê xwe digre , û em bivên nevên , çendî dijayetî , kîn û kudret , kuştin û xwînrijandin li dar be , ewqas nexweşiyên şerxwazî , nijadperestî û paşverûtiyê serî hildidin û civak li şûn dimîne .

Dem ne dema şoreş û bersivdana bi tivingan û xwînherikandinê ye , dema me ewe ku , çareserkirina hemî pirs û pirsgirêkan divê bi rêbazên aştiyane , bi diyalog û hişmendî be .

Em di wê baweriyê de ne ku pêşeroja Sûriyê ne ji siyaset û rijîma tek patiyê re ye .

4.05.2011

* Sekretêrê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…