Ew ware lê ne ew buhare

Diyar Ehmed

Berî çend rojan serok komarê Sûriyê Beşar El Esed bi şandekê çalakiyên civakî re, ku ji zanayên olî, kesatiyên civakî, rîsipî û serok êl û malbatên navdar ji kurd û Erebên parêzgeha Hisîça pêkhatibû, li şamê bi wan re civiya.

Wek ku ji naveroka wê civînê derket û hate ragihandin,serokê Sûriyê dilê xwe ji şandê mêvan re vekir û ji wan xwest ku yarmetî û arîkariyê bi hev re bikin ta ku bikaribin bi hev re avekî bi vî agirî de bikin û Sûriyê ji vê pîlankariya qirêj bi parêzin,
 ji ber dewleta Sûriyê welatê tevaya pêkhatiyên wê ye û çi metirsîn di ser êmnahî û aramiya wê de werê wê zirarê bigihînê wan tevan, û her ji wan re dubarekir ku wê guhdaneka taybet bidê parêzgeha Hisîça, û wê berdewam bê di pirojeyên xwe yên geşepêdan û avakirinê de,cejna Newrozê wê bikê cejneka niştîmanî di Sûriyê de, serjimara sala 1962 ê wê çareser bikê û rewşa ewarte wê rakê, û yasaya rêkxistina partiyan, çaksaziyên siyasî û aborî, rêgirtin û dijîtiya gendelê, dîtina derfetên karî ji nefşê nûhatî re, serbestkirina azadiyên giştî, û pir tiştên nû yên dî jî di tevî waran de wê bikê û derêxê.
Ev melûyên soz û beryaran serokê Sûriyê di zeviya kar û karnama xwe de li şûna xwe raxistin û ji mêvanên xwe xwest ku bi hev re wan melûyan bidinhev û bikin dêz, bi avakirina wan dêzan Sûriya nûjen wê ava bibê.
Ev tev de gotin û sozin di dawiya buhara rijêmê de û di bin birih û fişara hêza pêla nerazîbûn û xwepêşandanan de, li ser zarê serwer û serkarê rijêmê û daxwazên wî hatin gotin û kirin. tev de jî beryar û sozên baş û pêtvî ne. lê di vir de tişta seyîr û cihê ne baweriyê, û herweha bû cihê pirs û nerazîbûna gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybetî, ew bû ku dema vê civînê gelekî dereng hat û ew soz û gotin di çi demê de hatin û ji kî re hatin dayîn, endamên vî şandî kîne , û berpirsyarî û nûneratiya kî dikin.celda kurdî wan kesan tevan ji nêzîk ve nasdikin, evan kesa di berê de darê pêstûriya rijêmê hilgirtine û pê siyaset û kiryarên rijêmê yên regezperist û wêrankarî dijî gelê kurd û kêşa wî ya rewa cîbicî dikin.ew peya û nanxwerên rijêmê ne û gelek kar û helwêstên wan yên xirabkarî û bêkêr di ber ciwankirina rûyê rijêmê û berevanîkirina di ber de, di komelgeha kurdî de kirine û karên wan ji her kesî re jî berçavin.bi rastî ew kesin ne tenê di komelgeha kurdî de ne cihê baweriyê ne, lê belê ne cihê bawerî û serbilindayê ne di nava malbatên xwe de, di nava êl, cîran, mirov û gundiyên xwe de û li cem zarokên xwe jî cihê şermezariyê ne, baweriya wan bi xwe bi wan nayê, ji ber wan girêdan û kiryarên wan yên sivik û erzan ku zarok û mirovên wan jê şerim dikin û bi taybetî di vê dema ku çarenûsa rijêma Ba`as û dûvelankên wê li ber hilweşandinê ye.
Şareza û pisporên siyasî guman dikin ku ev rengê civînan wê bêhtir tevgera kurdî ya siyasî û celda kurdî hişyar û hoşdar bikê,ji ber encam û gera vê civînê diyarkir ku rijêma Sûriyê îro roj û piştî pêla van nerazîbûn û xwepêşandanan ti nêt û pêşkariyên wê yên berçav nînin, ku çareseriyekî dadmend ji kêşa gelê kurd re bibînê, wek kêşa miletekî li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û ev milet taybetmendiyeka netewî heye û ew  jî şirîkê vî welatiye, mafê wî ne tenê dana nasnamê ye,yan pêkanîna hindek kargozariyên gelêriye,yan jê hinek daxwaz û xwestekên cemawerîye. û her dîsanê wan şareza û pisporan  ragihandin û balkişandin li ser wê yekê ku di dema bê de ev yeke wê bibê egerê gurkirin û bihêzkirina pêla wan nerazîbûn û xwepêşandanan di celda kurdî de,ji ber gelê kurd ji alîkî ve ne bawere bi wan kesan û ji aliyê dîve bi zarekê zelal dibêjê: dibin çi merc û kewdanan de em naxwazin mafê gelê kurd li ser hesabê têkoşîn, xwîn û xebata pakrewanên De`aa, Banyas û Himsê werê pêkanîn. vêca ji ber wê yekê em jî ji wan kesên erzan û netewfiroş re dibêjin: ma hê hûn negihane wê baweriyê ku wê rijêma Ba`as hilgurê, ma hûn di guhê Gêde ne ji xewa giran hişyar nebû ne, li dora xwe binêrin, li dîroka patoxwer, quroçî, caş û xwefiroşan temaşe bikin.ew erik û berpirsyarî ji we û berjewendiyên we yên piçûk mezintir û buhatirin, bibihîzin û hişyar bibin, ev çarenivîsa miletane, mafê netewane, hebûn û ne bûna gelane, bi êgir nelehîzin, ji ber di dîroka gelan de yê bi vî agirî dilehîzê, dawiya wî reş û tariye, ji ber di dawiyê de ew û axayê xwe bi hev re pê dişewitin û cih di nava sergoyê dîrokê de digirin.rabin ji reştariyê rizgarbin, hê hûn êsîrê hişemendiya kevinin, li gora berê dixebitin û gavên xwe davêjin, ne lehîzin û li xwe vegerin, ev dem serdema şoreşên xortane, dilê wan paqijin û hişê wan vekirî û zelale, ewan xortên ciwan karîn bi rêya alavên teknolocî û şoreşa ragihandinê ya nû rêbarên çareseriyê ji gelên xwe re destnîşan bikin, baş bizanibin û têbigihin ku dolabê dîrokê paş ve venagerê, raste ew ware lê ne ew buhare .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…