Mehmod Sefo: ez ne ji kesên ku tevdan û levdana boçûnên regezperistî dikim, lê belê ez bi dil û can kardikim ku tevaya nakokî û boçûnên regezperistî, olperistî, tayîfî û netewî ji navbirê rakim.

(Welatê me) Li ser girtin û serbest kirina wî û dema zêndankirinê û herweha bîr û boçûnên wî di vê dema nazik û hestyar de .me xwest di vê çavpêketinê de ,em deryê pirsan jê re bihêlin vekirî.
Destpêkê ez bi germî sipasiya we dikim û bi rêya Malpera we, Malpera(Welatê  Me) ya ku Malpera pêşîn bû ji min re bi rêya wê min dest bi nivîsandinê di Malperên Elktironî de kir, ez ji dil sipasiya tevaya Malperên Elktironî yên dî jî dikim û herdîsanê tevî kenalên Esmanî yên kurdî û yên dî jî, ewên ku ji destpêkê ve nûçeya girtina min ji aliyê dezgeha ewlekariya siyasî ve li bajarê Dêrika Hemko ragihandin,
û herweha sipasiyeka gerim ji tevaya partî û rêxistinên kurdî,Erebî û hemû hêzên siyasî û rêkxirawên mafên mirovan û kesatiyên niştîmanperwer yên ku li tenişta min rawestan, û yûn ku hevkarî bi min re kirin di dema girtina min de  û di vir de ez ji dil û can sipasiya xûşik û bira,heval û hogir,dost û berpirsên rêxistinên partiyên kurdî li Dêrika Hemko dikim li ser wê pêşwaziya ku ji min re kirîn piştî ku ez serbest ji zêndanê hatim berdan û ez ji wan hemûyan re dibêjim dilniyabin ku Mehmod Sefo wê bimînê wek ewê ku berê hûn wî nasdikin, lê vê carê bi viyaneka hêztir û hêrsekê bilintir ji bo azadiya gelê kurd û pêkanîna mafê wî yê netewî û demuqratî.
-lê li ser bersiva pirsa we ya yekê ez dibêjim wek ku ez li gorî lêpirsînên ku di binê girtîgeha dezgeha ewlekariya siyasî de ji min ve hate xuyakirin û ez têgiham, ku egera yekser û serekî ji girtina min re ew bû ku Malpera (Gemya Kurd) gotareka min di bin navûnîşanê (Avdar di navbera girtin û berdanê de)belavkir, naveroka vê gotarê jî li ser egerên rabûna serildana Qamîşlo û deverên dî yên kurdî di 12-Avdarê-2004 ê bû, û kartêkirina wê li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê û tevgera wî ya siyasî, û kûrahiya girêdana tevgerê bi vê helkeftinê û çaweniya reftar û danûstandina bi bîranîna wê re bi rengê ku bigihê astê bilindahiya vê bûyerê û ….HD ?. Ewan ev yeke dîtin û anîn ziman ku ez xortên kurd yên ciwan û qehreman gerim û gur dikim li dijî desthilatdariya Sûriyê,ew xortên ku dezgehên ewlekariyê yên zorkar li wan dinêrîn gelek mixabin ku ew xirabkarin,li vir nêrîna dadwer jî ji wê kêşeyê re cihê diltevzîniyê bû,ji ber nêrîna wî jî weke nêrîna dezgeha ewlekariya siyasî hat û li ser bîr û baweriyên wa nêrîna xwe avakir û li ser bingeha wê jî beryara dadgehkirina min da.bi vê yekê ez salekî hatim zêndankirin, ji 30 – 3 – 2010 ê ta 30 – 3 – 2011 ê.
– ez ji zêndanê hatim berdan piştî ku min dema zêndankirina xwe bi dawî anî. hêjayî gotinê ye ku min sûd ji pirsa çarêka demê zêndankirinê jî nedît û ez ne bi ti lêborîna jî hatim azadkirin.lê belê min dema dadgehkirina xwe bi serbilindî û bi hêrsin bilintir derbaskir û bê mineta kesekî. li vir û bi rêya Malpera we , ez daxwaza xwe dupatdikim û daxwazê dikim ku tevaya zêndaniyên siyasî û girtiyên bîr û ramanê di zêndanên Sûriyê de werin serbestkirin û li bîra dadwerî jî bînim, ez ne ji kesên ku tevdan û levdana boçûnên regezperistî dikim, lê belê ez bi dil û can kardikim ku tevaya nakokî û boçûnên regezperistî,olperistî,tayîfî û netewî ji navbirê rakim.

Mehmod Sefo:Endamê mekteba siyasî yê Partiya Çepa Kurd li Sûriyê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…