ÊRIŞA DIJÎ ÎBRAHIM TATLÎSES

FÛAD SÎPAN 
 Almaniya, 14.03.2011

Kurdistaniyên hêja!

Di nîvê şeva 14ê Adarê de li Stenbolê êrişek çekdarî hovane li dijî stranbêjê bi nav û deng Îbrahîm Tatlîses çêbû û ew di wê êrişê de di serê xwe de giran birîndar bû û heya niha rewşa jiyana wî sedî sed ji talûka mirinê xelas nebûye. Dema Îbrahîm Tatlîses bi rê de dibin nexweşxanê ew dibêje “qet ne bû, qet ne bû” Belê bi rastî jî qet nebû.
Em dikarin li ser kêmasî û şaşiyên wî bisekinin, dilê xwe jê bigirin, lê divêt em ji bîr nekin, ku alîkî Îbo Kurd e û dema ewî li ser çi hêsabî dibe bila bibe, di rojên pir teng de hin caran straneke Kurdî bistira wek kulmek, şîrmaqekî li nava çavê neyarên Kurdan diket û ew bêzar dikirin. Em Kurd çiqas jî di çerçowa welatparêzî de ji Îbrahîm Tatlîses ne razîbin dîsa ji aliyê însanî, mirovahî, wijdan û ehlaqî de êrişa li ser Îbrahîm Tatlîses nayê qebûlkirin, nayê pejirandin. Ew êrişa bêbext dijî Îbo ne karê camêrane, karê newêrek, tirsonek û cinawiran e. Em wan xayîn û tolana di dil û wijdanê xwe de mehkûm dikin.
Kî çi dibêje bila bibêje, kê jî ew êrişa kiribe, kî dibin bila bibin wan hêsabên xwe baş kirine û li pişta wan hêzek xurt heye. Ew qudreta ku wisa her kes bikaribe êrişî Îbo bike, ew ne wisa karekî hêsane ku Îbrahîm Tatlîses ji xwe re bikin kew û êriş bikinê ku jiyana wî ji holê rabikin. Lê hêsabên wan jî çi dibe bila bibe, hêsabekî bi kirêt, şêlû, bi tenî û çamûr e.
Divêt em vê jî ji bîr nekin. Îro di dilê cîhana, alema xiristiyanê de stranbêjekî wek, mînanî Michael Jackson bi stranên xwe, bi hûnera xwe çiqas cewher e, Îbrahîm Tatlîses jî bi stran û hûnera xwe ve ewqas li ber çavê cîhana, alema Îslam û li Rojhilata Navîn cewher e.
Û divêt em ticarî vî tiştî ji bîr nekin. Mantiqê Kemalîstan û taşeronên wan Ergenekonciyan ewên ku welatê me tarûmar kirine ev e, “yan tu ji min î yan jî dijmin î” ew tenê li berjewendiyên xwe digerin, dinêrin. Wekî din ti tişt li ber çavên wan naxuyê. Kesên ji bo wan hovana ne sedî sed loyal bin jî ew dikarin wan kesana jî daqultînin, bikin qurbana xwe. Ew dikarin di nava roj û danêkê de ji bo berjewendiyên xwe Kurdistanê jî û Tirkiyê jî bifroşin bikin perê hûr. Çimkî ne vîziyon, ne îdealên wan, ne pirensîp, ne ehlaq û ne jî etîk di wan de heye.

Ez ji bo Îbo pir diêşim û xemgîn im. Dixwezim di serî de ji gelê me yê Rihayê û ji tevaya milletê Kurd re bibêjim hêviya me hemûyan ew e, ku Îbo silamet bibe û kêfa Ergenekonciyan di qirika wan de bimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…