Jina kurd cejna xwe li bajarê Bonnê li Elmanyayê pîroz kir

 Evîn, germayî, dilovanî, gernijîn, spehîbûn û jiyan hin gotinin ku pir piçûk têne xuyakirin, lê tev xwedan wateyine mezin in, di baxçeyekî de di dilê jinê de rûdinin, ku bîna kulîlk û yasemînan jê tê. Ew dilê ku dikare hemû trajîdiya, êş û xemgîniyan hembêz bike, û ji bezm, kêfxweşî û qezencan re bilîlîne. Ew di salê tevî de rojekê dibîne, ku tê de tiştê di hebana xwe de vala bike û bipeyive. Ew roja hestê Adarê ye. Cejna Jinî a Cîhanî ye.
Di vê rojê de jin li seranserî cîhanê kirasê jiyanê di semavenda xwe ya salane de li xwe dike, da ku ji cîhanê re strana evînê û awaza jiyanê pêşkêş bike û germayî û dilovaniyê bixe dilan de. Wek hemû jinên cîhanê jina kurd jî cejna xwe pîroz dike, da ku çîroka nalîn û trajîdiya xwe bêje, ji bo ku pesend bike, ku ew hîna ew diya liberxwedayî û sînga hembêzer e…

Roja semavenda wê ya salane…
Roja tewandina netewekê bi tevayî ji bo pîrozkirina nivreyên wê…

Di roja Yekşemê 06.03.2011-ê li bajarê Bonnê li Elmanyayê komek ji jinên kurd ahingeke mezin bi helkeftina Cejna Jinê ya Cîhanê li dar xist. Ahing bi piştevaniya Komeleya Mala Kurdan pêk hat. Di ahingê de bêtir ji 200 jinê tev zarokên xwe ji rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn. Herwiha hin jinên ereb jî xwestin vê rojê bi xwîşkên xwe yên kurd re pîroz bikin.

Di destpêkê de pêşkêşvana ahingê rêzdar Hiyam Kereja bixêrhatina mêvana kir û spasiya komîteya amadekar û kêfxweşiya wê pêşkêşî vê hejmara mezin ji beşdaran kir. Ahingê bi dengê soprano yê hunermenda kurd Mizgîn Nazlî, ya ku bi cil bergên kurdî xwe xemilandi bû,  dest pê kir. Mizgîn Nazlî bi gurzek ji stranên kurdî bi awayekî balkêş salona ahingê geş kir. Paşê hunermenda kurd Tewê Efrînî jî çend stranên gelêrî bi dengê xwe yên xweş pêşkêş kir. Di vê şevê de helbestvana kurd Enîsa çend helbestên xwe derbarê vê roja pîroz de xwendin. Paşê rêzdar Şervîn Kobanî spasiyake taybet da şêwekara kurd Hîva Resûlû, ya ku salona ahingê bi tabloyên xwe xemilandi bû. Hunermenda şêwekar Hîva Resûlû dûmahiyekê li ser wateya tabloyên xwe yên girêdayî rengên jina kurd axifî.

Şev ji nêrgizan jî bêpar ne ma. Koma Nêzgir a Zarok a Govenda Kurdî dûmahiyekê çend govendên kurdî yên gelêrî pêşkêş kirin, ku ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin û çepikine germ hatin pêşwazîkirin.

Di şevê de fîlmekî belgeyî derbarê jina kurd, azarî, guhnedan û trajîdayên wê ji aliyê rêzdar Şervîn Kobanî û Emel El Wesetî ve hate pêşkêşkirin. Paşê rêzdar Zeyneb Soran hin diyarî û pêşbirk, ku ji aliyê hunermenda kurd Sûreya Nûrî ve hati bûn amadekirin, pêşkêş kirin. Vê yekê kêfxweşiya beşdaran pir anî, nexasim a zarokan…

Paşê şanoyek bi serenavê (Axaftina Miriyan) hate pêşkêşkirin. Şanoya derbarê nalîn û êşên jina kurd  ji amadekirina rêzdar Hiyam Kereja bû. Şano ji aliyê van kesan ve hate lîstin: Mizgîn Nazlî, Hîva Resûlo û Mizgîn Yûsif. Li dawiyê wê beşdaran bi çepikên xwe spasiya wan kir.

Di ahinge vê salê de duruşma şevê ev bû:
(Jin Kaniya Jînê ye… Na ji bo Tunidiyê li dijî Jinê).

Paşê rêzdar Mizgîn Yûsif û Hiyam Kereja hin pirsên balkêş û gelemper ji beşdaran kirin, mîna nêrînên wan li babetên jiyan, evîn, perwederkirin û htd…

Nişkavîka ahingê dengê zarokeke kurd bû. Dengê Yara Mizgîn Nazlî bû, ku du stranên pir xweş bi zimanê ingilîzî pêşkêş kirin. Paşê zarokeke kurd bi navê Xaliya strana kurdî a navdar (Agir ketiya dilê min) bi dengê xwe yê nazik pêşkêş kir, ku bi germayiyeke mezin û bi çepikên beşaran hate pêşwazîkirin. Herwiha ciwanên kurd jî beşdar bû bûn. Yekî ji wan keça kurd Lava bû, ku wê jî stranake xweş bi dengê xwe yê zelel û nazik pêşkêş kir.

Li dawiya ahingê komîteya amadekar spasiya van hin kesan kir, ku ew jî piştgir û alîkar ji vê ahingê re bûn. Ew jî ev in:

Selah Metîno li ser endezyariya deng.
Sazbendê bizqê Mihemed Arif
Sazbendê orgê Şukrî.

Armanca organîzekirina vê ahingê peyamek ji jina kurd re bû, ku ew ji jinên dîtir ne cuda ye û tenê jina azad dikar nifşekî azad û ayindeke gulgulî diyarî cîhanê bike.

Amadekirin: Baran Qamişlokî
08.03.2011
Bonn

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...