Karê Dinyê Welê Ye

 Di roja 04/12/2006 de diya min (Şêxa Tahirê Hisên) çû ber dilovaniya Xwedê, min jî ev çend gotin li ser wê gotine:

Şêxa Tahirê Hisên

Ji nav me daye rê ye
Ew dayikek ciwan bû
Şêx Cibir kalê wê ye

Kalo bi ûcaxên xwe
Tu lê bike rehmêyê ye

Diya me pir şêrîn bû
Rihstîn kete rê ye

Canê nazik jê stand
Ew qedera Xwedê ye

Bi hêvî bû bibîne
Fewaz tê ji oxirê ye

Lê sed heyf û xebînet
Karê dinyê welê ye

Dinya baqê nîvciye
Kes namîne li wê ye

Penceşêra bê derman
Xwe berda hinavê ye

Ne di çax û deman de
Ew bir ji vê dinyê ye

Mal xweşe bi dê û bav
Stûna malê dê ye

Oxir be ey diya min
Berê me jî li vê rê ye..

CANÊ
  Qamişlo14/12/2006

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…