Êvarên tenahîyê…


Hozan Girkundê

Bûye demek..
Di lerizim ji cemeda
Bê rîkirinê….
Gulîyaên tenahîyê

Dirêsim…
Li keştîya şevê
Siwara dibim…
Ji pêsîra bê dengîyê
Talîya jînê di mêjim…
Nîgaşên wêneyên te
Min davêjin asoyekî 
Dûr….
Min di paxila peyvande
Wenda dike
Bi dil germî laşê min
Him bêz dike…
Mîna zevîyke tî 
Xwe tev li dînbûna
Sînga teyî buharî  dikim
Hestên teyî evînî  bi nazdarî
Li çola dilê min
Di çêrin…
Evîn canê…
Bûe demek
Ez û tenahîyê
Landikê dûrîyê
Di lorînim…
Û qevdên kulîlkan
Li bejna helbestan
Dikim….
Bihna êvarên gundê xwe
Yên ko ji demek dirêj
Min bîn ne kiribû…
Ji nûve ez vedgerînim..
Heye demek
Xewî ji çavan di qewrînim
Şev bihêrkên bîr anînan
Di xewyêde dibînim
Ez û şevên dil sar
Bi hevre şiyar di mînin
Sibe tê dibûre roj
Dem jmêrên êşn
Bi rê dixînim 
Tenê li dergehên 
Hêvîyan didim 
Gelo heye ko ez
Vê kovanê ji dil derînim
Evîn canê…
Rojekê tu dibe şepolek
Li kenarê dil dixîne
Û rojekê tu dibe aramek
Hiş û bala min dikşîne
Û rojekê tu dibe çivîkek
Kev çîya dil datîne
Û rojekê tu dibe meyek
Peyalên lêvê t min dinoşîne
Evîn canê…
Dê ka were dîwarê
Qonaxê bi herfîne
Ji êşên salên bûrarandî
Ji devên helbestan
Ji kêşyên keseran
Ji lîstokên xapandinê
Min ji xwere birevîne
Min ji xwere birevîne 
 

/  2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…