Nivîsandina bi zimanê Kurdî pêdiviyeke netewî ye

Mûsa Zaxuranî

    Nivîsandina bi zimanê Kurdî pêdiviyeke netewî ye. Ger rola ziman ne giring bana, şûvîniyan şerê wî bi vî awayê tûj nedikirin, lewra jî nabe kes zimanê xwe di ser guhên xwe re bavêje.. Her wiha divê em bizanin ku ji bo tinekirina ziman bi xwe, şerê navên bi Kurdî hate kirin di wextekî de.. Bi bafîka çend tişt û sedemên şaş û ne dicih de, di virde dipirsim; gelo ev kesên giringiya zimanê Kurdî nabînin çi nava li zarokên xwe dikin..?
Weke ez bawerim, divê her mirovek wî endamê laşê xwe ku birîndare derman bike. Destê wî bi êş be, divê destê xwe derman bike.. Lingê wî şikestî be an birîndar be gereke wî derman bike.. Zimanê wî şikestî be, birîndar be divê zimanê xwe derman bike.. Birano! Ev zimanê ku bav û bapîrên me ew parastine di wan rewş û şevên tarî de divê em jî wî biparîzin û xweş û geş kin di van rojên xweştir û ronîtir de, çiko zimanê me nişaneke ber çave ji me re.. tîpeke girse ji tîpên hebûna me, nemaze li gor rewş û doz û maf û hebûna me.. Ji me tê xwestin em gotinên xebatkar û navdarê hêja Dr. Nûreddîn Zaza bînin ziman:

 “Gelî Kurdan!

Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidinxwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hez kirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin, û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin”.

Rewşenbîr û helbestvanên Kurd bi çi zimanî dinivîsin, ser sera û ser çava, kes ne dijî wa ye, bera xwe û Kurdan bi biyaniyan bidin naskirin lê divê bi zimanê xwe jî binivîsin, her wiha ji wan tête xwestin ku nivîsên Kurdî wergerînin zimanên din, da çand û hunera Kurdî bi biyaniyan bidin nasîn û xweşiyê di navbera Kurd û biyaniyan de biçînin.. Jixwe ger dibistanên zimanê me hebûna wê rewşa wî xweş ba û hindik kes û xebat jêre diva.. Ev rewşa wî a nexweş dihêla em bêjin nivîsandina Kurdî pêdivî ye.. û bêguman diyare sedemên vê rewşê çine.. Bi baweriya min ne raste û ne baş e kurê wî Gorgînê ku ji Kurdî pêve nizanîbû, nikaribe bi Kurdî binûse yan nikaribe xwe hînî nivîsandina bi Kurdî bike..

Bivê nevê îro be , sed salî din be wê welatekî Kurdan jî hebe dê endam be di Netewên Yekbûyî de, vêca dipirsim, gelo zimanê wî welatî wê çi be, wê Farsî be yan tirkî be yan .. yan Kurdî be? Bêguman raste ew peyva ku dibêje roj bi seradê nayê veşartin.. Ew kesên ku nizanim çend salan bi zimanekî biyanî xwendiye, wî kesî bi xwe ew sal û şeş salên din di ser de bi Kurdî, li mala xwe bi bira, bav, dê û hevalên re peyivîye.. Ma ne wilo ye?

 Xwendevano! Ew Kurdê bi Kurdî dinivîse du caran Kurd e lê yê bi zimanekê din dinivîse careke tenê Kurd e.. Ev baweriya min e, bê ku ez riwê xwe ji ti zimanî biguherim.. Û xwezî mirov karîba bi deh zimanan binivîse, lê ji ber ku zimanê me yê netewî nexweş e û birîndare her roj wî didin dadgehan ji me tê xwestin em wî derman bikin. Kurd tuxmekî baş in, nabe ku xwe gunehkar kin li ber kur û neviyên xwe..

Pirseke min ji rewşenbîrên Kurd heye; gelo ne şerm û fihête mirovek bêje; ez rewşenbîrekî Kurd im û nizanibe bi Kurdî binûse ?! Û ji zû ve helbestvanê netewî  Cegerxwîn gotiye: Şerm û esefe ger tu bi zarê xwe nexwînê..

21 heyva dudiwan roja zimane, bi biryara Netewên Yekbûyî, divê em bizanin; zimanê me çiye, me çi jêre kiriye, çi jêre dive.. Her kes li gor imkanên xwe.. Jixwe nabe ku ev zimanê 25 melyon Kurd ku li Tirkiyê bi tenê dijîn,  heta îro qedexe be..?! Lewra ev ziman hêja ye ku mirovê Kurd canê xwe di ber de bide û ez vê rojê li her zimanî pîroz dikim, lê pêşî li zimanê kurdî, zimanê Mem û Zînê û hêvîdarim ev roj bandoreke çak li zimanê me bike, şoreşa vî zimanî li Kurdistana bakur geştir bike, nivîsandina bi Kurdî di nav me de têr û pir bike, nivîskarên vî zimanî dilxweş bike, xebatkar û hezkiriên vî zimanê dilşad bike û sala werê bi sedan dibistanên zimanê Kurdî li Kurdistana bakur hebin û zimanê me di nav zimanan de serbilind be.

Qamişlo, ‏2011‏‏-‏02‏‏-‏21‏

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...